Kurdistan di nêva agirê Rojhilata-nêvê de ye. Sûriye tarûmar e. Iraq hilweşiyaye. Tirkiye li ser lêva kendalekî ye û Îran jî ne aram e. Di nêv vî agirê Rojhilata-nêvê de ne mimkin e ko Kurdistaneka serbixwe bi metod û rêyên "aştiyane" bêt îlan kirin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebateka jidil ji bo serxwebûna Kurdistanê dike û li pêşiya miletê kurd jî firseteka dîrokî heye lê belê kurd bi xwe wekî milet yan wekî hêzên siyasî ne yekgirtî ne û piştgiriya pêwist nadin Mesûd Barzanî.
Ji bo ko Mesûd Barzanî bikare projeya serxwebûnê bi ser xe divêt hemî hêzên siyasî li hemî parçeyên Kurdistanê arîkariya wî bikin heta ko ew proje bi ser keve. Lê belê dema ko em li rewşa Kurdistanê temaşa dikin wêneyekê reşbîn derdikeve pêşiya me:
- Li bakurê Kurdistanê PKK bi hemî hêza xwe ve li dijî avakirina dewleteka serbixwe ye ko li her cihekî be û nemaze dijminahiyeka bêperwa ya şexsê Barzanî dike û medyaya wê dibêje divêt Barzanî bêt ladan.
- Li Kurdistana Sûriyeyê PYD/YPG bi hemî şiyana xwe li dijî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kar dike û rê li ber hemî partiyên derveyî xwe digire. PYD amade ye ko bi ereban û her kesî re kar bike lê belê ne amade ye ko rê bide derbasbûna pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê.
- Li başûrê Kurdistanê nakokiya di nêvbera Goranê û PDK-ê de gehiştiye asteka hewqasê xeternak ko Goran bi hevkariya YNK-ê û PKK-ê dikare hertiştî bike tenê ji bo ko projeya serxwebûnê ya Mesûd Barzanî têkbiçe.
Gelek kes wisa dihesibînin ko têkiliyên başûrê Kurdistanê digel Tirkiyeyê baş in û Tirkiye dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike. Hîç esl û esasekê vê îdiayê nîne û ev zêdetirî salekê ye ko Tirkiye û PKK bi têkbirina "prosesa çareseriyê" li bakurê Kurdistanê di eslê xwe de dijminahiya serxwebûna başûrê Kurdistanê dikin.
Herçend Tirkiye wekî dewleteka mitefiqa Erebistana Siûdiyeyê û rikebera Îranê bêt nas kirin jî, ji bo rêlibergirtina serxwebûna başûrê Kurdistanê tifaqeka xurt digel Îranê heye û Erdogan û Rûhanî li hev kirine ko "yekîtiya axa Iraqê û ya axa Sûriyeyê" biparêzin da dewleteka kurdî li başûr çênebe û li Kurdistana Sûriyeyê jî herêmeka federal çênebe.
Di vê rewşa kimbax de tenê piştgiriya Emerîkayê û hêzên hevpeyman e ko dihêle Kurdistan li hemberî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê û Daişê têkneçe. Hêzên hevpeymanan piştgiriya hebûna miletê kurd wekî aktorekê li herêmê dikin lê belê di meseleya serxwebûnê de berpirsiyariya herî mezin li ser milê miletê kurd bi xwe ye. Miletê kurd dê serxwebûnê îlan bike. Emerîka yan welatekê dî vê xizmetê ji bo kurdan nake.
Aha di vê rewşê de kurd hêviya mucîzeyekê ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û dibêjin qey heger hemî hêzên siyasî yên Kurdistanê dijminahiya wî bikin jî divêt ew bikare dewleteka serbixwe îlan bike û biparêze.
Ev xeyal e. Kurdistana serbixwe bi mucîzeyan ava nabe. Dema ko hemî miletê kurd li hemî parçeyên Kurdistanê û hemî hêzên siyasî li hemî parçeyên Kurdistanê xwe li pişt serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nekin yek ew ne superman e ko dewletekê ji hîçûpûçekê ava bike.
Divêt berî her tiştî miletê kurd wekî supermilet yekgirtî be heta ko Mesûd Barzanî jî wekî rêberê miletê xwe bikare bibe superman û serxwebûna ko em dixwazin îlan bike. Dema ko miletê kurd supermilet be û Barzanî jî superman be hingê dê Emerîka û hêzên hevpeyman jî û heta Îran û Tirkiye jî îtirafê bi îlankirina dewleteka serbixwe ya kurdî bikin.
Û gotina dawiyê. Ji bo serxwebûnê pêwistî bi referandumê jî nîne.
e-mail: zerevan@nefel.com
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse