Serokwezîrê hikûmeta AKPê Ahmet Davudoglu, li Wanê ev gotin rêz kirin: “AKP nebe desthilat, dibe hejmara Torosên Spî zêde bibe” û peyam bû sedemê gengeşeyê. Berpirsiyarên HDPê, ew weke “gef” nirxandin. Ji bo min jî bûyer bû keys ku ez “hunerên” Torosa Spî raxim ber çavan û wan bi yên serdema AKPê re bidim ber hev.
TOROSA SPÎ Û QURBANÊN WÊ
Pêşî hin zanyarî: “Toros” şiklekî trimbêla Renaultê ye. Serdema navborî, salên 1990an e. Herêma behsê, Cizîra Bota û Silopî ye. Kontrgerîlaya tirk, qurbanên xwe nîvê rojê ji kolanan, ji kar û malê wan, bêhtirî bi Torosa Spî direvandin û ew dikuştin. Term winda bûn. Carcarnan bi mebesta tirs belavkirinê ew tavêtin çal û sergoyan. Ku piştî salan ji bîrên BOTAŞê (Dezgeha Bi Xeta Lûleyan Veguhastina Petrolê), hê bermayiyên terman derdiketin.
Di serdema 1993-1995ê de, li wê herêmê; Beşir Bayar, Omer Dal, Osman Akil, Iskan Arslan, Ebubekir Duran, Reşit Posat, Ibrahim Daniş, Ahmet Kûlte, Yusuf Tûn, Sûleyman Tûn, Ramazan Elçi, Abdullah Yılmaz, Ahmet Demir, Ramazan Uykur, İhsan Irgat, Mehmet Acar, Ahmet Elçin, Sûleyman Gasyak, Abdulaziz Gasyak, Yahya Akman, Omer Candoruk, Mehmet Gûrri Ozer, Ibrahim Adak, Abdurrahman Avşar, Izzet Padir, Abdullah Ozdemir, Abdulhamit Dûdûk, Mustafa Aydin, Mehmet Ilbasan, Hesam Tok, Abdurrahman Akyol, Abdullah Efelti û bi dehan welatparêzên din, bi heman awayî hatibûn kuştin. Torosa Spî, bûbû nîşana tirs û mirinê, herwiha desthilatbûna kontrgerîlayê û hovîtiya dewletê.
MÊRKUJ KÎ BÛN?
Ew, JITEMî bûn. JITEM, rêxistina Fermandariya Cendermeyan bû, navê “dezgeha sîxurî û tekoşîna dij-terorê” li xwe dabû, lê ew bixwe “rêxistina terorê” bû. Di 1993-1995ê de fermandarê Cendermeyan Cizîrê, sitvan Cemal Temizoz bû. Wî ji binefser, çawîşên pispor, aşarte (yên ji PKKê reviyayî û xwe radest kirî), cerdevan û polîsên tîmên taybet, tîmên kuştinê damezrandibûn. Ji aşarteyan Abdûlhakim Gûven, Adem Yakin, Hidir Altug, Berces Ergin, Hûseyin Bûlbûl, Firat Altin û Sefer Bildik, ji çawîşên pispor Burhanettin Kiyak û yên bi nasnavê Yavuz, Tuna, Cabbar, ji cerdevanan Kamil Atak û xizmên wî Kokel Atak û Temer Atak û yên din hebûn. Milîtanên Hizbullahê jî bi kar tanîn, ku li gundê Kuştepe yê Cizîra Bota baregeha wan hebû. Term li derdorê vedişartin.
ÇIMA CIZÎRA BOTA HEDEFA TAYBET BÛ?
