Nerînek heye dibîne ku mana serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di posta xwe de pêwist e, çimkî bi baweriya wan bi mana Barzanî aramî, ewlekarî û aştî li Herêma Kurdistanê misoger dibe.
Bi baweriya min, ev nerîn ne realîst û zanistî ye. Çimkî dibe ku mana Barzanî yan her serokekî din di posta xwe de bibe sedemê têkçûna aramî, aştî û ewlekariyê; nemaze eger neyarên wî serokî mana wî qebûl nekin.
Ev nerîn li ser girîmaneyekê (hîpotez) kar dike. Ew jî ew e ku tu aloziyek rû nade dema hêz li hember mana Barzanî di posta xwe de bêdeng bin. Bi baweriya min, Amerîka, Tirkiyê û Îran jî li ser vê yekê kar dikin.
Lê vê nerînê çavê xwe li hember hîpoteza duyem girtiye. Baş e eger hêzên din ên neyarên Barzanî razî nebin ku Barzanî di posta xwe de bimîne, wê çaxê dê çi biqewime? Wê çaxê dê çi bi serê aramiya welêt bê? Baş e, gelo wê çaxê mana serok Barzanî bi xwe nabe sedemê têkçûna aramiyê?
Lewma niha welatên xwediyên vê nerînê li ser wê yekê kar nakin ku Tevgera Goran bi razîbûn û bêdengbûnê li hember mana Barzanî qayîl bikin. Lê li ser wê yekê kar dikin ku aramiya Kurdistanê di vê hevrikiya siyasî de têk neçe.
Lê hinek têgihîştin li Kurdistanê hene ku aramiya welêt bi mana Barzanî ve girêdidin. Bi baweriya min ev têgihîştin ne berfireh û ne rast e.
Kêşeya vê nerînê ew e ku dema em aramiya welêt û aştiyê bi kesê serok ve girêdidin, em welat dixin rîskeke mezin û rewşê aloztir dikin.
Îran û Amerîka piştevaniya vê nerîna li jor behskirî dikin. Çimkî ew guh nadin wê yekê ka em xwediyên welat û sîstemeke çawa ne, lê xema wan tenê ew e çawa di vê qonaxê de aloziyên din li navçeyê peyda nebin, nexasim ku vêga krîza Sûriyê gihîştiye lûtkeya xwe.
Lewma ji bo wan welatan niha li Herêma Kurdistanê ne mana Barzanî û ne jî demokrasî giring in, lê belê aramî giring e.
Lê divê em wek miletekî ji xwe bipirsin ka gelo ji bo me çi giring e? Em kî ne û dixwazin çi bikin û ber bi ku herin. Gelo ji bo me jî mana serok an çûna wî, ji avakirina demokrasiyê giringtir e?
Ji bo wan çareserkirina kêşeyê di dema niha de û derbaskirina aloziyê giring e. Lê ji bo me divê avakirina welatekî giringtir be.
Ji bo Îran, welatên kendavê û Tirkiyê jî, jixwe ne xweş e veguhertina desthilatê li Herêma Kurdistanê rû bide. Çimkî veguhertina desthilatê yek ji xisletên dewleteke neteweyî ya bihêz û modern e ku di eynî demê de jî dewleteke demokratîk e. Îran, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî naxwazin kurd bidin pêşiya wan, wek çawa li Misrê qebûl nekirin.
Ev yek ne bi dilê Tirkiyê ye jî, çimkî ew naxwaze kurd bibin welatekî demokratîk û miletekî bihêz ku Tirkiyê baş dizane ev yek bi rêya lihevkirina hêzan li ser demokrasî û pergaleke desthilatdariyê pêk tê, bi taybetî dema veguhertina desthilatê di vê pergalê de bibe nerît û kevneşopî.
Ji bo wan wiha baştir e Barzanî bihêz be, lê belê ji bo me wiha baştir e ku welat û sazî û dezgehên wî bihêz bin.
Kêşeya vê nerînê ew e ku hemû derencamên ku sîstema demokrasiyê bi şêweyekî otomatîk û zikmakî wan tîne holê, ji demokrasiyê distîne û diyarî yek kesî dike ku ew jî serok e.
Demokrasiya rasteqîn û rast li her welatekî aştî, ewlekarî û aramiyê tîne holê, nexasim dema ku ew welat welatekî pirr hêz be nola Herêma Kurdistanê. Lê ev nerîn pêkanîna van erkan hemûyan dixe stûyê serok. Di dawî de jî serok nikare van hemû erkan pêk bîne û welat digihîje wê rojê ku welatên erebî di Bihara Erebî de piştî çend salan ji aramiya sexte gihîştin nearamiya rasteqîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse