Kevirê Aysel Tuglukê naşibe kevirê Edward Seîd
Ji roja ku rewşenbîrê navdar Edward W. Seîd li Filistînê tev li zarûkên Filistînî bû û rakir kevirê xwe û bi ser zaliman ve heliqand statuya rewşenbîran jî ji binî ve hejand. Ne bes bi kevirê di dest xwe de her wiha bi gotar û kitêbên xwe jî berevaniya vê hewl û helwesta xwe dikir û kiribû. Kevirê di destê Edward W. Seîd de li jiyana wî û li pratîka wî dihat lewma her çiqas bi vê kiryara xwe bi romantîkbûneke îdealîst bihata sûcdarkirinê jî ji bo têgihîştina erka entelektueliyê aktîvîteyeke girîng pêkanîbû.
Herwekî ku tê zanîn DAIŞ wekî sancoyekê bi rojhilata navîn girt û nemaze jî berê xwe da kurdan. Piştî Mûsilê xwest bajarên din yê Kurdistanê jî dagir bike lê ev ji dest nehat. Şengalê bi dest xist û ji ber hin sedeman (bêçekî, bêtevdîrî, psîkolojî hwd.) li van devernan şikestinek qewimî. Ev hem bo Kurdistana Federal hem jî kesên ku ji Kurdistanê pirr bi hêvî bûn bû ciyê heyirîmayînê. Hukûmeta Kurdistanê ji vê şaşwaziyê zû filitî. Ji aliyekê ve bi riya dîplomasiyê piştgiriya welatên ewropî û Amerîkayê ya leşkerî bi dest xist ji aliyê din ve motîvasyona Pêşmergeyên Kurdistanê bilind kir û li her derê li DAIŞ da. Operasyonên esmanî yên Amerîkî di vî warî de wek xalaşikestinê bûn. Heman DAIŞ ev du hefte ye dixwaze Kobaniyê jî dagir bike. Heta niha ev pêkan nebû lê belê bi hezaran kurd ji cih û warên xwe bi dûr ketin. Di avakirina sîstema Kantonî de di navbera partiyên kurdan de hevkarî û hevrêtiyek pêde nebû. Sedemên vê bêtifaqiyê curbicur in. Lê helbet di rewşa îroj de her çiqas ne wextê vê nîqaşê be jî Peymana Hewlêrê divê bê ser maseyê û qal û behsa wê bê kirinê. Lewra diyar e ku şertên vê peymanê bihatina tetbîqkirin li rojavayê Kurdistanê dê rewş niha hew qas ne di bin metirsiyê de bûya. Lêwra dê fikr, ber, hedef û armanc bi ligelheviya partiyên rojavayê Kurdistanê diyartir bûya. Em îroj baştir dibînin ku yek ji kêmasiya herî mezin a deshilatdarên Kantonan ev e ku di warê dîplomasiyê de ne pêşketî nin. Piştî ku rewş xirab bû dest bi van xebatinan kirin lê mixabin dibe ku ji sedem têkilî û pêwendiyên ku pê dihatine sûcdar kirin piştgiriyên ku tên yan qels in yan jî bi derengî tên/hatin. Kesên ku dê bikaribin bi awayak pisporane kurdên rojava temsîl bikin derneketin nav qada siyasî ya enternesyonal.
Mijara ku ez dixwazim li ser hûr bibim jî di bin sîbera van bûyeran de qewimî. Hefteya çûyî DAIŞ êrîşên xwe yên li ser Kobaniyê zêdetir kir. Kurdên bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya şervanên YPGê û ji bo kurdên ku ji derdora Kobaniyê koç kirin bi rihetî ji sînor derbas bibin li ser sînor bûn. Çi yên ku dixwestin derbasî Kobaniyê bibin û tev li şervanan bibin çi jî yên dixwestin alîkariya kesên ku hatinin ser sînor bikin rastî êrîşên leşker û polîsên tirk hatin. Hevseroka berê ya Koma Civakên Demokratîk (KCK) Aysel Tuğlukê jî li wir bû. Li gor dîmenên ku hatin ser ekranan Tuğlukê jî kevir diavêt polîsan. Helbet piştî ew resm belav bûn gellek nîqaş û polemîk çêbûn di medyaya Tirkiyeyê de.
Teorîsyana Tirkiyeyîbûnê: Aysel Tuğluk
Lewra yek ji teorîsyena Tirkiyeyîbûnê Aysel Tuğlukê ye/bû. Tuğlukê di bersiva pirsên ku ka çima kevir avêtiye polîsan de wiha digot: Min xwe parast. Aysel Tuğluka ku rakiribû kevir di nivîsara xwe ya Travmaya Sevrê û Empatiya Kurdan(1) de Ataturk wek mûcîzeyek nîşan dida û ji bo ku sînorên Mîsak-i Mîlliyê bê parastinê kurdan dawetî semimîbûnê dikir û digot ku gazinên tirkan rast û realîst in. Heman Aysel Tuğlukê ji nivîskarê tirk yê navdar Taha Akyol re name (2) dişand û di nameya xwe de gilî li neteweperwerên kurd dikir. Vêca Aysel Tuğlukê rabûye çûye ser sînor û keviran diavêje polîs û leşkerên Mîsak-i Mîllî ya ku wê bi xwe kurdan dawetî parastina sînorên wê dikir. Lewma ji kurdan bêtir tirk li vê kiryara Tuğlukê şaş man.
Aysel Tuğluk û hevalanên wê yên ku li dij neteweletbûna kurdan dil berdabûn Tirkiyeyîbûnê helbet bi avêtina kevirekî nikarin teoriya xwe nû bikin. Lê cihê meraqê ye ku ji niha û pê de dê ji me re qala kîjan teoriyê bikin. Aysel Tuğlukê bi avêtina kevirekî ne bawerim ku karibe kurdan qane bike da ku hez û rêza wê ya bo Ataturk û Mîsak-i Mîlliyê kêm bûye. Ez tiştek bi zorê naxim stuyê wê lewra çi kir wê bi xwe kir çi bi gotarên xwe çi bi nameyên xwe yên taybet. Lewma kevirê di destê Aysel Tuğlukê de naşibe kevirê ku di destê Edward Seîd de bû. Kevirê ku Seîd divirvirand li hemû zalim û kolonyalîstan diket/dikeve lê yê Aysel Tuğlukê!!!
Tirkiyeyîbûna ku di van salên dawî de xwe ji nû ve kar kiriye û bi awayek bûye kiras û kemnika destên siyasetmedarên kurdên bakurê Kurdistanê eger bi nêrineke dijmetingerî lê bê nihêrtin li ser axa kurdan bo kontrolkirina kurdan bikaranîna kolonyalîzmeke taybet e. Tirkan di warê medenîkirin (!) û asîmîlekirina kurdan de çi destê wan hat kirin. Ji ber ku dîtin bi xwe nikarin bi riya siyasetmedarên kurdan xwestin projeyên xwe bibin serî. Tirkiyeyîbûn yan jî Tirkiyevîkirina Kurdistanê eger bi gotina serwezîrê nû bê gotinê siyaset û polîtîkaya ‘navxweyîkirina’ kurdan bû. Hêviya min ew e ku kevirê Aysel Tuğlukê li projeya ku wê bi xwe teorîsyeniya wê dikir bikeve. Lê helbet ji bo ku kevirê wê bişibe yê Edward W. Seîd û ji bo ku kurdan qane bike jê re dê gellek kevir û nivîsarên nû lazim bin.
1. http://www.radikal.com.tr/ek_haber.php?ek=r2&haberno=7097