PKK hêzên xwe vedikişîne: Pêngavek ji bo rizgarkirina pêvajoya aştiyê
Biryara vekişîna hemû gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de werçerxaneke girîng e. Tirkiye û PKK ev salek e bi awayekî pratîk ji bo vê pêvajoyê dixebitin. Ev pêngava PKKyê di demekê de ye ku Komîsyona Aştiyê li ber nivîsandina rapora xwe ya dawî û pêşkêşkirina pêşniyarên xwe ye.
Biryara PKKyê dikare wê rawestana di pêvajoyê de bişikîne ku di encama bêbaweriya di navbera dewlet û PKKyê de çêbûbû. Dewleta Tirk ji PKKyê li benda pêngavên zêdetir bû û daxwaza danîna çekan dikir. PKKyê jî ji bo misogerkirina çarenivîsa gerîlayên xwe, daxwaza pêngavên yasayî dikir. Ev xeleka girtî bûbû sedem ku pêvajo bikeve bin pirsê û ji aliyê partiyên opozisyonê ve bê bikaranîn.
Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an de jî dewleta Tirk ji Abdullah Ocalan xwestibû ku hêzên PKKyê vekişin. PKKyê wê demê dest bi vekişînê kiribû lê pêvajo têk çûbû lê PKKyê vê carê vekişîna xwe li Binarê Qendîlê û bi amadebûna endamê Konseya Serokatiyê ya KCKyê Sebrî Ok bi awayekî fermî ragihand.
Biryara vekişîna gerîlayan a ji nav Tirkiyeyê ya nav Herêmên Parastinê yên Medyayê, nîşan dide ku PKK di berdewamkirina pêvajoya aştiyê de cidî ye. PKKyê ev pêngav di çarçoveya biryara xwefesixkirinê, çekdanînê û pêbendbûna bi peyama Abdullah Ocalan de avêtiye. Ev pêngav her wiha piştrast dike ku pêvajoya aştiyê ranewestiyaye û li meydanê berdewam dike.
Berpirsên Tirk berê amaje pê kiribû ku ji bo çavdêriya çekdanîn û xwefesixkirinê mekanîzmayek heye. Saziya Îstixbarata Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) û îstixbarata leşkerî ya Tirkiyeyê wê mekanîzmayê bi rê ve dibin. Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di brîfîngên xwe de piştrast kiriye ku pêvajo li meydanê wekî ku Tirkiye dixwaze berdewam dike.
Biryara vekişînê li ser fermana Ocalan bûye. Di dema konferansa rojnamegeriyê de wêneyekî Ocalan li pişt wan hatibû daleqandin. Ew wêne ji peyameke vîdeoyî ya Ocalan hatiye wergirtin ku di rojên borî de arasteyî Qendîlê kiriye. Ocalan ew peyam li ser daxwaza dewleta Tirk şandiye da ku berdewamiya pêvajoyê nîşan bide û dawî li nîqaşên li ser rawestandina wê bîne.
Ev pêngava dawî ya PKKyê xwedî gelek aliyan e. Berpirsên Tirk ev çend sal in îdia dikin ku PKK li nav sînorên Tirkiyeyê nemaye lê artêşa Tirkiyeyê tenê karîbû çalakiyên leşkerî yên PKKyê rawestîne. Ev pêngav nîşan da ku gerîla hîn jî li nav sînorên Tirkiyeyê mane.
Mijara veguhastina wan 25 gerîlayên ku di konferansê de amade bûn, pirsan çêdike: Gelo veguhastina wan bi hevahengiya bi îstixbarat û artêşa Tirkiyeyê re bûye, yan çawa ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûne? Ev yek sersariya Tirkiyeyê ya di pêvajoya aştiyê de nîşan dide ku heta niha ti gava yasayî neavêtiye da ku alîkariya PKKyê di xwefesixkirin û çekdanînê de bike. Vekişîna gerîlayan ne tenê ji nav sînorên Tirkiyeyê ye, ji herêmên sînorî yên nêzîkî Tirkiyeyê jî vekişîn heye. Ev pêngaveke girîng e da ku derfet ji bo aloziyê nemîne.
Di çarçoveya pêngavên meydanî de, tê plankirin ku PKK çend sitargehên xwe yên li herêmên sînorî vala bike û wekî nîşana niyeta pak radestî leşkerên Tirk bike. Her wiha tê payîn ku PKK bi awayekî fermî hêzên xwe ji nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vekişîne.
Nihênî û girîngiya Sabrî Ok
Sabrî Ok endamê Konseya Serokatiyê ya KCKyê ye û navekî girîng ê nav PKKyê ye. Sabrî Ok ji ber beşdarbûna êrişên 1984an, ji sala 1985an heta 2005an di zîndanê de ma. Piştî azadbûnê çû Ewropayê û serpereştiya rêxistinên PKKyê kir. Sabrî Ok di dan û standinên agirbesta sala 2006an de yek ji endamên şandeyê bû û ji ber bandora xwe wekî serokê sîber ê DTPyê dihat naskirin.
Sabrî Ok yek ji wan serkirdeyên PKKyê bû ku ji bo dan û standinên Osloyê yên sala 2010an çûbû Norwecê. Li gorî tomarên dan û standinan, Hakan Fîdan (wê demê alîkarê şêwirmendê MÎTê bû) daxwaz ji Sabrî Ok dike ku ew qasî bandorê li ser BDPyê nekin û bihêlin ew siyasetê bikin.
Rapora Komîsyona Aştiyê û pakêteke taybet a ji bo PKKyê
Komîsyona Aştiyê heta niha 15 civînên berfireh li dar xistine. Biryar e beriya nivîsandina rapora dawî, Komîsyon careke din serokên MÎTê, Wezareta Parastinê û Wezareta Navxwe vexwîne. Tê payîn ku di destpêka meha bê de rapor radestî parlamentoyê bê kirin û pêşniyarên wê zêdetir bi guhertina yasaya cezakirinê û yasaya têkoşîna li dijî terorê ve girêdayî bin.
Li aliyê din, MÎT û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê pêşnûmeya pakêteke taybet a ji bo PKKyê temam kiriye. Pakêt çarenivîsa wan rêxistinên ku biryara xwefesixkirin û çekdanînê dane diyar dike. Pakêt her wiha rewşa gerîlayan a piştî vegerê û rewşa hinek girtiyên PKKyê jî destnîşan dike. Di çarçoveya heman pêşniyaran de, rêyên yasayî û siyasî dê ji bo hinek siyasetmedarên Kurd ên ku niha li Ewropayê dijîn, bên xweşkirin da ku vegerin Tirkiyeyê û beşdarî pêvajoya siyasî bibin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)