Xebata dualî ya jinan li Kobanî

27-11-2014
Gezîze Bapîrî
A+ A-

 

Beriya 60 salî Kurdan navek bo çekdarên xebata rizgarîxwaz hilbijart ku niha li ser asta cîhanê bûye navekî naskirî. Pêşmerge navê wan xebatkaran e ku ev dora 50 salî ye bi dest û zend û çekên sivik şerê hêzên nîzamî yên dijminên azadî û demokrasiyê dikin.

Pêşmerge ne navekî nêrane ye û wan hemû mirovan li xwe digire ku bo armanceke rewa canê xwe fida dikin û li benda ti xelat û diravekî namînin. Pêşmerge yek ji taybetiyên gelê kurd e. Lê pêşmergayetî ne taybet e bi cinsê serdest ê mirovê kurd. Bi dirêjiya dîroka xebata gelê kurd hem jin û hem mêrên kurd ev erk û nav rakirin.

Di dawiya sedsala bîstan û destpêka sedsala bîst û yekê de, jin bi roleke berçav di jiyana pêşmergayetiyê de rabûn. Di demekê de ku di nav gelên hawirdorê û Rojhilata Navîn de jin nola cinsê bindest tê dîtin, jinên kurd di çeperên berevaniya mafê wekhevî û hebûna xwe de bala medyaya cîhanê kişandin.

Tevî ku ev demeke dirêj e ku jinên şoreşvan ên kurd li her çar aliyên Kurdistanê di nav xebatê de ne, lê di çend mehên borî de Kobanî bû qada berxwedana jinên şoreşvan.

Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Kobanî, şerekî giran lidar e ku bala temamiya dinyayê kişandiye ser xwe. Her roj em bi bûyer û nûçeyên Kobanî mitûmat dibin. Lê tiştê ku bêhtir hiştiye em mitûmat bibin, ew jinên şervan in ku her roj li dijî grûpa herî hov û kûvî ya sedsala bîst û yekê şer dikin. Jixwe yekemîn cangoriyên desthilata vê grûpa hov û dirinde jin bi xwe ne.

Jinên şervan ên kurd li Kobanî dîrokê dinivîsin. Ew li qorziyeke dinyayê ku ta beriya vî şerî pirr kêm navê wê hatibû bihîstin û kêm kesan zanîbû li ku dikeve, dîrokê tomar dikin. Jinên Rojavayê Kurdistanê li Kobanî li kêleka şerê azadiya welêt, hîmên pergala mêrsalarî ku Rojhilata Navîn pê tê naskirin jî leqandin.

Li Rojhilata Navîn mafê jinan nînin û reftareke herî dijwar û hovane bi jinan re tê kirin. Jin lêdanê dixwe, hema bêje fena mirov nayê dîtin û di yasayê de jî fena dûvelangê mêr tê dîtin.

Li Kobanî, em mînakek cihêwaz a jinê dibînin. Em li Kobanî hin jinên ku aşiqên mirovatî û welatê xwe ne dibînin. Bi sala ye ku welatê wan tê perçiqandin û haya kesî jê nîne.

Jinên Kobanî ta duhî wek terorîst dihatin naskirin, lê îro bo hemû jinên dinyayê bûne sembola berxwedanê. Jinên Kobanî peyitandin ku eger derfet ji jinan re bê misogerkirin, ew ne kêmî mêran in.

Jinên Kobanî bi berevanî, wêrekî û sekina xwe li hember koma herî kûvî û wehşiyane, civaka navneteweyî bêgav kirin ku ji bêdengiya xwe li hember Kobanî derkeve û piştevaniya wan hêzan bike ku li wir şerê DAIŞê dikin.

Divê mêr hizr û helwesta xwe ji jinan serrast bikin. Divê êdî mêr zanibin ku jin ne tenê alavek e û ew bo têrkirina hewesên xwe bikar tînin. Jin jî mirov in, lê mafên wan ên mirovî ji wan hatine standin. Jin tenê bo xizmetkirina mêran hatine perwerdekirin.

Jinên Kobanî ji cîhanê re nîşan dan ku jin ne tenê ew tuxmê nazik û nermîn e, lê hêzeke qewîn e li dijî mêrsalarî û newekheviyê. Jinên Kobanî tekez kirin ku mirov xwe ne bi cinsê xwe, lê bi vîn û berxwedan û hêz û îrada xwe nîşan dide. 

Vêga li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê gellek Leyla Qasim, Hebsexana Neqîb û Margret hene. Ev Pêşmergeyên Kurd ên jin ku di dîroka cîhanê de navê wan winda ye. Lê jinên Kobanî canfidayiya wan ji nû ve vejandin.

Îro ji me tê xwestin em vê dîroka nû binivîsin ku êdî jin tê de nayê piştguhkirin. Jinên Kobanî du şoreş li dar xistin, şoreşek bo welêt û şoreşek li dijî pergala dijî jinê.

Her roj jinên Kobanî hezar carî wê hizrê pûç derdixînin ku mêr xwediyê jinê ye û divê jin tenê li malê zarokan bîne û xizmeta mêrê xwe bike.

Jinên Kobanî dîrokek nû afirandin ku tê de ji hemû kesên li dijî jinan re dibêjin ku, eger şiyandariya me ji ya we mêran ne zêdetir be, kêmtir jî nîne.

Jinên Rojavayê Kurdistanê li Kobanî nasnameyeke din ji xwe re çê kirin, qada şer kirin qada xebata li dijî kevneperestên ku jinê tenê wek laşekî dibînin. Ev laşê ku bi dîtina gellek kesan bo têrkirina hewes û dilbijînên mêran hatiye afirandin.

Li Kobanî bedena jinan dibe agir û bi ser parêzvanên kevneperestî, cahilî û nezaniyê de dibare. Li Kobanî bedena jinan dibe agir û tevî pirîskên agirê mêrên hevçeperî wê disincire û kelemên li ser riya pêşketin û wekehveiyê dişewitîne. 

Ev agir ji dema xebata `Leyla Qasim`an ve, ji hêla jinên kurd ên şoreşvan di germiya xebata mafxwazî, wekhevî û demokrasiyê de hatiye pêxistin.                                                                                                                         

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst