Iraq; Projeyek bo perçebûnê

Di sala 2003yê de piştî hilweşandina rejîma Baesê, ji bo îdarekirin û rêvebirina Iraqê, gotina pêkvejiyanê argumenta herîn girîng û nimûneya herî zelal bû. Argumenta wan; demokratkirina civaka Iraqê, pêşxistina demokrasiyê, mafê mirovan, bihêzkirina civaka sivîl, azadiya medya u derbirrînê bû.

Amerîka û hevpeymanên wê, wiha bawer dikirin ku dê bi bihêzkirina sazî û çandê, Iraqê ji şêweya paşahtiyê veguhezine welateke sivîl. Di rastiyê de sazî û kultur du aktorên gelek girîng in. Herwiha du amarên herî girîng in ji bo avakirina civak, grûp û kesayetan. Li ewa ku niha li Iraqê amade, tişteke gelek ciyawaz e, şêweya wê derbirrînê heye wêneyeke xwe yê cuda heye.

Heta niha jî Iraq di bin bandora çanda totalîter, xweferzkirin û redkirina aliyên din de ye. Çanda di nav Iraqê de; ne ew çande ku tevahiya civakê hembez bike, berevajoyê wê, mezhebperest e, û di bin bandora merciyên olî de ye û gotina milîsan ji ya dewlet û saziyan zêdetir girîngiya xwe hebûye.

Li Iraqê her tim rewşa ku ji aliyê civakî û rêkbixistinê ve têk diçe serdest e û her diçe zêdetir belav û perçe dibe. Îro ew rewşa ku Iraqê weke dewlet nîşan dide, ne deshilatdarî û ew çanda ku xwedî sembol û sînor e. Berhemên siyasî û pêşxistina siyasetê, ne giştî ye û têgeha wê ya hembezkirina civakî nîne. Îro tiştê ku Iraqê li ser pêyan dihelê, hêzeke dervey wê ye û sistemek e ku di nav civaka navnetewî de tê avakirin û ew sistem Iraqê xwe weke projeyekê ferz dike û dibe sedem ku nirx û sembol neyên perçekirin.

Niha Iraq di pêvajoyekê wisa de ye ku heroj di nava xwe de perçe dibe. Belavbûn tê wateya hestên yekîtî, pêkvejiyanê û wekheviyê ji dest diçin. Perçebûna li Iraqê nerm û çalak e.

Nasname û sînor

Di edebiyat û felsefeya desthilatdarî û dewletê de “nasname û sînoran” rola bihevgirêdana hêz, beş, grûp û ramanên cuda lixwe digirin. Sînor li vê derê tê wateya ku ji navenda dewletê heta dorbera wê, peywendiyên mirovan dê çawa be û welatî li ser çi astê beşdarî desthilatdariyê dibin. Lê tişt xuya dibe ew e ku ti caran Iraq ji bo vê yekê amade nebûye.

Li Iraqê diyardeya nasnameyê, bi heman şêweyê weke sînoran mirî ye, ti rol û foksiyona wê nîne. Îro li cihana Iraqê, aktor, grûp û ti hêzan nasnemeyeke hevbeş nîne ku wan bi hev ve girê bide. Iraqîbûn, ne pirseke mezin, bi bandor, cidî û sereke ye. Herwiha bi heman şêweyî ne di wê astê de ye ku civakên cuda lixwe bihewîne. Nasname û hestbûna Iraqê, ji tevahiya pirs û nîqaşên wê yên din paştir e. Iraqîbûn weke nasname, di warê şêwaz, wate, teşe, bingeh û şîrovêyê de xwedî modeleke taybet e.

Iraqbûn li başûrê welat, tê wateyekê û li bakurê welat tê wateyeke din. Aliyên sunne û şie ji hev cuda temşeyê Iraqbûnê dikin. Kurd û pêkhateyên din hêj cudatir li meseleyê dinêrin. Gelek zelal e ku karîgerên siyasî û civakî li Iraqê zêdetir dibin sedema perçebûn û belavbûnê.

Di rastiyê de mijara bîranînên civakî û meseleya nasnameya hevbeş, karîgerên herî zêde ne di nav civaka Iraqê de dibin sedema krîz û perçebûnê. Ji ber sistema hikumraniyê, tevahiya rejîmên Iraqê ev krîz mezintir û kûrtir kirine. Derketina hole ya DAIŞê ji nav axa Iraqê û referanduma serxwebûna Kurdistanê, du wêne ne ku nîşan didin, li Iraqê nasnameyeke hevbeş nîne.

Peyrew Enwer