Gelo tiştê pêxemberê Xwedê nekiribe heram e?

“Tiştê ku pêxemberê Xwedê nekiribe, em jî nakin çimkî zindîqtî û heram e!” Ev hevok yek ji angaşt û dirûşmên sereke yên rabêja selefiyet û feqetiya îslamî ya klasîk e. Bi vê dirûşmê rê li ber afirandin û nûjenkirinê tê girtin û bi sure têgeha têkdayî ya (zindîqtiyê), sînga bi sedan neyarên hizra xwe, nîşan digirin û birîndar dikin. Her tiştekî ku pêxember û hevalên wî nekiribin, li ba wan kirina wê zindîqtî û heram e. Ji bo vê babetê jî, pişta xwe bi çend ayet û hedîsan girê didin.

 

Feqeyên klasîk û selefiyên Heşewî (tayîfeyeke selefî ye) têgeha (zendîqî) wek rimeke jehrdar û tûj, ji bo lêdana sînga neyarên xwe yên fikirî bikar tînin. Zendîq jî her kesek e ku ji xeleka wan a fikirî û fiqihî derdikeve û pabendî metoda wan nabe, derbarê xwendin û nirxandina tekstên olî.

 

Li ba selefiyan, her kesê ku navê wî wek bîdieçî “zendîq” derket, êdî xilas, ji biçûktirîn amraza pêwendiya civakî ku silav e, heta ya herî bilind ku jinanîn û zewac e, tê bêparkirin. Ne tenê wiha, lê pir caran, kesê “zendîq” divê bê kuştin.

 

Coric Terabîşî di rûpela 292 ji kitêba (Wehdet Eleql Elerebî Elîslamî) de, dibêje: “Şatibê şerîetzan di kitêba (Elîtîsam) de, kuştina kesê zendîq rewa dibîne û piştevaniya karekî wiha dike. Ji (Ebî Qelabe) rîwayet dike: “Eger mirov bîd`eyan biafirîne, bêşik xwîna xwe helal dike.” Şatibî piştî wê rîwayetê dibêje: “Rêzika rizgarbûyan ku ehlê sunetê ne, bi dijayetîkirin û sirgûnkirin û lêdanê, ferman bi wan hatiye kirin.” Hatiye bernameyeke 15 bendî jê re dariştine, di benda 7an de dibêje: “Kuştina wan, eger ji zendîqiyê venegeriyan û tobe nekirin” an “kuştina bêyî dozkirina tobe û hewldanê” ji bo wî kesê ku “li ser zendîqtiyê pêkutî kir û bîdieya wî jî gawirî bû û jê venegeriya.”

 

Me got selefiyet ji bo rîskdanîn û heramkirina wan tiştên ku pêxember nekirine, xwe dispêrin çend ayetan, lê berî em behsa wan ayetan bikin, divê em awirekê li çend hîmên zanistî yên usula feqetiya îslamî bidin. Yasayeke cihgirtî di (Usûl el Fuqih) de heye ku dibêje: “Nekirin nayê wateya heramkirinê.” Yasayeke din jî dibêje: “Biryar ji devjêberdanê nayê wergirtin.”

 

Zanayên usûl dibêjin: Ji bo heramkirina her tiştekî, yek ji van sê xalan wek pêwist tê hejmartin:

 

1. Nehî (Pêşîlêgirtin): Nerêkirin li ser nekirinê hebe, wek: (Wela teikûlû emwalekum beynekum bilbatilî.)

 

2. Lefiz el Tehrîm: Bêjeya heramkirinê hatibe, wek: (Hurîmet eleykumul meytetû.)

 

3. Zem el fiîl ew el teweidû eleyîhî bîliqab: Kar lomekirî be yan peymana cezayê li ser hatibe dayîn, wek: (Ya eyyûha ellezîne amenû itteqû Allahe wezerû ma beqiye min elrîba in kuntum mûmnîn fein lem tefelû feizenû bîherbin mine Allahî we resûlîhî.)

 

Em li vir dibînin, devjêberdan (terikandin) nakeve jêr tu yekê ji van hersê xalan, ango devjêberdana pêxember ji reftar û guftarekê, maneya heramkirin û nepejirandinê jê nayê wergirtin. Ne merc e her tiştekî ku pêxember nekiribe, eger tu vêga bikî, heram û tawan be. Her reftar û guftarek, eger tu di sedsala bîst û yekê de jî bikî û biafirînî, bila ne di xeleka dîndarî û tevgera dîndarî de be jî, tu rêgiriyek li ber encamdana wê nabe û li gor binemayên zanista usûla fuqihî, karekî rewa ye.

 

Eger terikkirina karekî ji aliyê pêxember nebe belgeya heramiya wî karî, tu carî terka eshabî û selef nabe belge. Wek wê gotara selefî ku bi berdewamî sêlika “Çimkî selefê salih nekirine, em çima bikin” lêdidin.

 

Rabêja selefiyetê, ji bo selmandina bingeh û dirûşmên xwe, xwe dispêrin çend ayetên Quranê. Lê hemûyan bi xapandin û têkdan û fen û fûtan, şîrove dikin.

 

Qut qutkirina ayet û têkdana kontekstên wan, rêbazeke wan a sereke ye di xwendina tekstan de.

 

Ji bo heramkirina afirandinê, vê ayetê wek belge tînin: “Wema atakum elrresûlû fexzûhû wema nehakum enhû fentehû.”

 

Eger em bi hûrbînî li vê ayetê binerin û qut qutî nekin, em ê bibînin ku ayet qet nabe belge ji bo vê bingeha selefîzmê, lê axaftin li ser şer û destkeftên wê ye, ne li ser bîdhet û zindîqiyê ye.

 

Tekst bi vî rengî ye: “Ma efaa Allahû ela resûlîhî min ehl el qurra felilahî û lilresûlî welîzî elqurrba welyetama welmesakîn webin el sebîl key la yekûne dewleten beynel exniyayî minkum wema atakum elrresûlû fexzûhû wema nehakum enhû fentehû û iteqû Allahe îne Allahe şedîdûl ûqab.”

 

Ango: “Ew destkeftên ku Xwedê diyarî pêxemberê xwe li wan gundan dike, Xwedê biryar li ser daye ku bo pêxember û xizmên wî, bo sêwî û hejar û rêbwaran e jî, daku ew saman tenê di nav dewlemndên we de nebe.” Êdî tiştê ku pêxember bide we werbigirin, çi nede we jî, hûn jî dev jê berdin, ji Xwedê bitirsin “Çimkî cezayê Xwedê giran e.”

 

Ev li ku û belge pê anîna selefiyetê li ku? Jixwe eger em ayetê bi qut qutî û rûkeşî jî wergirin, dîsa ketine nav çewtiyên rêbazî, çimkî ayet dibêje (Wema nehakum): Tiştê ku me bi tekstên zelal li we qedexe kirine. Neku (Wema terekehû fentehû enhû) tiştê ku pêxember dev jê berda jê dûr bikevin.

 

Ayeteke din ku selefiyet pişta xwe pê girê dide: (Elyewme ekmeltû lekum dînekum…) e. Dibêjin: Bi wê ayetê jî, ol (kamil) bûye, êdî tiştê ku piştî wê ayetê bê kirin, tê redkirin û cihê wê di dîn de nabe.

 

Ew bangeşe çewtî tê de heye, gava ew dibêjin: “Xwedayê mezin bi vê ayetê ol (kamil) kir, ji ber ku ayeta dawî ye ku daketiye”…berovajî realîteya Quranê diaxivin, çimkî li ba piraniya zanayan, ayeta “Rîba” ku Xwedê dibêje: ((Ya eyûha ellezîne amenû iteqû Allahe û zîrû ma beqiye mîn el rîba in kuntum mûminîn)) piştî ayeta (Elyewme ekmeltû lekum…) daketiye. Eger li gor wê binema û lojîka selefîzmê be, divê em bêjin: Rîba di dîn de tune û di şerîetê de zêde ye!

Herwiha ayeta (Kelale), ayeta dawî ya sûreya (Elnîsaa), ku behsa babetên mîrat û wereseyê dike, piştî wê daketiye. Êdî gelo em dikarin bêjin babeta vê ayetê di dîn de tune?

 

Bi baweriya piraniya zanayan, ku ew bawerî raya herî rast e, ayeta (We iteqû yewmen terceûne fîhî îla Allahî) 281 el Beqere, ayeta dawî ye ku daketiye, neku: (Elyewme ekmeltû lekum dînekum…) çimkî pêxember (80) rojî piştî vê ayetê jiyaye.

 

Dûre ayeta (Elyewme ekmeltû lekum dînekum) kê gotiye tê wateya ku ol kamil bûye û tiştê li paş wê bê zêde ye di dîn de? Eger em bêjin bi vê ayetê dîn kemilî, tê wateya ku beriya wê ol nîvco bû û wê rojê kemilî! Yan divê em wek (Fexredînê Razî) bipirsin: “Diyar e pêxemberê Xwedê, dema bîst û du sal û çend mehan, wî û hevalên xwe dîndarî bi nîvcoyî kirine û bi nîvcoyî jî gihandine, tenê dema 80 rojan nebe ol bi temamî gihandine!”

 

Bi kurt û kurmncî: Li gor marîfeta îslamî ya dirust, her tiştê ku pêxember û hevalên wî nekiribin û terikandibin, nayê wateya heramkirin û zindîqtiyê, nemaze ku dijayetiya wî tiştî bi teksteke zelal a Quranê re nebe. Eger bi metodeke dirust tevger bi Quranê re neyê kirin, kronolojî û cografya girîng neyên wergirtin, wê çaxê Quran herdemî û cîhanîbûna xwe ji dest dide.   


Ebdula Alayî