Dorpêça Amerîkayê û çarenivîsa bîrên Îranê yên petrolê
Girtina benderên Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve ku niha di hefteya xwe ya sêyem de ye, bi awayekî bibandor hinardekirina yekî ji mezintirîn welatên hilberînerên petrolê yên cîhanê gihandiye sifirê lê zerera herî mezin li ser okyanusan çênabe, bi hezaran metreyan di bin erdê de, di nav parzûngehên mezin ên petrolê yên Îranê de çêdibe ku nikarin li benda çareseriya dîplomatîk bimînin.
Dema Hêza Deryayî ya Amerîkayê 14ê Nîsanê de benderên Îranê girtin, medyayên cîhanê tavilê bala xwe da ser bihayê petrolê û bersiva serokê parlamentoya Îranê, ku gotibû "Amerîkayî dê di demeke nêzîk de bêriya benzîna çar dolarî bikin," wekî gefekê ji bo bilindbûna berbiçav a bihayê sotemeniyê dîtin lê tiştê ku kêm kes lê difikirin, ew zerer e ku di parzûngehên petrolê yên parêzgeha Xûzistanê de pêk tê.
Bîrên petrolê mîna ampulan nayên temirandin, ew sîstemên zindî ne û bi pêkhateyên jeolojîk ve girêdayî ne ku bi milyonan sal in di bin guvaşeke berdewam de ne. Dema ku bîrek di qonaxa hilberînê de be, ew guvaş ber bi jor ve tê arastekirin. Eger petrol neyê hinardekirin, divê bê hilanîn lê dema ku cihê hilanînê nemîne, bîrên petrolê bi neçarî divê bên girtin. Pirsgirêk li vir e ku heke hilberîna petrolê bisekine jî jeolojî nasekine. Di mînaka Îranê de, dibe ku ev zerer a girtina bîran di paşerojê de ji zerera êrişên mûşekî mezintir be.
Herêma Kurdistanê jî tecrubeyeke wiha heye. Ya ku niha li Îranê îhtîmala rûdana wê heye, berê li Herêma Kurdistanê pêk hatibû. Dema ku bi biryara dadgeha navbeynkariyê ya navneteweyî dawiya adara 2023yan de hinardekirina petrolê sekinî, di demeke kurt de kompanyayên petrolê ji ber tijîbûna embarên xwe neçar man bîrên xwe yên petrolê bigirin.
Bendereke ku li ber tijîbûnê ye
Hemû tişt di zincîra hinardekirina petrola Îranê de di cihekî de derbas dibin: Girava Xarkê. Ji vê girava mircanî ya biçûk ku bi qasî 25 kîlometreyan dûrî peravên başûrê rojavayê Îranê ye, ji sedî 94ê hinardeya petrola Îranê tê kirin.
Skele bi awayekî hatine çêkirin ku keştiyên mezin ên petrolê dikarin lê rawestin û petrolê bar bikin, ew keştiyên ku bi qasî 2 milyon bermîl petrol digirin. Di belgeyeke Dezgeha Sîxuriyê ya Amerîkayê (CIA) ya sala 1984an de, navendên girava Xarkê wekî "cihê herî girîng di sîstema petrola Îranê de" tên binavkirin û berdewamiya vê giravê jî wekî "pêwîstiyeke sereke ji bo mayîna aboriya Îranê" tê dîtin.
Ji roja ku dorpêça Amerîkayê ketiye meriyetê, ew keştiyên mezin êdî nikarin werin Xarkê û petrolê bar bikin lê petrola xav tim tê û tê hilanîn. Li gorî kompanyaya Kpler ku kompanyayeke pêşeng e di warê zanyariyên bazirganiyê de, şiyana Îranê heye ku nêzîkî 31 milyon bermîl petrol li Xarkê hilîne û heta 7ê adarê 18 milyon bermîl tê de hatine hilanîn, yanî ji sedî 58ê wê tijî bûye. Kplerê texmîn kiriye ku di rojên destpêkê yên dorpêçê de hîn cihê bi qasî 30 milyon bermîlan hebû lê êdî li ber wê ye ku cihê vala ji bo hilanîna zêdetir petrolê nemîne. Pisporên Navenda (Pêvana Aboriya Rojhilata Navîn) dibêjin îhtîmaleke mezin ew e ku Îran beriya gihîştina asta herî bilind a hilanînê, dest bi kêmkirina hilberîna petrolê bike.
Heta niha jî wekî rêkareke demkî, wî welatî keştiya mezin a petrolê ya bi navê "Naşa" ku temenê wê 30 sal bû û ji kar ketibû, wekî embara li ser deryayê bi kar aniye ku li peravên girava Xarkê rawestiyaye. Li gorî gotinên Frederick Schneiderê ji Encumena Rojhilata Navîn, beriya destpêkirina dorpêçê bi qasî 127 milyon bermîl petrola Îranê li embarên ser deryayê hebû lê ajansa (Windward) a zanyariyên deryayî, ew hejmar heta nîvê nîsanê wekî 157,7 milyon bermîl texmîn kiriye.
Di bin erdê de çi pêk tê?
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di 21ê nîsanê de behsa metirsiyên jeolojîk kir û di postekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsî: "Di çend rojan de dê embarên girava Xarkê tijî bibin û bîrên hestiyar ên petrola Îranê dê bên girtin." Bessent tekez kir ku "sînordarkirina bazirganiya deryayî ya Îranê, dê rasterast bibe sedema qutbûna damarên sereke yên dahata hikûmeta Îranê."
Parzûngehên mezin ên petrola Îranê, di nav de Ehwaz, Geçsaran, Marûn, Axacarî û koma parzûngehên petrola giran a rojavayê Karûnê, hemû embarên kevirî yên karbonî yên kevn in ku piraniya wan di navbera salên 1920 û 1960î de hatine dîtin.
Li gorî analîzên Homayoun Falakshahiyê ji kompanyaya Kpler, hilberîna petrola xav a Îranê beriya destpêkirina şer û piştî wê jî ber bi daketinê ve çûye. Di meha adarê de rojane 200,000 bermîl kêm bûye û daketiye 3,68 milyon bermîlan û tê pêşbînîkirin ku di meha nîsanê de jî 420,000 bermîlên din jê kêm bibin û bibe 3,43 milyon bermîl. Ev bi awayekî eşkere nîşan dide ka pûçbûna hinardekirina petrola Îranê çawa hilberîna wê ya petrolê jî dadixîne.
Metirsiya sereke ya jeolojîk wekî (Water coning) tê naskirin. Di bin stûna petrolê ya li nav embara her parzûngeheke petrolê de, ava jêrzemînî ya çalak heye. Di dema hilberîna asayî de, ew cudahiya ku di guvaşê de ji ber hilberîna petrolê çêdibe, asta berketina petrol û avê di bin derz û qulikên nav çînên kevirî de diparêze. Dema ku bîrek tê girtin, ew cudahiya guvaşê namîne. Bi vî awayî ava jêrîn ji livînê nasekine. Bi rêya derzên nav çînên kevirî ber bi jor ve diherike û dikeve nav wan derz û qulikên ku berê petrol tê de bû. Ew petrol li wir dimîne û êdî bi rêya asayî nayê derxistin û qetis dimîne. Ji aliyê pratîkî ve, ew petrol wekî ji dest çûyî tê hejmartin.
Analîzeke hûrgilî ya Raymond Hakim endezyarê petrolê ku di 21ê Nîsanê de li ser malpera (Energy News Beat) hat belavkirin, vê rewşê bi zelalî nîşan dide. Girtina neçarî ya bîran piştî tenê çar rojan dikare hevsengiya guvaşa embaran têk bibe û bibe sedema ketina av û gazê û dirustbûna parafîn (mûm) ku boriya û qulikan digire. Ev yek jî dibe ku bi sedan bîran bike bîrên bêkêr yan jî herdemî zererê bide wan. Sedemeke din a hilweşîna bîrên petrolê niştina parafîn an jî mûmê ye ku pirsgirêkê girantir dike. Petrola giran a Îranê (API 29.6), ku piraniya qebareya hinardekirina Îranê pêk tîne û bi piranî ji pêkhateyên Geçsaran û Marûnê tê, xwedî rêjeyeke zêde ya mûmê ye. Di bîreke girtî de, pileya germê dadikeve û mûm li ser dîwarên boriyan disekine, bi vê yekê ew rêya ku divê petrol jê re derbas bibe ji bo destpêkirina ducare ya hilberînê, tê girtin.
Her yek ji dezgehên The Gateway Pundit û Foundation for Defense of Democracies balê dikişînin ser mayîndebûna zereran. Ew dibêjin, vekirina bîrên girtî dibe ku bi mehan biajo û xebitandina wan dê bi milyaran dolarî li wan raweste û di hinek deman de hilberîn êdî ti carî mîna berê nabe.
Kompanyaya Rystad Energyê bi serê xwe texmîn kiriye ku binesaziya vizeyê ya Îranê tenê ji bo çareserkirina zererên rasterast ên êrişan, pêdivî bi 19 milyar dolarî heye û vegerandina tam a hilberînê jî dibe ku du salan biajo. Ev bêyî li ber çavan girtina zererên herdemî yên embarên jêrzemînî ye. Nirxandineke berfirehtir a Rystadê nîşan da ku şerê Rojhilata Navîn dikare bi qasî 58 milyar dolarî zererê bide binesaziya vizeyê ya herêmê, ku 50 milyar dolar tenê ji bo dezgehên petrol û gazê ne.
Sisê Senaryo
Niha dema dorpêçê wekî guhêrkeke sereke di paşeroja petrola Îranê de ye. Beriya destpêkirina şer, Îranê di sala 2025an de rojane bi navînî 1,68 milyon bermîl petrol hinarde dikir û rojane nêzîkî 115 milyon dolar ango mehane 3,45 milyar dolar dahata wê hebû. Ew hejmar êdî nînin. Senaryoyên jêrîn rêyên cuda yên paşerojê nîşan didin:
Senaryoya Yekem: Rêkeftin beriya nîvê gulanê
Eger çareseriyeke dîplomatîk derfetê bide ku dorpêç beriya tijîbûna tam a embarên Xarkê bê rakirin, dê Îran ji pirsgirêka herî xirab a girtina neçarî ya bîran rizgar bibe. Daneyên Kplerê nîşan didin ku Îranê di meha adarê de hîn jî rojane 1,84 milyon bermîl petrol hinarde kiriye lê ew derfeta dahatê niha hatiye girtin. Di vê senaryoyê de tenê zerereke rojane ya di navbera 100,000 û 200,000 bermîlan de digihêje şiyana hilberînê û di nava 4 heta 8 hefteyan de piraniya berhemê dê vegere.
Senaryoya Duyem: Berdewamiya dorpêçê heta dawiya gulanê û destpêkirina ducare ya şer di hezîranê de
Li vir zererên jeolojîk mezin in û beşek ji wan bêveger in. Tijîbûna embaran bo maweya şeş heta heşt hefteyan, dê bibe sedema girtina bîran li seranserê parzûngehên mezin ên Xûzistanê. Diyardeya bilindbûna avê di nav bîrên petrolê de dê bi taybetî li Ehwaz û Geçsaranê çêbibe. Di vê senaryoyê de zerera herdemî ya hilberînê bi 300,000 heta 500,000 bermîlên rojane tê texmînkirin ku ev jî hevwate ye bi 9 heta 15 milyar dolar dahata salane ku êdî ti carî venagere.
Senaryoya Sêyem: Berdewamiya şer bo mehên hezîran û tîrmehê
Ev senaryo dorpêçeke sê heta şeş mehî vedihewîne ku dema bi şerê Kendavê yê 1991ê re were berhevdkirin balkêş e. Îraqê di destpêka 1991ê de nêzîkî 732 bîrên Kuweytê şewitandin, vemirandina wan agiran neh mehan ajot, 1,5 milyar dolar mesref çûyê û nûjenkirina binesaziyê ji 20 milyar dolarî derbas bû.
Zererên Îranê ji agir hêdîtir in û kêmtir diyar in lê ji aliyê pêkhateyê ve heman in. Di vê senaryoyê de, asta hilberîna domdar a Îranê dê ji 3,1-3,4 milyon bermîlên niha dakeve 2,0-2,5 milyon bermîlên rojane. Zerera herdemî dê bigihêje 500,000 heta 900,000 bermîlên rojane. Bi bihayê 90 dolarî ji bo her bermîlekê, her 500,000 bermîla kêmbûyî dê salane 16,4 milyar dolarî zererê bide Îranê.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê