Barzanî: Baştirîn serkirdeyê ku Kurdistanê heta niha dîtiye

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Rêbend Riza*

Dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistana Îraqê bû, gelek reformên femînîst ên girîng kirin. Ev jî bi rêya komkirin û yekkirina serkirdeyên misilman, her wisa serkirdeyên siyasî yên rastgir û çepgir û di nav wan de femînîst, êzîdî û mesîhî. Rêbend Rizayê wiha nivîsandiye.

Di sibata îsal (2024) de, Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê hat lidarxistin. Serkirdeyên cîhanê, serokên dewlet û hikûmetan û her wisa nûnerên rêxistinên navdewletî yên wekî Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO û Rêxistina Bazirganiya Cîhanî beşdarî konferansê bûn û di wê konferansa ewlekariyê de bi hev re civiyan û astengiyên ewlekariyê yên hevpar gotûbêj kirin.

Di civîna îsal de, bi awayekî sereke girîngî bi şerê Rûsya û Ukraynayê hat dayîn, her wiha dabaşa rewşa ewlehiya giştî ya Ewropayê hat kirin. Li kêleka van jî, mijarên fena teknolojî û bêtarên têkildarî seqayê bûne mijar û rojeva civînan.

Di civînekê ji civînan de, tiştekî neçaverêkirî qewimî, dema ku Seroka Berê ya Encûmena Nûnerên Amerîka Nancy Pelosi ku divabû ber bi balafirgehê ve here, bêyî agahdarkirin xwe holî nav civînekê kir ji bo ku bi qewlê wê, silavê li "merivekî mezin" bike.

"Merivê mezin" ku Nancyê behs kir, serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû ku wê demê bi berpirsên payebilind ên cîhanê re diciviya.

Girêdayî hebûna Amerîka li Îraqê, Nêçîrvan Barzanî rêza serkirdeyên Amerîka û serkirdeyên cîhana Rojavayê yên din ji bo xwe bi dest xistiye.

Serkeftinên wî yên dîplomatîk di proseya aştiyê û her wisa di yekgirtina Kurdistanê de wek neteweyekê, bala cîhanê kişand ser wî, lewra jî dengên dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê bi Nêçîrvan Barzanî têne bihîstin.

Di dema nakokiyên di navbera hikûmeta Îraq û Kurdistanê di sala 2017an de, Nêçîrvan Barzanî li dijî şer bû, li şûna wê daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û diyalogê dikir. Wezareta Derve ya Amerîkayê di vî warî de piştgiriya Nêçîrvan Barzanî kir.

Mîna jineke Kurd, ez nikarim li dijî nêrîna Nancy Pelosiyê derkevim ku Barzanî bi rastî jî merivekî mezin e. Lê bi gelemperî, ne tenê li ser hîmê tiştên ku min li jor behsa wan kir. Lê li ser bingeha siyaseta ku di berjewendiya jinên Kurd û kêmneteweyan de dide meşandinê.

Ji xwe di encama vê yekê de Nêçîrvan Barzanî bûye serkirdeyê herî diyar û berhemdar ku Kurdistana Îraqê dîtiye.

Zehmet e meriv bikare normên zayendî yên mîna betonê qalibgirtî bişkîne. Eşkere ye ku di dema şer û nakokiyan de jin bêtir dikevin ber şapa çewisandin û şidetê.

Kurdan bi dehan salan ev hemî şerên li pey hev debar kir û jan û azara bindestiya rejîmên dîktator kişand. Ji sala 2003an û vir ve gava desthilata Sedam Hisên hilweşiya, Kurdan li Îraqê desthilateke demokratîk ava kir. Xebînet rewşa jin û keçan li gorî pêşketinên demokratîk neguheriye.

Jinên Kurd tim û dayim di bin destê perçiqandina mêrsalariyê de jiyane, çi ji aliyê malbatên wan ve be yan ji hêla civaka derve ve be. Namûsa malbatê timûdayim li ser milê jin û keçên Kurd barekî giran û nedadmend bû.

Ji bo mêran, mafekî rewa bû ku şidet û tundiyê li hemberî jinan bi kar bînin û tewra seba "vegerandina namûsa malbatên xwe" ji kuştinê jî netirsin. Qedr û qîmetê jinan ji yê mêran kêmtir bû. Rê bi wan nedihat dayîn ku herin dibistanê û bixwînin.

Ev yek jî bûye sedem ku di encamê de ji hêla aborî ve çavên wan li destê mêran bin û nikaribin azadiyên xwe misoger û ezmûn bikin.

Herwiha sînordarkirina jiyana giştî û rojane, wek mînak neçarkirina jinan bi lixwekirina cilên ku mêr ji wan xweş in û wisa difikirin ku namûsa wan di wan kincan de tête parastin. Hê ji zarokatiyê ve keçên Kurd têne fêrkirin ku di tirsa zewacê de bijîn, çewtiyekê bikin û bi tundûtûjiyê re rû bi rû bimînin. Van zordarî û sînordarkirinên li ser jinên Kurd tewra di salên destpêkê yên pêşketina desthilata demokratîk de jî berdewam kir.

Yasayê teqez kir ku ew amûra herî girîng a guhertina di rêya erênî de ye. Dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû, berî ku postê Serokê Herêma Kurdistanê wergire, dest bi reformên femînîst ên girîng kir.

Ev jî bi rêya komkirin û yekkirina serkirdeyên misilman li hêlekê û serkirdeyên rastgir û çepgir li hêleke din û di nav wan de femînîst, êzîdî û mesîhî. Ev ji bilî ku destûra Îraqê sînor daniye, axir Kurdistana Îraqê tevî serxwebûna xwe, hîna jî girêdayî qanûnên Îraqê ye.

Reforman jiyana jinan guhert û serxwebûneke zêdetir û derfeta xweserî û azadiyê da wan. Pirjinî bêyî razîbûna jinê wekî sûc tê hesibandin, enstîtûyeke lêkolînên zayendî hat avakirin.

A herî girîng jî cezayê mêrên ku şidet û tundiyê li dijî jinan dikin an jî bi bafika vegerandina namûsê jinan dikujin hat girantirkirin, her wisa derfet ji jinan re hat peydakirin ku kargehên xwe bidin xebitandin.

Guhertinên ku jinên Kurd bi dehan salan xeyala wan dikirin û niha pêk hatine ev in. Ev nîşana azadiya jinan e ne tenê ji bo jinên Kurdistana Îraqê lê ji bo jinên Kurd li hemû cîhanê. Lê eger civakek nebe ku van pêşketinan biparêze, ev pêşketin dikarin bên perçiqandin.

Di sala 2022an de Dadgeha Federalî ya Îraqê biryara betalkirina yasaya razîbûna jinê ji bo anîna jineke din ji hêla mêrê wê ve derxist ku ev yek vajî destûra herdemî ya Îraqê ye.

Herwiha biryara qedexekirina lêkolînên li ser mijarên zayendî, nivîsandin, gotardan û semîneran hat derxistin, bi hinceta ku nîqaşên li ser zayendê civakê jehrdar dikin û li dijî prensîbên olî ne.

Nêrîn û serkirdayetiya Nêçîrvan Barzanî di berjewendiya Kurdistana Îraqê de ye, nemaze bi rêya pêkanîna mafên mirovan, mafên jinan, mafên keçan û komên kêmîneyan.

Belê! Pelosiyê rast bû dema got ku Nêçîrvan Barzanî merivekî mezin e.

* Ev gotar bi zimanê Swêdî di kovara Parabolê, hejmara 4an a sala 2024an de hatiye weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Roj Elî Zale / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

Kesên ku li Rûdawê dixebitin ji bilî şiyana xwe ya baş, bi coş û kelecan karên xwe dikin