Di serdema 1990an de li bêhtiriya Kurdistanê şer û merc wisa bûn. Lê dewletê hin dever û navçe, bi zagon û rêxistinên taybet ji xwe re kiribûn “hedefên taybet”. Roja 18.06.1993, bi îmzeya wezîrê Karûbarên Navxwe yê hikûmeta SHP-DYPê Mehmet Gazioglu, biryarnameya “Fermana Nehênî” derket. Bi “benda 5mîn/babeta (e)”, “şaredariya biratiyê” dihat damezrandin. Balkêş e; sepandin bi mînakekê tenê dıma. 1994ê şaredariya Keçiören/Enqere û ya Cizîra Botayê, bi hev re “şaredariya biratiyê” damezrandin. A balkêştir; herdu şaredarî
jî di destê MHP’ê de bûn. Kontrgerîlayê, sercerdevan Kamil Atak kiribû şaredarê Cizîrê. Bi navê karmendên şaredariya Keçîorenê, endamên kontergerîlayê li şaredariya Cizîra Botayê bi cih kirin. Û dûvre li navçê kuştinên kujernediyar gellek zêde bûn.
Cizîrê bûbû navenda tîmên taybet. Wan bi dengê bilind sirûdên nîjadperest lê didan, diwar bi dirûşmeyên nîjadperest dixemilandin, di tiliyan de gustilkên sê-heyvik û bi cil û simbelên nîşana nîjadperestiyê, bi panzerên xwe zarok diperçiqandin, xwepêşandan, mal û wargeh didan ber berik û topan.
3.08.1991, 10.02.1992, 7.11.1992 (Haci, Ismail, Leyla, Nadir, Sinem, Fatma û Hanife Çagirga jiyana xwe ji dest dan), 11.09.1993 (Seyithan û Mesut Balçik), 25.11.1993 (Behiye Kizilkaya), 6.01.1994 (Mehmet Emin, Mûmine û Ali Katmiş (1)), 10.01.1994 (Ramazan, Sanide, Saliha, Hediye, Muhammed (5) û Ahmet Bilgiç (6)), navenda Cizîrê ji wan êrîşan para xwe werdigirt. Heke em bixwazin sedemê bertek û şervaniya Cizîrê ya îro fêm bikin, divê em wan rojên dijwar ên 1990an fêm bikin.
DOZA JITEMÊ
Desthilata AKPê, li Amedê doza JITEMa Cizîrê vekir. Sitvan Cemal Temizoz û çendek endamên komê hatin girtin. Dozê hêvî da Kurdan. Lê ne. Doz xitimî. Ew birin dadgeha Eskişehirê. Yên lixwemikurhatî, daxuyaniyên xwe paşve kişandin. Operasyona Cemaata Gulen çêbû. Efserên artêşê yên ji dozên Balyoz û Ergenekonê girtî, hatin serbestberdan. Ji doza JİTEMa Cizîrê jî ti kesî girtî nema û doz pelişî. Ku em bêjin “kuştina kurdan serbest e”, ma wê ew niheqiyek be? Desthilata AKPê, tifa xwe alast. Hêvî û bendewariya civakê şikênand. Xwe radestî generalan kir, bû hevparê kontrgerîlayê û rêbazên wê.
CIZÎRA ÎRO
Îlonê bajar di nav dorpêçkirinê de ma. Dîsa bi plan, bi nîjadperestî û bi tîmên taybet, ketin kolan û taxan. Mal û kargeh rûxandin. Ji zarokên pêçekê (Mehmet Tahir Yaramiş, 35 rojî) heya kalan (Mehmet Erdogan, 74 salî), bi dehan însanên me kuştin. Di ser serdema 1990an de, 20 sal borîn. Vêga çêk gellek dijwartir bûne, helîkopter û balafirên bêpîlot ên şopandinê bi kar tînin. Weke bajarê dijminan dikevin Cizîrê. Şikandina raperî û vîna civakê, dicerbînin. Sîlopî, Şirnex, Gever, Şemzînan, Dêrsim, Varto, Farqîn, Amed û gellek bajar, navçe û deverên din, heman taktîk tê sepandin.
Ma çi cudahiya desthilata AKPê, ji serdema 1990an maye? Ma di hovîtî û nîjadperestiyê de, ji yên berê neborîye? Ewilî kuştinên kujernediyar hebûn. Vêga komkujiyên kujernediyar hene. Bila Davudoglu dev ji gefan û tirsdayînê berde, ji ber ku jixwe îro jî serdestî, ya “Torosên Spî” ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse