Aştî hêz û serkeftin e

Dr. Omer Nûredînî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê birêz Donald Trump nameyeke taybet jê re dişîne û spasiya wî dike ku piştgiriyê dide hewldanên wî yên ji bo aştî û aramiyê.

Di dawiya Kanûna Paşîn a îsal de, Serokê Fransayê birêz Emmanuel Macron bi telefonê pê re dipeyive û spas û pêzanîna xwe derbarê rola wî ya darîçav di hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn de pê radigihîne; tevî ku Macron di hemû hevdîtinên xwe de jî ev yek jê re piştrast kiriye.

Her wiha, Serokê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê mazûvaniya wî dike û wê peyamê pê digihînê ku rola wî di pêvajoya aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê de kartêker e û di Sûriyeya îro de û di ji nû ve sêwirandina dewletê û çareserkirina arîşeyn de bi awayekî aştiyane, xwedî roleke berbiçav û giring e.

Birêz Ocalan nameyeke taybet jê re dişîne û jê dixwaze ku rola serkirdatiya pêvajoya aştiyê li hundirê Tirkiyeyê bigire ser milên xwe û tekez dike ku baweriya hemû aliyan pê heye!

Di Foruma MERIyê de ku di destpêka meha Çiriya Pêşîn a îsal de li Hewlêrê hat sazkirin, wî hemû alî piştrast kirin ku aştiya navxweyî li Herêma Kurdistanê cihê ewlehiyê ye û vegera li şerê navxweyî bûye beşek ji dîrokê û êdî careke din naqewime.

Ev kes, Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî ye. Ew niha bûye pola kişandina hêza nerm û bizava aştiyê li Rojhilata Navîn.

Di cîhana siyasetê de gotinek heye ku dibêje: "Gurkirina şer û cengê hêsan e, lê pêkanîn û parastina aştiyê giran û dijwar e."

Ew ku fena "zilamê erkên giran" tê naskirin, bêguman dizane ku li herêmeke aloz û her tim di nava êgir de wekî herêma Rojhilata Navîn, hilgirtina barê aştiyê çiqas dijwar û bi zehmet e.

Lê ew ku ji roja jidayikbûna xwe ve vizînî û gurmîniya top û balafiran di guhê wî de bûye, di nava şerê rizgariya Kurdistanê de mezin bûye, li şikeft û stargeh û pesaran şevên xwe kirine roj, mirina şîrinên xwe di şer û cengan de dîtiye û bi çavên xwe bûye şahidê wêranî û kavilbûna ji ber şer; ew ku ji hêtûna şer derketiye meydana siyasetê û di qada şerê ku li ser gel û neteweya wî hatibû sepandin de, ew bi xwe û malbata wî rêber, Pêşmerge û şervanên ku destan afirandine û dijmin têk birine bûn, baş dizane ku pêkanîna aştiyê, parastina wê û girêdana pê ve, xwedî çi nirxeke mezin e û ji destpêkirin û birêvebirina şer gelekî dijwartir e.

Dema ku şer wekî amûrekê ji bo birêvebirina nakokiyan bi dawî dibe, divê em wer nefikirin ku êdî arîşe û nakokî bi dawî bûne. Eger dawiya şer nebe sedema lihevhatinê û girêdana peyman û rêkeftinên taybet bi çareserkirina wan pirsgirêkên ku bûbûn sedema şer, bêguman dawiya wî şerî ji bo hemû aliyan, çi serketî çi jî têkçûyî, têkçûnek e.

Ji ber vê yekê, serketina rastîn ne di şer lê di aştiyê de ye! Bi gotineke dîtir, serkeftinên mayînde û rastîn, ne serkeftinên cengê lê yên aştiyê ne.

Ev bawerî û nêrîna siyasî, kok û bingeha ramana hêja Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê pêk tîne. Wî gelek caran di hevdîtin, gotûbêj û gotarên xwe yên derbarê aştî û şer de, îro biriye nav dîrokê û dîrok jî aniye nav îro û tekezî li ser du rastiyan kiriye:

Yekem: Li Rojhilata Navîn "şerê hemûyan li dijî hemûyan" rû daye; şerê di navbera ol û rêolan de, şerê di navbera gel û neteweyan de. Lê van şeran nikarîbû ti ol, mezheb, gel û neteweyekê ji holê rake û vêga hemû jî li meydanê mane. Lewra, li Rojhilata Navîn şer têk çûye û tenê bûye sedema afirandina trajedî, bêtar, wêranî û xwînrijandinê.

Duyem: Dewletên herêmê ku piraniya wan dewletên pirnasname ne, her wisa elîtên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn, eger aştiyê nekin aştiya hemû pêkhateyên neteweyî û olî û di encamê de nekin aştiya xelk, welatî û civakê, bêguman dê bibin dewletên têkçûyî. Nimûneya herî darîçav a vê yekê jî rejîmên Beasê li Îraq û Sûriyeyê bûn.

Lewra jî, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, ji me re dibêje ku pêwîst e aştî li herêmê ji bo hemûyan be, eger na, bi tenê ji bo aliyekî nabe!

Her wiha tekeziyê li ser wê rastiyê dike ku aştiyê her tim girewa xwe li hemberî şer biriye. Li ber ronahiya vê nêrîna aqilane û realîst, em digihîjin wê encamê ku li bal rêzdar Nêçîrvan Barzanî ne tenê rêyek ji bo aştiyê heye, belkî aştî bi xwe ew rêya rast û birûmet e ku ti alternatîf jê re nîne û divê em hemû berê xwe bidin wê rêyê.

Werhasil, di aştiyê de têkçûn û windakirin tune ye û hemû alî serketî ne!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)