Ezmûna kanalên mezin di dîtina berhemên xirab de
Kanalên nûçeyan ên mezin, xwedî dîrokeke dirêj in di bikaranîna rojnamegeriya lêkolînî (investigative journalism) de ji bo eşkere kirina metirsiyên tenduristiyê di pergala xwarinê de; ji bergirya antî-bakteriyal di ajalan de bigre heya pîsbûna zeviyên çandiniyê bi "dermanên qirkirinê" (pesticides).
Ew kanalên ku xema wan a giştî heye, xelkê agahdar dikin û li pişta wan disekinin. Ew guh nadin komek bazirganan ku ji bo komkirina pereyan bi awayekî nerealistî nexweşiyê di nav xelkê de belav dikin.
Ev rapor gelek caran dibin sedema guherînan û dîtineke zelal didin hikûmetê an jî hikûmetê neçar dikin ku guherînan bike. Her wiha kompanya û navendên hilberîn û bazirganiyê neçar dikin ku şêwazê hilberînê û kalîteya berhemên îthal (hawirdekirî) biguherînin.
Tora Medyayî ya Rûdawê di vî warî de xwedî tecrûbeyeke zêde ye ji bo hişyarkirina xelkê li ser berhemên hawirdekirî yên xirab û diyar kirina rêyên rast û tendurist ên hilberînê bi rêya guftûgokirina bi pisporên wî warî re.
Ji vî karê medyayî re "Media Activism" an jî "Watchdog Journalism" tê gotin. Giringiya vî karî di wê de ye ku; kompanya û hilberînerên sextekar ditirsin, lê xwedan kar û berhemên baş kêfxweş dibin, çunkî yên xirab navûdengê xwe winda dikin û qanûn tên guhertin. Bo nimûne, qanûna parastina xwarinê li Amerîkayê (FSMA) di sala 2011an de piştî zincîreyek ji van raporan û di encama çaksaziyê de tundtir bû. Serfkar (gel) fêr dibe ku li "label" û pêkhateyên xwarinê binêre.
Ji bo ku em tecrûbeya kanalên mezin ên cîhanê bizanibin, li vir ez ê hinek ji wan wek nimûne bînim ziman:
Di salên 2019 – 2020an de, BBC lêkolînek kir li ser mirîşkên Amerîkî ku bi "klorê" tên şûştin. Ji ber ku zeviyên Amerîkayê gelek pîs in û mirîşk nexweş in, di dawiyê de wan bi klorê dişon da ku bakterî pê ve nemînin. Ev bû pirsgirêkeke mezin li Brîtanyayê û xelkê li dijî hawirdekirina goştê mirîşkan ê Amerîkî derketin. Hikûmeta Brîtanyayê neçar ma soz bide ku rê nade hatina wî celebî.
Di salên 2019 û 2022an de, CNNê lêkolîn kir li ser zeviyên şîr li eyaleta Maine ku derket şîrê wan bi mîktarek zêde jehra PFASê tê de heye. Ev jehr ji wan derman û bermayiyên ku wek "gubre" dabûn zeviyên çandiniyê peyda bibû. Xwediyê zeviyekê neçar ma hemû çêlekên xwe bikuje, çunkî şîrê wan bi çêbûna pençeşêrê (kanser) re têkildar bû.
Hikûmeta Amerîkayê û Ajansa Parastina Jîngehê (EPA) piştî van raporan cara yekem pîvanên (standartên) tund ji bo van maddeyan danîn. Kompanyaya “3M” ku yek ji hilberîneran e, ragihand ku heya sala 2025an dê hilberîna wan maddeyan bide sekinandin piştî ku bi milyaran dolar qerebû da kesên ziyanpêketî.
Di destpêka sala 2013an de, kanala BBC di bernameya Panorama de bi sernavê "The Horsemeat Scandal" eşkere kir ku ew goştê bi navê goştê çêlekê tê firotin, goştê hespan e û dermanê veterîneriyê (Phenylbutazone) lê hatiye zêdekirin ku ji bo mirovan metirsîdar e û dibe sedema kêmxwîniyeke kujer (Aplastic Anemia). Ev bû sedema vekişandina bi milyonan berhemên goşt ji marketên wek (Tesco) û (Aldi). Gelek kargehên mezin li Fransa, Romanya û Polonyayê hatin girtin. Li Brîtanyayê "Yekeya Sûcên Xwarinê" (Food Crime Unit) hat avakirin da ku rê li ber sextekariya xwarinê bigre.
