Agir li Bexda û dûman li Enbarê; guvaşên nû ji bo tenêhîştina Sedir

Yasîn Teha*

Xetimîna konevanî li Iraqê berdewam e. Piştî şikestina duyemîn hewldana hilbijartina serokkomar (26ê adarê) û piştî ku Sedir 40 roj molet da rikeberên xwe da ku hikûmetê pêk bînin (1ê nîsanê), tu pêşveçûneke siyasî ya mezin neqewimî. Lê li paytexta niha ya biryara sunî, Parêzgeha Enbarê, hewldanên parçekirina hevpeymaniya sêalî li ser agirê dadgeh û çekan hatine danîn.

Enbar cîwarê hinek stêrkên siyasî yên niha yên sunî ye, wek Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û serokê mezintirîn hevpeymaniya suniyan "El-Siyade/Serwerî" Xemîs Xencer.

Di eynî demê de jî, rêka gihîştina kûrahiya îranî û şiî bi axa Sûriyê ye û ji wir jî bo Hizbulaha Libnanê û hewza Deryaya Navîn. Her wiha ji ber ku yek ji wan parêzgehan bû ku ketin bin destên rêxistinên Qaîde û DAIŞê de, di kontrolkirinê de (kanûna yekem a sala 2015an), hin deverên stratejî ketin destên komik û grubên çekdar ên Heşda Şeibî wek qonaxên paşê yên Selahedîn û Neynewayê.

Ji ber vê sedemê jî, ev devera sunî ku piştî ketina Bexdayê (9ê nîsana 2003yan) demekê stargeha Sedam û malbata wî bû, vêga yek ji wargehên grubên çekdar ên Heşda welaî ye (alîgirên Îranê) û çunkî cînara Kerbelayê ye û di navbera her du parêzgehan de hinek deverên cihê nakokiyê jî hene (Nixêb û Rehaliye" hîn bêhtir çav li ser in.

Rewşa DAIŞê rê li ber hegemoniya Heşdê li rojavayê Iraqê vekir, ku vêga bûye yek ji mekanîzm û kartên di destê "Çarçoveya Hevahengiyê ya Şiî" de ji bo lêdana Helbûsî û bêgavkirina hevpeymaniya serweriyê ya sunî bi xwekişandina ji hevalbendiya sêalî. Li wê gorê ku piştî Bexda û Mûsilê, vêga navenda biryara suniyan bû Enbar û şîeyan ji milekê zêdetir kar ji bona vê yekê kirine.

Ji wan jî, azadkirina wezîrê darayî yê berêtir Rafî Îsawî ji zindanê û piştevanîkirina li "Stam Ebû Rîşe", ku yê yekem ji wan stêrkeke enbarî ya ji Xencer û Helbûsî naskirîtir û kevnartir e. Yê duduyê jî "dijberekî cihêreng" ê serokê parlamentoyê ye û wexta ku hêzên leşkerî çûn wî bigirin (li ser twitên wî yên sert ên 31ê adarê) me dît çawa dorhêlên dîwanxaneya wî bi hamer û çekdarên ketîbeyên Hizbulahê hatiye pêçandin û di bin parastina wan de ye!

Guvaşên li ser Helbûsî ku livandina hêzên Heşdê bi hêla Enbarê û milê rojavayê Iraqê jî jê peyda bû, li dû wan jî gefên hinek êlan ji bo derketina li dijî wan hat. Di pêşhata herî nû de jî gihîştiye vegotina "dijberekî din" ê Helbûsî ku mîrê hozên Dilêm Şêx Elî Hatem e.

Şêx Elî Hatem ku li Enbarê xwediyê pêgeheke civakî ye, berî 8 salan gava serokatiya çend gruban ji çekdarên êlên Enbarê dikir, di navbera wî û serokwezîrê wê demê Malikî de nexweş bû, pêwendiya wan têk çû. Wek karvedan û bertek jî dest bi pesndana DAIŞê kir û di hevpeyvînekê de bi Reutersê re (tebaxa 2014) behsa wê yekê kiribû ku amade ye destê xwe bixe nav destê wan û heyamekê jî slogana "em bo Bexdayê di rê de ne" wek gefekê bilind kiribû.

Li ser vê yekê jî fermana girtina wî derketibû, lê vêga bi nobedariya çend yekîneyên çekdar ku tê gotin ji ketîbeyên Hizbulahê ne, vegeriyaye Bexdayê ji bo ku mîna wezîrê darayî yê serdema Malikî, Rafî Îsawî, ew jî vegere Enbarê.

Bi vê yekê jî rêbertiya bingehên cemawerî yên sunî, qet nebe li Enbarê ji hêla Xencer û Helbûsî ve nayê zeftkirin. Piştî ku gihişte Bexdayê, Elî Hatem dest bi axaftinan li dijî Helbûsî û Sedir kir û di twit û derketinên wî de alîgiriya wî ji bo projeya "Çarçoveya Hevahengiyê" ku "sazan" e bi awayekî eşkere diyar bû.

Zêdekirina hewldana "Çarçoveya Hevahengiyê" li Enbarê piştî tirsa rûbirûbûna rasterast a Sedir û hevalbend û alîgirên wî tê. Her wiha piştî vê bêhêvîbûna ji guhertina helwesta Barzanî ji hevpeymaniya sêalî. Ev parêzgeh jî ku kûrahiya wê ya stratejî ya xurt nîne, berbijêr e da ku di rojên bê de bikeve ber guvaş û aloziyên zêdetir, ji bona ku yek ji stûnên sêkuçkeya "Rizgariya welêt" hilweşe. Her çiqas Xencer û Helbûsî pir bi tundî û sertî berevaniyê nakin, lê nîşanên poşmanbûnê jî nîşan nadin û her pabendî hevpeymaniyê ne.

Bikaranîna pergala dadgerî û dosyeyên dadgehê ji bo şikandina rikeberên konevanî, teknîkeke kevin û naskirî ya Nûrî Malikî ye. Di wîlayetên (ger) wî de (2005-2014) madeya 4ê ya terorê taybet bû bi rikeber û dijberên sunî. Vê heynê jî ku çavgirtin li du kesayetiyên wan hatiye kirin û dabaşa navên din jî tê kirin, sêr dike bi ser serê sêrbazî de biqulibe. Çunkî kolana şiî heyecan kiriye, xasma ku çendik û çend sal in li ser îblîskirina wan têne perwerdekirin û hinekan ji wan di şerên Enbarê de qurbanî jî dane. Lew, Malikî û Amirî û gelek komên din ên Heşdê bêgav bûn, di bin lêvê de spîkirina dosyeya daxwazkiriyên sunî şermezar bikin û xwe ji haydarî yan rêxweşkirina vegera Şêx Elî Hatem jî bêrî kirin.

Nêrîneke berbelav heye ku tişta vêga li Enbarê diqewime, nîvê duyem ê lîstikên moşekbarankirina Hewlêrê (13ê adarê) û şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê be (28ê adarê), xasma ku îraniyan serdaneke çaverêkirî û plankirî ya Helbûsî ji bo Tehranê hilweşand. Ji bo ku di germiya hevrikiya wî bi baskên îranî yên Iraqê re, wer nexuye ku li Tehranê karakterekê pejirandî ye (26ê adarê).

Bi girîmaneya serketina hewldanên grubên şiî jî ji bo qewitandina Helbûsî û Xencer ji hevpeymaniya sêalî ku gotin û bi dizî derxistina gotinan ji her du aliyan pir in, ku gotûbêja îranî û îmaratî jî ji bo wê mebestê têketibe, hêj mala şiî her li pêşber girêka Sedir dimîne. Çunkî her hikûmetek û hevpeymaniyek bêyî beşdariya Sedir û bizava wî, çarenivîsa wê dibe rûbirûbûna alozî, kaos û xwepêşandanan. Wek çaxê avête ser parlamento û hikûmetê û wî bi xwe jî di sala 2016an de konê xwe li Navçeya kesk vegirt.

 

* Yasîn Teha, şehrezayê karûbarên Iraqê ye û ev gotar taybet ji bo Navenda Lêkolînên Rûdawê nivîsiye.