Yekrêzî û têkoşîna gelê Kurd û xebatên dîplomasiyê dê rêya azadiyê xurttir bikin
Îro li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, pêşhateyên bi lez rû didin. Ji bo çareseriya mayînde, pêwîstî bi têkoşîn û xebateke berfireh û dûr û dirêj heye.
Lê belê îro pêwîstiya lezgîn a sereke ew e ku agirbesta di navbera Birêvebiriya Şamê û HSDyê de berdewam bike û alîkariya mirovî bigihêje gelê me yê Kobaniyê û hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.
Di helwest û siyaseta Birêvebiirya Şamê û Amerîkayê de guherînên balkêş rû didin. Birêvebiriya Şamê ya ku heta 15 roj berê jî Birêvebiriya Xweser bi awayekî fermî nas dikir û wekî 3 tûmenan beşdariya HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de qebûl dikir, niha helwesta xwe guherandiye. Birêvebiriya Şamê dibêje ‘’Hemû hêza HSDyê divê wekî takekesî beşdarî nav artêşa Sûriyeyê bibin, em qebûl nakin ku wekî 3 tûmen beşdar bibin’’.
Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack jî heta radeyekê piştgirî da vê helwesta Birêvebiriya Sûriyeyê.
Jixwe dewleta Tirkiyeyê di roja ewil de vê yekê diparêze û dibêje “Bila HSD bi temamî çekên xwe deyne û nabe ku wekî tûmenan beşdarî nav artêşa Sûriyeyê bibe.”
Niha Birêvebiriya Şamê bi hişmendiya “Komara Îslamî ya Erebî ya Sûriyeyê” dixwaze li ser esasê “Îslamî”, şovenîzma Erebî, sîstemeke takekesî, unîter, totalîter ava bike ku mafê statuya Kurdan, mafên Durzî, Elewî, Xirîstiyan, Êzidî û hemû gelan, hemû dîn û mezheban tune dihesibîne.
Eşkere ye ku di vê helwesta Birêvebiriya Sûriyeyê de li gel siyaseta îdeolojîk û şoven a Birêvebiriya Sûriyeyê, bandora siyaseta Dewleta Tirkiyeyê jî heye.
Piştî ku Dewleta Tirkiyeyê li Xezeyê, li Filîstînê bû şirîkê siyaseta Amerîkayê, tawîz da Trump û li Fransayê Birêvebiriya Sûryeyê, Îsraîl û Amerîkayê li ser çarçoveyekê li hev kirin, Donald Trump rê da ku Dewleta Tirkiyeyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêdetir xwedî însiyatîf be.
Em dikarin bêjin ku, helwesta HSDyê û hêza asayîşa Kurdan a li her du taxên Helebê ya di dema êrişên li ser Helebê de jî niha li ser maseyê destê Kurdan lawaz, destê Birêvebiriya Sûriyeyê û Dewleta Tirkiyeyê xurttir kiriye.
Birêvebiriya Sûriyeyê bi organîzatorî û alîkariya Dewleta Tirkiyeyê, bi binpêkirina lihevkirina 10ê Adarê û 1ê Nîsanê, êriş bir ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku piraniya niştecihên wê Kurd in.
Li her du taxên Kurdan ên Helebê, hêzeke biçûk a asayîşa Kurdan hebû. Dora her du taxan ji aliyê hêzên çekdar ên Birêvebiriya Sûriyeyê ve hatibû dorpêçkirin; ne mimkîn bû ku ji derve tu alîkarî bigihêje hêza asayişe ya Kurdên her du taxan. Her wiha Birêvebiriya Sûriyeyê jî bi amadekariya hêzeke gelekî mezin a çekdarî êrişî ser taxên Kurdan dikir.
Li gel vê rastiyê, eşkere bû ku heger hêza asayîşê ya Kurdan bi lihevkirinekê ji wan her du taxan venekişe, Amerîkayê jî dê çavên xwe ji vê êrişê bigirta.
Di rewşeke wiha ku di aleyhê Kurdan de bû, mixabin li şûna ku li gel Birêvebiriya Herêma Kurdistanê li rêyeke lihevkirinê bigere, hêzên asayîşa Kurdan a li her du taxên Helebê biryara berxwedanê da û di encamê de bi şehadeta bi sedan şervanên Kurd û Kurdên sivîl, bi koçberiya 200 hezar Kurdên her du taxan û bi şikesteke berbiçav, Kurdan zereareke mezin dît û rê ji Birêvebiriya Sûriyeyê re xweştir kir ku êrişên xwe berfirehtir berdewam bike.
Ji ber rastiya Sûriyeyê, pêwîstî bi sîstemeke federal, demokratîk, sekuler re heye
Lê belê li gel van hemû rûdanan jî rastiya Sûriyeyê, dewleteke navendî, îdeolojîk, Erebî, unîter û mafên her etnîsîte, dîn û mezhebê tune bihesibîne hilnagire. Sûriyeya nû divê bi sîstemeke federal, sekuler ku mafên miletê Kurd û ji hemû pêkhateyan re azadî, demokrasî, edalet, wekheviyê bihewîne bê avakirin.
Her wiha hebûna Kurdan, mafên meşrû yên miletê Kurd, ji bo hemû gelên li Sûriyeyê re jî dibe pişt, alîkar dibe. Çawa ku îro li Îraqê Kurd di navbera hemû gel û dîn û mezhebên li Îraqê de bûne hêzeke hevsengiyê, bûne parastvanên mafên hemû pêkhateyan; li Sûriyeyê jî Kurd wekî objektîf dikare eynî rolê bilîzin.
Belê, li gel van hemû rîskên ku li ber deriyê gelê me ne û li gel van hemû pêşhateyên neyînî yên vê dawiyê jî têkoşîna meşrû ya ji bo mafên neteweyî, demokratîk, ji bo azadiya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û dê li gel hemû zehmetiyan jî berdewam bike.
Hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên navneteweyî, berxwedan, yekrêzî û çalakiyên gelê Kurdistanê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, dê rê li ber komkujî û êrişên nû yên cîhadîst û terorîstên Birêvebiriya Şamê û hevalbendên wê bigre; dê rêya serkeftinê bihûne.
Ez di wê baweriyê de me ku di encama van xebatên navneteweyî, geşbûn û yekrêziya nav mala Kurd de, li herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di îdareya Kurdan de ye, dê şans û îhtîmala pêkanîna statu û birêveberiyeke siyasî û kulturî û asayîşa navxweyî di destê Kurdan de be xurttir bike. Her wiha hê jî îhtîmal heye ku hêza leşkerî ya HSDyê ne wekî beşdariya takekesî, lê wekî yekîneyên leşkerî yan jî bi formateke din bibin beşeke artêşa Sûriyeyê. Aşkere ye ku bicihanîn û parastina van destkeftiyan dê zemîna cihbicihkirina biryar û çarçoveya siyasî ya Konferansa Qamişloyê û di Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê de bingeha cihgirtina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke siyasî ya ji bo miletê Kurd xurttir bike.
Di vî warî de, dîroka nêzîk a Kurdan xwediyê nimûneyên zindî û balkêş in. Di sala 2014an de Amerîkayê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dixwest ku bi “Mitabaqata Dihokê” yekrêziya siyasî, îdarî, leşkerî, aborî, dîplomasî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.
Her wiha Amerîkayê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di amadekirina Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025ê de ku li ser esasê mafên neteweyî, demokratîk, li ser esasê statuyeke siyasî, yekrêzî û temsîlekî hevbeş a gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, roleke esasî lîstibû.
Lê mixabin, bêhtir, hêza desthilat, ango Birêvebiriya Xweser, HSD, PYD, YPGyê biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê bi cih neanîn. Heger biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê hatibûna bicihanîn, dê îro destê Kurdan gelekî xurttir bûya, dê Amerîka û dewletên mezin zêdetir piştgiriya mafên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikirana.
Ji ber vê rastiyê, em gunehê vî dîmenê ku îro dilê me diêşîne bes nexin stûyê Amerîkayê. Mixabin guneh û berpirsyariya wan aliyên ku nehiştine biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê bêne bicihanîn jî li ber çavan in.
Ez di wê baweriyê de me ku pêkanîna biryarên Konferansa Qamişloyê, yekrêzî û hemahengiya di nav hemû Kurdên cîhanê de û lêxwedîderketina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Birêvebiriya Başûrê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, dê li cîhanê dostên me zêdetir, dijminên me kêmtir bike, dê rê li ber şikestineke mezin bigre û rêya serkeftinê xurttir bike.
Gelo ji Paul Bremer heta Thomas Barrack em dejavûyekê dijîn?
Tevî van hemû tiştên neyênî yên ku dilê me diêşînin jî ez di wê baweriyê de me ku, li Rojavayê Kurdistanê dê rewşeke mîna Peymana Cezayîrê dubare nebe. Tevî ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dilê me diêşîne jî divê em bi sebir bin û bi aramî nêzîkî pirsê bibin. Em dikarin rexne, pêşniyar û fikarên xwe di platformên cihê de bînin ziman; lê dijminatiya li hemberî DYA, dewletên Ewropayê û Îsraîlê, an jî êrişên li ser balyozxane û konsulxaneyên wan, dê ne di berjewendiya gelê me de be û dê zerarên mezin bide me.
Werin em sala 2003yan, dema hilweşîna Rejîma Sedam Hisên bînin bîra xwe. Piştî rûxandina Rejîma Sedam Hisên, Paul Bremer ji aliyê George W. Bush ve di salên 2003-2004an de wekî Serokê Birêvebiriya Koalîsyona Demkî (CPA) û rayedarê herî bilind yê sivîl yê Amerîkayê li Îraqê hatibû erkdarkirin.
Paul Bremer di dema amadekirina Destûra Nû ya Îraqê de wiha gotibû: "Em germ li dabeşbûna Îraqê ya li ser bingeha etnîkî an jî mezhebî (federasyon) nanêrin. Vîzyona me rêveberiyeke herêmî ya li ser bingeha parêzgehan e ku erkên wan kêm bin. Divê dawî li hebûna Herêma Federe ya Kurdistanê ya li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bê anîn. Her wiha, em dixwazin hemû hêzên milîs (Pêşmerge jî tê de) bêne bêçekkirin, werin belavkirin û tevlî jiyana sivîl bibin."
Li hemberî vê helwesta Paul Bremer, Rêzdar Mesûd Barzanî jî bersiveke wiha dabûyê: "Birêvebiriya federe ya ku em ji sala 1991ê ve bi pratîkî dimeşînin, berhema têkoşîna sed salî ya gelê Kurdistanê ye; mafekî rewa û neteweyî ye. Neteweyên cîhanê xwedî çi mafan bin, neteweya Kurd jî xwediyê heman mafan e. Ji ber vê yekê, divê Herêma Federe ya Kurdistanê di Destûra Îraqê de bi fermî cih bigre. Her wiha, hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ne 'hêzeke milîs' e; hêzeke neteweyî ye ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têkoşiyaye û îro jî Kurdistanê diparêze. Divê Hêza Pêşmerge wekî hêza parastinê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û wekî parçeyek ji artêşa Îraqê were qebûlkirin."
Rêzdar Celal Talebanî û hemû partiyên Kurdan jî piştgirî da vê helwesta Rêzdar Mesûd Barzanî. Paul Bremer di destpêkê de helwesteke pir hişk danî û got ku ew paş ve gav navêjin.
Rêzdar Mesûd Barzanî jî got: "Em mafên xwe yên rewa diparêzin. Lê heger hûn bi israr bixwazin mafên me yên federe û hêza me ya pêşmerge belav bikin; kerem bikin, heger hêza we têrê dike werin Birêvebiriya me û pêşmergeyên me belav bikin".
Li hemberî vê helwesta biryardar a rêzdar Mesûd Barzanî, bi fermana Serokê DYA George W. Bush, Paul Bremer neçar ma ku vê helwesta xwe biguhere. Bi vî awayî daxwazên Kurdan, ango Herêma Federe ya Kurdistanê û Hêza Pêşmerge, bi fermî di Destûra Bingehîn a Îraqa Federal de cih girtin.
Îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Thomas Barrack ji 14ê Gulana 2025an pê ve wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê erkdar kiriye. Thomas Barrack di hevdîtinên navbera Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê (bi serokatiya Ehmed El-Şara) û nûnerên HSD û Birêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, helwesteke ku maf û azadiyên Kurdan tune dihesibîne nîşan da.
Thomas Barrack jî got ku "Hevpeymaniya me û HSDyê li dijî DAIŞê hebû. Niha pêwîstiya vê nemaye. Bila endamên HSDyê yek bi yek tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin. Divê herêmên federe yan otonom nebin. Divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê wekî hemwelatiyên wekhev di Destûra Sûriyeyê de cih bigrin."
Ev helwesta Thomas Barrack a ku bi awayekî eşkere dixwaze hêzên leşkerî yên Kurdan werin belavkirin û statuyeke siyasî nede Rojavayê Kurdistanê, pir dişibe helwesta Paul Bremer a sala 2003yan.
Dewleta Tirkiyeyê ev 100 sal e ku siyaseta xwe ya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet’’ê li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê ferz dike û niha jî dixwaze vê siyasetê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ferz bike. Thomas Barrack jî wekî nûnerekî Dewleta Tirkiyeyê tevdigere û dixwaze vê siyaseta Dewleta Tirkiyeyê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê bisepîne.
Lê nûnerên Rojavayê Kurdistanê û Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi helwesteke eşkere li dijî dîtinên Thomas Barrack derketin, derdikevin. Ew bi biryardarî dibêjin ‘’divê hêza leşkerî ya Kurd bi statuyeke diyarkirî (wekî yekîne) di hundirê artêşa Sûriyeyê de cih bigire û Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi statuyeke siyasî xwe bi rê ve bibin; her wiha ev maf hemû di Destûra Nû ya Sûriyeyê de cih bigirin’’.
Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna milî, demokratîk ya ji bo azadiyê dê berdewam bike
Ez di wê baweriyê de me ku di encama helwesta biryardar a hemû nûnerên Rojavayê Kurdistanê, ya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû partiyên Kurdan; bi çalakiyên girseyî û xebatên lobiyê yên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, Thomas Barrack û Amerîka dê vê helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin.
Amerîkayê ji ber berjewendiyên xwe çavên xwe li radestkirina herêmên Ereban (yên di bin kontrola HSDyê de) ji bo Şamê girt. Radestkirina xaka ku ne ya Kurdan e ji bo Birêvebiriya Sûriyeyê heta radeyekê tê fêmkirin. Tevî ku gelek gotin û helwestên Thomas Barrack û rayedarên Amerîkayê me diêşînin jî hem ji ber berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê, hem jî bi saya yekrêziya Kurdan a bi Konferansa Qamîşloyê li Rojavayê Kurdistanê, rola Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û rêveberî û partiyên Başûrê Kurdistanê û hêza yekîtiya Kurdên cîhanê, îhtîmala ku Amerîka Kurdan paşguh neke û nehêlin Kurdên Rojavayê Kurdistanê werin perçiqandin jî zêdetir e.
Di vê rewşê de, îhtîmal heye Amerîkayê heta radeyekê piştgiriyê bide parastina destkeftiyên heyî û her wiha piştgiriyê bide mafên neteweyî, demokratîk û kulturê yên Kurdan ku di Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê de ku di paşerojê de bê amadekirin de cih bigre. Ango Amerîkayl, her çend çarçoveya Konferansa Qamişloyê bi her awayî bi cih neyne jî mimkin e ku li herêmên ku niha di destê Kurdan de ne piştgiriyê bide statuyeke leşkerî, siyasî, kulturî, îdarî û aborî ya Kurdan.
Di rojên pêş de, siyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê, rewşa şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa Filîstînê, berjewendiyên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, rikberiya dewletên mezin û yên herêmî yên li Bakurê Afrîka û li Behra Spî ya di derbarê korîdora enerjiyê de, siyaseta Amerîkayê ya di derbarê Gronland û Latîn Amerîkayê û berberiya di navbera Amerîka û Çînê de dê tesîreke mezin li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike. Ango li gorî van pêşhateyên ku me behs kirine, berjewendiyên dewletan û balansa hêzan a di navbera dewletan de dê faktorên tayînker bin.
Heger xwîşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê, ji zerarên ku ji ber pekneanîna biryar û armancên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê rûdane bikaribin dersan derxînin, ez bawer dikim ku em dê ji niha û pê ve bikaribin siyasetek bêhtir realîst û neteweyî, bi hevrêzî û helwestek hevbeş tevbigerin. Helwestek hevbeş û yekrêziya di nav mala Kurd de, dê tesîreke mezin li siyaseta Amerîka, Fransa, Brîtanya, Îsraîl û dewletên din ên li herêmê xwedî rol in bike.
Ji ber vê jî, ji bo rêlibergirtina êriş û qetlîamên li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketina mafên neteweyî, demokratîk ên gelê me, ji bo bi hev re avakirina nexşerêyeke nû; ez di wê baweriyê de me ku civîneke hevbeş a bi serokatiya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, bi beşdariya Heyeta Temsîlî ya Konferansa Qamişloyê, Rêzdar Mazlûm Ebdî, Rêzdar Bafil Talebanî û aliyên Kurdî yên dê roleke wan hebin, dê mîsyoneke dîrokî ya çareser bilîze.
Her wiha em dibêjin, îro di navbera her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê de demildest avakirina kordînasyon û helwesteke yekgirtî ya neteweyî, niştimanî pêwîstiyeke esasî ye. Ez di wê baweriyê de me ku di demeke ku li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê de dilê hemû Kurdan bi slogana “Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e”, bi hev re lê dide, wekî yek miletî bi hev re tevdigerin, zemîna vê kordînasyonê ji her demê zêdetir xurttir bûye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)