Siyaset wek pîşe

26-07-2016
Raber Talat
A+ A-

Max Weber di semînerekê de bi navnîşana siyaset wek pîşe “Politik als Beruf”di sala 1919an de, navdartirîn bîr û baweriya xwe derbarê siyasetê de pêşkêş kir ku heta niha jî di zanista civaknasiya siyasî de wek têgeha Weber bo siyasetê tê naskirin.

 

 

Siyaset bi nerîna Weber pîşe û behremendî ye. Bi anîna van herdu navan jî, Weber werçerixîneke mezin di têgihîştina têgeha siyasetê de pêk anî. Li gor wî, siyaset ne mîrateke civakî ye lê rê û rêçikeke takekesî ye û bi saya dewlet û bîrokrasiya modern em dikarin wek pîşe li siyasetê binerin.

 

Di sîstema arîstokrasî de, çend kes û malbatên bazirgan û xanedan û dewlemend ku di warê aborî de serbixwe bûn û bac didan dewletê, wek dilgermî û meraq an tenê ji bo pêgeha xwe ya civakî karê siyasetê dikirin. Wan wek kultûreke xanedanî li çalakiyên siyasî temaşe dikir. Lê Max Weber pêşniyara reformê di têgeh û çalakiyên siyasetê de kir. Bi awayekî ku êdî siyaset bibe pîşe û hin kes derkevin ku wek pîşevanên siyasî bên naskirin û kar û pîşeya wan tenê siyaset be. Bi vî rengî jî siyasetmedarên pîşevan ji aliyekî ve dikarin wek pîşeyekê bi siyasetê bijîn û di heman demê de jî ji bo siyasetê bijîn.

 

Ramana pîşekirina siyasetê li Rojava piştî vebirîna mulkiyetê ji arîstokratan û xwe îzbatkirina dewleta modern û sazî û dezgehên wê, bi awayekî pratîkî pêk hat û siyasetmedarên pîşevan derbasî fezaya giştî, navendên rêvebirina dewletê û partiyên siyasî bûn.

 

Eger em li gor nerîn û teoriya Weber berê xwe bidin çalakiyên siyasî û rêvebirina dewletê li Rojhilat, emê bibînin ku rewş berovajî Rojava ye. Ji ber geşnebûna dewleta modern û bîrokrasiya geş a rêvebirin û îdarî, siyaset ne tenê nebûye pîşe, lê di rewşeke negihîştî ya dewletdarî û partîtiyê de maye û mohra mîratgirî û malbatî li ser diyar e û wek hêz û bandoreke di ser dewlet û dezgehên wê re jî bûye çavkaniya komkirin û danheva serwet û sermiyan. 

 

Di rewşeke negihîştî ya dewlet û bîrokrasiya modern de, kelegermiya komkirina serwet û sermiyan hevta ye ligel qewareya wê hêz û desthilata ku malbatek an kesayetiyek an partiyeke siyasî dikare di desthilat û dewletê de bidest bixe.

 

Ev çarçoveya teorî heta radeyeke zêde dikare rê li ber xwendina rewşa qeyrana siyasetê li Herêma Kurdistanê veke. Li Kurdistanê lojîka komkirina saman û desthilat û hêzê tê meşandin. Hemû alî ji bo parastina pêgeh û mabûna xwe hewl didin serwet û mezintirîn hêza aborî û leşkerî di destê xwe de kom bikin û hemû şiyan û derfeteke aborî û serweta welêt jî li berjewendiya xwe bikar tînin.

 

Ev teoriya Weber piştrast dike ku rewşa dewleta modern û bîrkorasî lawaz e û geş nebûye, siyaset di destê kom û malbatan de asê maye, berjewendî û komkirina samanê stratejiya aliyan e ji bo mabûn û berdewambûnê. Ev rewş jî heta gihîştina bi dewletê û damezrandina bîrokrasiya modern û sîstemê berdewam dibe û hêz nagihin balansekê û li hev nakin.

 

Li gor Weber, siyaset wek pîşe û di rewşa damezrandina dewlet û bîrokrasiya pêşketî de, dikare rewşa aloz û berberiya hêzan çare bike. Çimkî wek rewşeke siruştî mirov dema bi kom dijîn, berjewendî di navbera wan de derdikevin holê. Di encamê de jî berberî û qurbanî peyda dibin. Rola siyasetê ew e ku wan nakokiyan bi awayekî aştiyane çareser bike û wekhevî û dadmendiya civakî di ser berjewendiyan re serdest bike. Lê dema şer nikaribe rê li ber çavçepelî û berjewendîperestiya koman bigre, rewş diguhere û şer û pevçûn pêk tên.

 

Li Herêma Kurdistanê, li gor vê şîroveya borî, siyasetvan tenê li ser siyasetê dijîn û berjewendî û kombûna sermiyan û desthilatê li pêşiya berjewendiya giştî û wekhevî û dadmendiyê ye. Lewra em dikarin bêjin dema siyasetmedarên pîşevan ji dayik bibin, wê dengê wekhevî û dadmendiyê bilind bibe. Siyasetmedarên pîşevan jî bêyî damezrandina dewleta modern û sazî û dezgeh û bîrokrasî û yasayan, ne proseyeke hêsan e. Lewra ev pirs dîsa bê bersiv û vekirî dimîne, gelo çima siyasetmedarên Kurd ên pîşevan nînin?                                                            

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst