Medyaya digîtal ev bûye ҫend sal ku mohra xwe li vê serdema me xistiye. Ji her aliyên dinyayê ve agahî, nûҫe, wêne, nivîs û fîlm derbasî înternetê dibin û bi milyonan xelk sûdê jê werdigirin. Eger em ji rastiyê nerevin, emê li xwe mikur werin ku me Kurdan hê jî xwe negihandiye asta gellek milletan ku bi ҫavekî ciddî li vê pêşveҫûna zanistî ya medyayê dinêrin. Em hîn bi wê ciddiyetê lê nanêrin ku înternet dikare bibe alava geşkirina zimanê kurdî, avakirina nasnameyeke hevbeş ya Kurdan li her derê û herwiha bingeheke dokûmentkirin û arşîfkirina bi sedan belge, wêne, nivîs, pirtûk û destxetan.
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de, ku yekemîn nivîsa min a di rojnameya Rûdawê de ye, behsa projeyeke jibîrbûyî bikim û balê bînim ser; ew projeya ku diviyabû ciwanên Kurdan pê rabana, wisa me paşguh kiriye û haya me jê nîne. Ez behsa “Wikipediyayê” dikim. Erê Wikipediyaya ku bi gellek zimanan danasîna kesan û pirtûkan û welatan û milletan, şirovekirina peyv û gotinan, û her cûreyê zanistê tê de heye. Tu li ҫi digerî, dikarî li wir bibînî. Ew cih mîna qada pêşbazî û cirîdeke navneteweyî ya zimanan e, ku her milletek dixwaze xwe îsbat bike û şiyan û karînên xwe bide pêş û raberî xwendevanên înternetê li cihanê bike. Lê dema ku em bala xwe didin beşê kurdî (bi zaravayên kurmancî, soranî, kirmanckî (zazakî)), em dibînin ku gellekî bi şûn de ye, wek mînak min hema li peyva “ewr” da, bi soranî tenê bi yek rêzê peyv şirove bûye, bi kurmancî hinekî tekûztir e lê bi zazakî yekcarî nîne. Her wiha gellek peyvên din, gellek helbestvanên din ku hîҫ danasîna wan bi kurdî nîne. Jixwe danasîna kesayetî û bajarên Kurdan bi zimanên din zêde kêm e ku ew jî dibe kelemek li pêşiya wan kesên ku li agahiyên derbarê Kurd û Kurdistanê de digerin.
Li vir bi dîtina min xebateke bi rêk û pêk tê xwestin. Wek pêşniyar ez dibêjim ku li zanîngehên kurdî (niha li Bakur jî hene, wek zanîngeha Artuklu li bajarê Mêrdînê) profesor û mamoste dikarin û divê xwendekaran teklîf bikin ku her yek babetekî berê di wikipediya de nebe, yan jî qels be, wek proje deyne ser milê xwe û mijarê bi lêkolîneke hindik be jî zengîn bike.
Ez bi wê yekê bawer im eger ku xebateke cidî, akademîk û ji dil hebe, ji bo em Kurd bi hemû hêza xwe derbasî serdema digîtal bibin û ciwanên me yên li zanîngehên Mêrdîn û Bidlîs, Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê, her wiha xwendekarên di zanîngehên li her aliyê dinyayê de bi her zimanî înformaysonên pêşkêşî milletên din bikin, wê di demeke nêzîk de awayê têkiliyên me bi înternetê re werin guhertin.
Seydayê kurdayetiyê Ehmedê Xanî dibêje ku ewî Mem û Zîna xwe nivîsiye “da xelq nebêjitin ku ekrad bê me`rifet in bê esl û binyad”. Wiha diyar e ku hîn ew banga wî ji bo me Kurdên îro û piştî sêsed û bîst salan zindî û aktuel e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse