Li Îraq û Herêma Kurdistanê metirsiya krîza kar zêde dibe
Neh hefte di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re derbas dibin. Rêkxerê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) yê li Îraqê dibêje, karker ji ber derengketina meaşan û daketina hêza kirînê rûbirûyî şokeke mezin bûne.
Tevî vê yekê heta niha karker bikom ji kar nehatine derxistin lê metirsî her ku diçe zêde dibin.
Li gorî lêkolîna me ya li ser bazara kar a li Herêma Kurdistanê, hinek şirket û cihên kar, karker û karmendên xwe kêm kirine. Hinek ji wan jî ji bo kêmkirina meaşên wan rojên xebatê kêm kirine.
Hilberîna petrola Îraqê ji dema ku Tengava Hurmizê 28ê Sibatê hatiye girtin ve ji sedî 81 daketiye. Hikûmeta Îraqê Adarê tenê karîbû ji sedî 27ê xerciyên mehane yên meaş û xanenişînê dabîn bike.
Ji bo zêdetirî 10 milyon Îraqiyên ku debara xwe bi meaşên hikûmetê yan xanenişînê dikin, ev kêmasî ne tenê hejmar e, belkî pirsgirêkeke rasteqîn e.
Alîkarê Rêkxerê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) yê Îraqê Igor Bosch, sêşemê di hevpeyvîneke xwe ya li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa krîzekê kir ku bi sê rêyên sereke bandorê li karkeran dike.
Igor Bosch got, "Krîz bi rêya guvaşa darayî, enflasyon û nedilniyayiyê digihîje karkeran."
Guvaşa darayî û derxistina ji kar
Rêxistina ILOyê texmîn dike ku adarê nêzîkî 100 hezar karker li seranserê Îraqê ji kar hatibin derxistin. Piraniya van karkeran di sektorên geştyarî, mêhvandarî, xizmetguzariyên petrolê û nanpêjxaneyan de dixebitîn.
Lê Bosch dibêje, derxistina karkeran a bikom hîn nebûye taybetmendiya sereke ya vê qonaxê.
Di têbîniya ILOyê de hatiye gotin, "Pênaseya herî baş a ji bo qonaxa niha, guvaşa darayî û bilindbûna xerciyan e." Wate derengketina meaşan, rawestandina alîkariyan, kêmkirina demjimêrên kar û bilindbûna bihayan dahata rasteqîn a xelkê ji nav biriye.
Bandora krîzê ya dawiya Nîsana 2026an:
- Hilberîna petrola Îraqê: Ji 4,15 milyon bermîlan daketiye nêzîkî 800 hezar bermîlan (daketina ji sedî 81).
- Bihayê petrola Brent: Ji nêzîkî 72 dolaran bûye 100-110 dolar.
- Tengava Hurmizê: Vekirî bû, (9 hefte ne) girtî ye.
- Bihayê sebzeyan li Herêma Kurdistanê: Asayî bû, niha nêzîkî du qatan biha bûye.
- Bihayê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê: Asayî bû, zêdetirî ji sedî 20 biha bûye.
- Dînarê Îraqî li bazara azad: Ji 1,300 dînaran daketiye 1,500-1,550 dînaran.
- Derxistina ji kar li Îraqê: Nêzîkî 100 hezar karker hatine derxistin.
Herêma Kurdistanê di navenda guvaşê de ye
Di vê krîzê de pêgeheke duserî ya Herêma Kurdistanê heye. Deriyê Bazirganî yê Îbrahîm Xelîl ê bi Tirkiyeyê re bi awayekî demkî ji bo anîna xwarin û dermanan hatiye vekirin.
Her wiha hinartina petrola Kerkûkê ya ji bo Bendera Ceyhanê bi rêya xeta boriyên petrolê ya Herêma Kurdistanê dîsa dest pê kiriye.
Li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê rojane nêzîkî 250 hezar bermîl tên hinardekirin. Di encamê de, çalakiyên lojîstîk û embarkirinê li ser rêya bazirganiyê ya Dihokê zêde bûne.
Bosch wekî nîşaneke din a şiyana saziyan bal kişand ser destbikarkirina bilez a Qada Gazê ya Kormorê ku adarê ji ber qutbûneke kurt bûbû sedema qutbûneke berfireh a elektrîkê.
Di heman demê de, Herêma Kurdistanê di dema şer de rûbirûyî êrişên herî zêde yên rasterast ên dron û mûşekan bû.
Li gorî amarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê kom kirine, di navbera 28ê Sibatê û 24ê Nîsanê de li Herêma Kurdistanê di encama wan êrişan de 22 kesan canê xwe ji dest daye û 101 kes jî birîndar bûne.
Demsala biharê, Cejna Newroz û Remezanê ku ji bo dahata geştyariyê ya Herêma Kurdistanê demên herî girîng in, ti sûda wan a aborî nebûye.
Igor Bosch dibêje, "Li Kurdistanê bihayê wan sebze û fêkiyên ku ji Îranê tên anîn du qatan biha bûne. Li gelek bajaran bihayê sotemeniyê zêdetirî ji sedî 20 bilind bûye. Qîmetê dînarê Îraqî li bazara azad daketiye û her dolarek bi zêdetirî 1,500 dînarî ye."
Tiştê ku van guvaşan girantir dike, rewşa berê ya meaşên sektora giştî ya Herêma Kurdistanê ye. Beriya destpêkirina şerê Îranê jî nêzîkî 1,25 milyon karmend û xanenişînên li Herêma Kurdistanê di bin bandora derengketina berdewam a meaşan de bûn, niha ev şoka darayî ya nû jî li wan zêde bûye.
Sektorên ku di bin guvaşê de ne
Li Herêma Kurdistanê sektora avahîsaziyê yek ji wan sektoran e ku herî zêde zerer dîtine. Ev sektor nêzîkî ji sedî 11ê hêza kar a sektora taybet pêk tîne û piraniya wan karkerên rojane ne ku ji ewlehiya civakî bêpar in. Veberhênana giştî rawestiyaye, dema kar radiweste ti tora ewlehiya civakî li van karkeran xwedî dernakeve.
Bazirganiya kom û perakende, geştyarî, mêhvandarî û pîşesaziyên biçûk ku pişta xwe bi kel û pelên hawirdekirî ve girêdidin û nêzîkî ji sedî 12yê derfetên kar ên sektora taybet a Herêma Kurdistanê pêk tînin, hemû jî di bin guvaşeke zêde de ne.
Igor Bosch sektorên çandinî, petrol û gazê xistin xaneyeke têkel. Di sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de hinek derfet hene ku cihê berhemên hawirdekirî bigirin ji ber ku kel û pelên Îranî bihatir bûne. Lê bilindbûna xerciya sotemenî û gubreyê ev sûd kêm kiriye.
Ji ber xwezaya xwe di sektora petrol û gazê de derxistina rasterast a hêza kar kêm e lê şirketên xizmetguzariyê yên navxweyî rûbirûyî derengketina girêbest û heqdestên xwe bûne.
Igor Bosch got, "Eger şer ducare dest pê bike û zêdetirî 12 heta 18 mehan biajo, tê pêşbînîkirin ku girtina projeyên biçûk û navîn bileztir bibe. Dixebitîna bêewlehî (nefermî) dê bi awayekî herdemî zêde bibe û koça ciwanan ber bi bilindbûnê ve biçe."
Vejîn bi siyasetan ve girêdayî ye
Bosch li ser mercên vejînê û derbaskirina vê krîzê bi awayekî eşkere diaxive. Ew dibêje, gava ku agirbesteke seqamgîr çêbibe, geştyarî û firotina yekane dikarin bi lez vebijin. Ev jî xwe dispêre ezmûnên dîrokî yên piştî şokên berê yên herêmî.
Paşê sektora avahîsaziyê tê, dema ku projeyên veberhênana giştî dest pê bikin. Li gorî wî, vejîna projeyên biçûk û navîn dê di navbera 6 û 18 mehan de wext bigire. Lê pêwîstiya wan bi piştgiriyeke darayî ya çalak heye, ji ber ku sermayeya karkirinê ya wan bazirganiyan nemaye û nikarin bêyî alîkariyê dest pê bikin.
Alîkarê Rêkxerê ILOyê yê Îraqê dibêje, "Vejîn nayê wê wateyê ku vegerin rewşa beriya şer. Îraq nikare bidome ku ji sedî 90 pişta xwe bide dahata petrolê. Herêma Kurdistanê jî nikare bidome ku bi temamî pişta xwe bide sektora giştî."
Rêxistina Kar a Navneteweyî, pêşniyara bersivdaneke siyasî ya zincîreyî dike. Pêwîst e meaş werin parastin û drav ji bo projeyên biçûk û navîn bi awayekî bilez werin dabînkirin.
Her wiha qonaxa bicihkirinê bi rêya bernameyên karkirina giştî û perwerdeya ducare divê were meşandin. Pêwîst e çaksaziyeke bingehîn ji bo berfirehkirina ewlehiya civakî ya ji bo karkerên sektora nefermî û kêmkirina piştgêdana bi petrolê bê kirin.
Tevî vê yekê jî li gorî ILOyê, amar cihê dilxweşiyê ne. Tomarkirina ewlehiya civakî ya sektora taybet li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2025an de nêzîkî sê qatan zêde bûye. Wate ji 101 hezarî bûye zêdetirî 303 hezar karkerî. Ev jî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yek ji rêjeyên herî bilez ên berfirehbûna ewlehiya civakî ye.
Pirsgirêka li vir ew e ku karkerên avahîsazî, çandinî û pîşesaziyê ku niha herî zêde zerer dîtine, hîn jî bi temamî li derveyî vê pergalê mane.
(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)