Di salên 2010 û 2013an de, kanala CBSê di bernameya 60 Minutes de raporek bi navê "The Chicken Commandos" weşand. Wan nîşan da ku 80% ji hemû antîbiyotîkên li Amerîkayê tên hilberandin, didin ajal û mirîşkan, ne ji bo dermankirinê, lê ji bo ku zû qelew bibin. Vê yekê hişt ku bakteriyên metirsîdar wek Salmonella çêbibin ku tu derman bandorê lê nakin. Kompanyayên Tyson Foods û Perdue ku di cîhanê de yên herî mezin in, neçar bûn biryar bidin ku bikaranîna antîbiyotîkan bidin sekinandin. Komeleya Bijîşkên Amerîkayê (AMA) hişyariyên tund dan û hikûmet neçar kirin ku di sala 2017an de qanûna VFDê derxe ku bikaranîna dermanan ji bo geşepêdana ajalan qedexe kir.
Di sala 2012an de, kanala ABCnewsê raporek li ser goştê ajalan weşand. Eşkere bû ku hinek kompanya bermayiyên wan beşên goşt ên ku bezê wan zêde ye û gelek caran bo xwarina kûçikan tên bikaranîn, tevlî goştê qîme yê nav marketan dikin.
Ji bo ku bakterî tê de nemînin, goşt bi "gaza amonyakê" paqij dikirin. Ev wek rûreşiyeke mezin hat nîşandan; firotina goştê qîme li Amerîkayê bi rêjeyeke xeyalî daket. Kargeha mezin a BPI sê kargehên xwe girtin. Dibistanên Amerîkayê biryar dan ku êdî wî goştî nedin xwendekaran. Piştre CBS û CNN raporên wekhev weşandin.
Di navbera salên 2011 û 2012an de, bernameya The Dr. Oz Showê bi hevkariya CBS û piştre CNNê lêkolîn kirin li ser hebûna maddeya Arsenicê ku jehreke kujer e, di nav birinc û şerbeta sêvan a zarokan de. Derket ku ji ber dermanên qirkirinê yên di çandiniyê de tên bikaranîn, ev jehr di nav axê de dimîne û derbasî berhemê dibe. Rêxistina Xwarin û Derman a Amerîkî (FDA) neçar ma standartên nû deyne û mîktara arsenîkê di şerbeta sêvan de sînor bike.
FOXnewsê di navbera salên 2008 û 2012an de zincîreyek raporan amade kir. Raporên wan nîşan dan ku serbirgeh bi şoka elektrîkê û zextê, wan çêlekên ku pir nexweş in û nikarin bimeşin (ku îhtîmalek mezin heye nexweşiya "çêleka dîn" pê re hebe), neçar dikin ku biçin ser xeta serbirînê da ku goştê wan bifroşin. Ev bû sedema mezintirîn vekişandina goşt di dîroka Amerîkayê de (zêdetirî 143 mîlyon paund goşt). Wezareta Çandiniyê ya Amerîkayê (USDA) qanûneke nû derxist ku serbirîna ajalên "hilweşiyayî" bi her awayî qedexe kir.
Di salên 1997-1998an de, du nûçegihan Jane Akre û Steve Wilson li FOXnewsê lêkolînek kirin li ser hormona geşebûnê ya destkird (rBGH) ku kompanyaya Monsanto çêkiribû û didan çêlekan da ku şîrê wan zêde bibe. Raporê nîşan da ku ev hormon dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê ji bo mirovan û înltîhaba memikên çêlekan. Kompanyaya Monsanto zext li FOXnewsê kir ku raporê weşeneke. Nûçegihan hatin derxistin, lê piştre di dadgehê de bi ser ketin. Vê yekê hişt ku xelk hişyar bibe û niha li ser gelek şîran nivîsandiye "No rBGH".
Di sala 1996an de, BBCya Brîtanî zincîreyek raporan weşand li ser wê yekê ku çawa xwedan zeviyan "bermayiyên ajalên mirî û hestî" kirine alif û dane çêlekan. Ev bû sedema belavbûna nexweşiyekê ku mejî dixwar (BSE) û derbasî mirovan bû. Hikûmeta Brîtanyayê neçar ma zêdetirî çar mîlyon çêlekan bikuje. Hinartina goştê Brîtanî bo hemû cîhanê ji bo çend salan hat qedexekirin. Qanûna alifê ajalan li hemû cîhanê guherî.
Li vir ez dixwazim li ser Kurdistanê bibêjim: Tiştê ku (Renc Sengawî) di dema xebata xwe ya rojnamevaniyê de kiriye, carinan ji wan karên ku di kanalên Amerîka û Ewropayê de hatine kirin zêdetir bûye. Renc Sengawî bi bernameyên xwe yên li ser xirabiya berhemên hawirdekirî, bû sedem ku hikûmet beriya çend salan biryara damezrandina "Quality Control"ê bide û xwedê jê razî d. Mieyed Ebdulrehman Qocî wek kesekî pispor û xemsaxê Kurdistanê bû rêveberê wê.
Her wiha tiştê ku Renc Sengawî bi rêya Rûdawê ji bo baştirkirina kalîteya dermanan kir (bi rêya zincîreyek bernameyan), hikûmetê wê demê biryarnameyeke 28 xalî ji bo baştirkirina kalîteya dermanan derxist. Tevî gelek bernameyên dîrokî yên din ji bo parastina jiyan û berîka xelkê Kurdistanê.
Tiştê ku Renc Sengawî ji bo baştirkirina berhemên navxweyî kiriye, rêgirtina li sextekariya wan kesan e ku berhemên qedexekirî û bêkalîte ji derve tînin bo xelkê Kurdistanê; ew karê ku berhem û jiyana xelkê Kurdistanê pê têk diçe. Her wiha ji bo wê ye ku hikûmet Quality Controla xwe bihêztir bike.
Kî ku ji hewildanên tunekirina berhemên xirab û netendurist li welatê me hêrs bibe, diyar e ku berjewendiya wî pê têk diçe. Xelkê Kurdistanê ku mixabin tu bîme û garantiyeke tenduristiyê nîne, bi hêsantirîn nexweşî dikeve bin barê deynan. Nexasim heger nexweşî pençeşêr be, divê her tiştê di jiyana xwe de kom kiriye bide da ku nexweşê wî hinekî din bijî.
Ev beşek ji xebata sala borî ya bernameya "Legel Ranj" (Li Gel Renc) ne ku hemû di xizmeta xelkê de bûn, lê dibe ku hinek ji wan karên han ziyan gihandibe sextekarî û çavbirçîtiya hinek kesan:
16ê Sibata îsal: Bernameya "Legel Ranj" deriyê xelwetgeha pîran vekir û guh da êşa wan kal û pîran. Vê yekê hişt ku hişyariyeke civakî li cem nifşê nû çêbibe û sermayedarên niştimanperwer li Silêmaniyê biryara avakirina xelwetgeheke nûjen dan.
25ê Çiriya Paşîn a 2025an: Perde li ser jiyana karkerên jîngehparêz rakir; kartekêşiyeke mezin çêbû û xelk niha bi rêzeke mezintir li wan dinêre û alîkarî gihîşt bi dehan ji wan.
21ê Kanûna Pêşîn a 2025an: Metirsiya milyaran perçeyên yedek ên otomobîlan ên bêkalîte eşkere kir ku jiyana xelkê pê ve girêdayî ye.
2ê Kanûna Pêşîn a 2025an: Metirsiya bîhnên (parfûm) sexte û gefa wan li ser tenduristî û berîka xelkê eşkere kir.
19ê Çiriya Pêşîn a 2025an: Li ser hinara Helebceyê nîqaş kir ku çawa giringiyeke zêdetir bidin berhemên navxweyî.
17ê Tebaxa 2025an: Nihêniyên çêkirina mast û alifê jehrawî eşkere kir û diyar kir ku berhemên şîr ên navxweyî çiqas ji yên îthal çêtir in.
3ê Tebaxa 2025an: Bernameyek berfireh li ser piştgiriya kasibkar û masîfiroşan û metirsiya ji navçûna masiyên navxweyî amade kir.
27ê Îlona 2025an: Eşkere kir ku çawa xelk ji yekeyên niştecîbûnê bêpar dimînin û şûqeyek bi bihayê 15 sal xebata asayî ye.
18ê Gulana 2025an: Li ser mûçeyê xanenşînan (teqawît) deng bilind kir, wê demê zêdetirî 20 hezar xanenşînan 5 meh bûn mûçe wernegerandibûn.
23ê Adara 2025an: Eşkere kir ku salane 22 mîlyon dolarên Herêma Kurdistanê ji bo kirîna şitil û daran diçe derve, di gava ku Kurdistan bo hilberîna wan pir guncan e.
23ê Sibata 2025an: Behsa wî "dijminê veşartî" yê di nav firaq û pêdiviyan de kir (wek fasa bêkalîte) ku çawa mirovan nexweş dike.
Her di sala 2025an de: Di çar bernameyan de behsa danemezrandina xwendekarên yekem, perwerdeya hikûmî û sektora taybet kir û piştgiriya sektora giştî kir.