Rastiya tehl an dilxweşiya derewîn?
Di ferhenga siyasî û civaknasiya nû de, medya ne tenê amûrek e ji bo veguhastina zanyariyan her wiha wekî çavdêr û parastvan tê binavkirin. Ev têgeh di cîhana rojnamegeriya profesyonel de tê wê wateyê ku erka medyayê ye çavdêriya hûr a desthilatan, bazar û saziyan bike da ku rê li ber her veqetîneke ku zererê dide berjewendiya giştî bigire.
Dema ku saziyeke medyayî ya wekî Tora Medyayî ya Rûdawê dosyeya "kontrolkirina kalîteyê, dermanên sexte û xerabiya berhemên xurekê" vedike, dijayetiya ti kesî nake, ew li gorî standarta herî bilind a pîşeyî tevdigere ku li cîhanê tê bicihanîn.
Li welatên bipêşketî yên wekî Amerîka û Ewropayê şanaziya herî mezin a medyayê ew dem e ku dikarin bi rêya rojnamegeriya lêkolînî perdeya li ser gendeliya di kerta derman an xwirekê de rakin. Wekî mînak, dema ku rojnameya Washington Post an New York Times li ser şîrketeke mezin a dermanan lêkolînê dikin ku bandorên neyînî yên dermanê xwe veşartine, ne tenê wekî dijberê berjewendiya xelkê nayên binavkirin, her wiha xelata mezin a medyayê jî werdigirin.
Medya bi vî awayî karê xwe dike, bi parastina jiyana xelkê û eşkerekirina rastiyan.
Şopandin û nîşandana dîmenên veşartî yên deriyên sînorî, qaçaxçîtiya anîna derman û kel û pelên sexte û nebûna kontrolkirina kalîteyê, heman ew rêbaza zanistî û pîşeyî ye ku medyaya navdar a cîhanê dişopîne.
Armanc ne hilweşandina kerta bazirganiyê ye lê neçarkirina saziyan e ji bo pêbendbûna bi standartan û hebûna bazirganiyeke bêsextekarî ye.
Dema ku qala xerabiya kontrolkirina kalîteyê tê kirin, em tenê qala kel û peleke ku rengê wê xera bûye nakin, her wiha em qala "madeyên bijehr", "dermanên qedexekirî" û "dermanên bêbandor" dikin ku dikeve nav xwîna zarokên me.
Encama hatina dermanên sexte ya ji deriyên sînorî ev e: Zêdebûna rêjeya mirina ji nişka ve, zêdebûna penceşêrê, têkçûna gurçik û kezebê ji ber madeyên kîmyawî yên zererê didin û bêhêvîbûna nexweş a ji wergirtina çareseriyê û dirêjdomandina êş û azarên wî.
Dema ku medya van rastiyan radixe ber çavan, wekî amûreke hişyarkirinê ye. Eger medya qala metirsiyên wan xwirek û dermanan neke, kî dê welatiyan agahdar bike? Gelo bêdengbûna li hemberî vê karesata mirovî, ne xiyaneta li exlaqê pîşeyî ye?
Her tim li pişt her hawar û nerazîbûneke li dijî medyayê, berjewendiyeke darayî yan siyasî heye. Loma ew kesên ku pê nexweş in Rûdaw qala kontrolkirina kalîteyê bike, çend grûp in, beşek ji wan ew in ku qezenca xwe ji jiyana welatiyekî girîngtir dibînin.
Her wiha ew kesên ku dixwazin çîroka dilêş a hatina made û dermanên bijehr veşêrin, beşek ji wan qaçaxçî ne ku tariyî û nebûna çavdêriya medyayî ji bo karên xwe yên neyasayî wekî jîngeha herî baş dibînin.
Tohmetbarkirina medyayê bi gotina "xelkê ditirsîne" tenê hinceteke lawaz e. Rastî ew e ku "divê xelk bitirse" dema ku dizane tiştê ku dixwe yan wekî derman bi kar tîne, pişkinîn jê re nehatiye kirin.
Tirs li vê derê dibe sedema zexta li ser şîrket û saziyên kontrolkirina kalîteyê da ku çaksaziyê bikin.
Li hemû cîhanê, medya tiliya xwe datîne ser birînan da ku aliyên pêwendîdar bibînin û çareser bikin. Eger medya birînê nebîne yan bibîne û nebêje, ew birîn dibe "kangren" û hemû laşê civakê ji nav dibe.
Bi kurtasî peyama medyaya bibandor zelal e, em ne li vê derê ne ku dilxweşiya derewîn ji xelkê re çêbikin lê em li vê derê ne ku rastiyên tehl bibêjin da ku jiyana wan biparêzin. Parastina ewlehiya xwirek û dermanan, erkeke hevpar a navbera hikûmet, civaka sivîl û medyayê ye. Her tim jî wisa bûye; kesê pîşeyî rastiyan eşkere dike û kesê cahil jî bagerê dike.