Dema şêwirdarê mirov Silorî û tilorî bin

26-04-2016
Baz Elî Begarî
A+ A-
Bav û bapîrên me her dem bi çîrokan bûyerên xwe dinvîsin, û her yek ji wan çîrokan wateyek wê hebû, di van rojên bûrî de rewşa polîtîk û civakî tev de li rojavayê Kurdistanê xirb bûye, nakokî di nav hêz û partiyên welat de derketine, her aliyek yê din xayon dibîne, û asta nakokiyan gihiştiye pêlikek pir xirab.

 

Ez nizanim çima ji duh ve çîroka (Silorî û Tirlorî) dibîr  min de ye, ew çîrok dibêje (Carekê li daristanê xwarin nema, ne çêre û ne nêçîr,  û rojê yek ji xelkên daristanê dimir, şêr weke şahê daristanê jî birçî bû, û neçar ma, bang li teyrê baz kir, ku Bazê min, kar bifir bê li derdorê ma nêçîr û çêre nine, bixwedê em ji birçîna mirin, teyrê Baz ji şêr re got ji her du çavên min şêrê min va ezê birfirim û hêvîdar im mizgîniya xêrê ji te û xelkên daristanê re bîn, Baz firî, geriya geriya, lê nêçîr nedît, tenên hin gamêş û  xibiş li deverek asê dît, û zanîbû ku ew nikarin êrîşî wan bikin, vegeriya cem Şêr û jê re got bixwedê Şêrê min nêçîr nine, Şêr bêhinteng bû, û bû zir zira wî, li wê derê du teyrikên silorî û Tilorî hebûn, her duwan, serê xwe rakir, û ji Şêr e gotin, şêrê min em dikarin li nêçîrê bigerin, û ne weke Baz em ê ji tere mizgîniya xêrê bînin, Şêr ferman da û ji wan re gotin bifirin, û eger we nêçîr dît hûn her du dê bibin destê min yên rastê û çepê, her du teyrik ji kêfar re firîn, û bilez asîmanê deverê li hev dan, û ew gamêş û xibiş dîtin, û bilez vegerîn cem şêr, û mizgînî dan, di wê demê de Şêr bi ser Baz de rabû, û go va teyrikên min nêçîr dîtin, çima te digot tine?! Baz bersiva xwe de û ji Şêr re got ma şêrê min cihê wan asê ye, emê bimirin ta me bigihêjin cem wan, em nikarin bi wan û birçîbûnê em ji hev xistine!! Şêr guh neda Baz û da dûv Silorî û Tilorî, û êrîşî wan gamêş û xibişan kir, lê weke Baz gotibû bi serê wan hat, û gamêşan bersiva êrîşê da, û Şêrê birçî birîndar bû, û poşman vegeriyan daristana xwe, şêr ban dikir ka Baz…ka Baz… Teyrê Baz bersiva wî da, ez li virim Şêrê min, û ez rewşa te dibînim, lê şîreta min li tee v e (yê ku şêwirdarê wî Silorî û Tilorî bin wê wiha bi serê wî bê.

 

Ev yek jî niha li bejna serkirdeyê partiyên me yên rojava tê, ku dev ji dîroka xebata xwe berdane, û ev çen Basiyên kevin ku di salên dawî de tevlî partiyên wan bûne, destê xwe dirêjî hemî biryarên wan hêza kirine, û serkêşên kurdan dikirin madak erzan cihê sixêf û gotinên xiyanetê, ma gelo dema van serkêş û serkirdeyên me xebat dijî Rêjîmên dijminê Kurdan dikirin, (Silorî û tilorî) li çi derê bûn?! Gelo ne ew bûn yên rapor derheqê partisan û xebatkarê Kurdan li rojava ji Istixbaratên Rêjîma Bais re dinvîsîn?!!

 

Guhdariya ji şîretên Silorî û Tilorî dê mafê milet tev de winda bike, ti kes nabêje ber hemî aliyên polîtîk li rojava heman şêweyî bikar bînin, û weke pêxemberê misilmanan dibêje “Ixtîlaf Umetî Rehme” û wateya wê ku cudahiyên di nerînan de ne ziyan e lê tiştek baş e, lê mixabin em cudahiyan dikin nakokî û di cihekî de dibe dijminayetî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst