Şerê Sûriyê bi parçebûnê bidawî dibe

 

Şerê Sûriyê êdî ji çîroka dengê nerazîbûna gel li hember serokekî zalim pêk nayê. Şerê Sûriyê êdî şerekî navxweyî ye. Yek ji faktorên ku şer aloz kir, serdestiya meseleyên mezhebî bû. Li gor dîrokê, hemû şerên bi vî rengî bi dabeşkirina desthilatê û pir caran jî bi dabeşkirina ax û erdnîgariya welêt bidawî dibe.

 

Sûriyê niha di rewşeke nû de ye. Siberoja Sûriyê qet nabe wek rabirdûya wê. Tê pêşbînîkirin ku biryara kişandina hêzên Rûsya ji Sûriyê bandoreke pir girîng li ser siberoja Sûriyê bike û rewşa şer jî biguhêre.

 

Putin biryara kişandina beşekî mezin ji hêzên xwe ji Sûriyê da, lê Rûsya bi temamî dawî li çalakiyên xwe yên leşkerî li Sûriyê neaniye. Rûsyayê hêzên xwe li navenda deryayî ya Tertûsê û navenda asmanî ya Himêmîmê hîştiye û dikare wan di dema pêwist de bikar bîne.

 

Ev kar xerciya êrişên Rûsyayê pir kêm dike. Jixwe xerciya êrişên asmanî yên Rûsyayê heta niha negihîştiye milyar dolarî. Li gor budceya taybet bi hêzên leşkerî û berevaniyê yên Rûsyayê ku 50 milyar dolar e di her salekê de, Rûsya dikare heta çend mehên din jî êrişên xwe li Sûriyê berdewm bike. 

 

Putin bawer dike ku şerê Sûriyê dê demeke dirêj bidome. Tew bi piştevaniya Rûsyayê ji Esed re jî, şer beralî nabe. Lewma kişandina hêzên Rûsyayê derfeteke mezin dide karê siyasî û danûstandinan. Esed jî neçar dibe tevlî gotûbêjan bibe, çimkî hêzên leşkerî yên Rûsya hetahetayê li Sûriyê namînin!

 

Armanca Rûsyayê ne beralîkirina şerê Sûriyê ye. Bi rêya bihêzkirina Esed û qelskirina opozîsyona Sûriyê, Rûsya hewl dide statûya Esed di danûstandinên Cenevê de bihêztir bike û neyarên wî jî lawaz bike. Lewra niha Esed red dike bi tu hawî behsa siberoja wî bê kirin.

 

Putin dixwaze pêşveçûnên artêşa Esed bike kaxezeke bihêz li hember opozîsyonê li Cenevê û di heman demê de jî ji Esed re dibêje ku ew êdî nikare temamiya Sûriyê kontrol bike.

 

Ango Putin, Esed heta astekê bihêz kir ku statûyeke wî ya bihêz di danûstandinan de hebe û opozîsyon jî ewqasî lawaz kir ku ziyanê bigihîne berjewendiyên Tirkiyê û rê li ber bihêzkirina YPGê jî vekir. 

 

Putin çê dizane ku Amerîka bi tu hawî êrişî Esed nake. Çend kelem li ser rêya Tirkiye û Erebistana Siudî jî hene ku nahêlin ew destêwerdana leşkerî li Sûriyê bikin. Ne DAIŞ û ne opozîsyona Sûriyê û ne tu hêzeke din jî nikarin Esed hilweşînin. Lewra ji bo rûbirûbûna rewşa nû ya Sûriyê, Rûsya pêşniyara modela federalî kir.

 

Putin dizane ku eger bixwaze Esed bimîne, divê bi kêmanî herêmeke suniyan li Sûriyê hebe. Heke na dê şer her bidome. Bi vî rengî mabûna Esed tê wateya parçebûna Sûriyê.

 

Di dema borî de, pirsa hikûmeta veguhêz li Sûriyê cihê nakokiyê bû di navbera Amerîka û Rûsyayê de. Lê dibe ku parçebûneke reel a Sûriyê bibe sedemê derbaskirina vê qonaxê. Bi baweriya Rûsya û Amerîkayê, modela federalî dikare ji bo siberoja Sûriyê baş be.

 

Esed jî divê êdî zanibe ku tiştê çû, çû û Sûriyê qet wek berê namîne. Esed bi alîkariya Rûsyayê jî nikare temamiya Sûriyê kontrol bike. Lewma di dawî de dê Sûriyê parçe parçe bibe!