Fobiyê navnîşan guherand

27-04-2013
A+ A-

Her rûdanek ji bo hinekan dibe sedema metirsiyan, ji bo hinekan jî dibe sedema hêviyan. Kurd û Tirk bi awayên cuda bûyerên siyasî û civakî dinirxînin û gellek caran daxwaziyên wan ên siyasî berovajiyê hevdu ne.

Hebûna gelê kurd li Tirkiyeyê nêzîkî 90 salan di hêla fermî de hat înkarkirin. Kurd bi ti awayî di nava yasa û rêziknameyên dezgehên dewletê de eṣkere derbas nebûn. Mîmarê înkariya Kurdan Komara Tirkiyeyê ye ku îsal dibe 90 salî. Rayedar û rêvebirên vê dewletê hewl didin ku di sala 2023ê de, ango di 100. salvegera damezirandina Komara Tirkiyeyê de, di aliyê aborî, civakî û çandî de dewletê bi hîmên demokrasiyê reorganîze bikin û bigihînin asta herî bilind. Lewma hikûmeta AKPê, ya ku piṣtî partiya damezrêner CHPê dibe hikûmeta duyem ku ji deh salan zêdetir desthilatdariyê dike, hewl dide bi ṣîret û pêṣniyarên şirîgên xwe yên rojava û bi baweriya xwe ya navxweyî ji niha ve îmaja dewletê biguherîne. Ji bo ku Komara Tirkiyeyê di 100. salvegera damezirandina xwe de bibe dewleteke mînak, divê beriya her tiştî xwe ji fobiyên xwe rizgar bike.

Fobiya sereke hebûn û danasîna mafên Kurdan e.

Xuyaye ku dewlet hewl dide xwe ji hêla înkarkirina Kurdan vekiṣîne. Şert û mercên siyaseta navnetewî û rola ku ji bo herêmê jê tê xwestin zextan lê dike ku hebûna Kurdan bi awayekî fermî di nava sînorên xwe de û li derveyî sînor bipejirîne.

Eger ev siyaset biserkeve wê fobiya dîrokî bibe fersenda pêşerojê.

Hevdîtinên ligel serokê PKKê Abdullah Ocalan di çarçoveya danasîna Kurdan de ye, lê bi şertekî: ku Kurd dev ji daxwaziyên xwe yên netewî yên radîkal berdin û di çarçoveya demokratîzekirina dewletê de hêza xwe tevlî wê bikin.

Bi vê mebestê hikûmeta AKPê di çarçoveya “pêvajoya çareseriyêˮ de ji bo qanîkirina xelkên Tirkiyeyê 63 kesên aqilmend hilbijartin û ew li 7 herêman belav kirin.

Ji 63 mirovên aqilmend 15 kes ji aliyê BDPê ve hatin pêşniyarkirin. Pêṣniyarên CHP û MHPê nînin, ji ber ku herdu partî dijberiya pêvajoyê dikin. Pirraniya kesên aqilmend bi nêrîn û helwestên xwe nêzîkê siyaseta AKPê ne, lewma hikûmet beriya her tiştî ji wan çaverê dike ku alîgirên wê qanî bikin.

Koma aqilmendan bi grûbên 9 kesî ev heftiyekê ye ku li navçe û bajaran digerin, serdana partiyên siyasî û saziyên sivîl dikin û li qehwexaneyan û bazaran bi gel re rûdinên û li nêrînên gel guhdar dikin.

Du komên aqilmendan ji bo du herêmên Bakurê Kurdistanê hatine wezîfedarkirin, lê karê wan li gor komên din hêsantir e, ji ber ku li bajarên ku hejmara Kurdan li wan kêm e, mirovên aqilmend rastî rexneyan tên.

Rexne ji devê kesên sivîl tên, li dijî mafên Kurdan in, lê dişibin fobiyên dewletê.

Hinek kes pirsyaran ji wan dikin, hinek jî pêṣniyar û rexneyen xwe tînin ziman. Dema mirov bi ҫavekî gelemperî li hemû pirsyar, pêşniyar, rexne û ramanên gelê tirk dinêrê, dibîne ku ji aliyekê ve hêviya rewşeke aram dikin, lê ji aliyê din ve siyaseta kevin a dewletê û fobiyên fermî tînin ziman.

Sê alî civatê hesasiyetên xwe destnîşan dikin: Aliyên kemalîst, aliyên oldar û aliyên çepgir.

Ewên kemalîst destnîṣan dikin ku pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê tine ye û Kurd dikarin dewlemend jî bibin, dikarin di siyasetê de herin heta asta herî bilind jî.

Ewên oldar radigihînin ku Tirk û Kurd bira ne û Misilman in û ti hêz nikare wan ji hev cuda bike. Dewleta laîk ya berê hinek zext li ser gel kirine, lê ne tenê li ser Kurdan, li ser Tirkan jî.

Ewên çepgir jî pêvajoya aşitiyê di çarçoveya siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn de dinirxînin û dibêjin “emperyalîzm hewl dide Tirkiyeyê weke Yugoslavyayê perçe bike” û “weke Bakurê Îraqê herêmeke azad ji Kurdan re ava bike.”

Gellek kes weke binavkirina fermî ya dewletê ji PKKê re dibêjin “rêxistina terorîstˮ, ji Ocalan re jî dibêjin “serkêşê cudaxazanˮ.

Ango dibe ku Kurd bêjin dewleta înkarker siyaseta xwe diguherîne, lê deriyê pêvajoyeke din vedibe: Pêvajoya pejirandina Kurdan ji aliyê gelê tirk ve. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst