Şerê mehekê çawa benderên Kendavê bêdeng kirin?

Sibeha 1ê Adara 2026an, yextek di qeraxên avî yên Bendera Cebel Eliyê re derbas dibû, di demekê de ku dûmaneke gur li pişt wê ber bi asman ve bilind dibû.

Ew wêneyê ku ji aliyê wênegirê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) Fazil Sina ve hatibû girtin, di nava demjimêrekê de hemû medyaya cîhanê dagir kir.

Wêne bû pênaseya kêliyekê ku ti endazyar û avakerên Kendavê bawer nedikir ku rojekê ji rojan bibînin. Cebel Elî dişewitî, Dubaî di nav şer de bû.

Tenê 9 demjimêr pêwîst bûn piştî êrişên yêkem ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, da ku ew welat bersiva xwe bigihîne bendera herî mezin a konteyneran a li Rojhilata Navîn.

Heta dema ku tîmên hawarçûnê yên Dubaiyê agirê li termînala lêxistî kontrol kir, şirketa DP Worldê ku birêvebira bendergehê ye û yek ji şirketên herî mezin ên lojîstîkî yên cîhanê ye, hemû karên xwe rawestandibûn.

Bi hezaran keştiyan li Kendavê lenger avêtibû, karmend û karkerên li ser keştiyên barhilgir li asman dinêrîn û çavê wan lê bû bê dê kengî drona duyem û sêyem nêzîkî wan bibe.

Şirketên veguhastina deryayî yên li Kopenhag, Cenevre, Hamburg û Sîngapurê mijûlî pêdaçûna hesab û kîtabên xwe bûn, axir Tengava Hurmizê bi awayekî pratîkî hatibû girtin.

Dibe ku ew keştiyên ku li bendê bûn piştî çend roj û çend hefteyan li bendera wan bin, ti carî nebînin.

Tiştê ku piştî mehekê rû daye, ne krîzeke asayî ye, ne tenê pirsgirêkek e ku bi guhertina rêyeke ji bo rêyeke din were çareserkirin.

Tiştê rû daye wekî ku Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ragihandiye, " astengiya herî mezin a li pêşiya ewlegiya enerjiya cîhanê ye ku di dîrokê de hatiye tomarkirin." Bi her êrişa mûşekî re benderên welatên Ereban ên Kendavê tarîtir dibûn.

Ji rojane 138 keştiyan daket tenê 3 keştiyan

Ji bo têgihiştina wê yekê bê Adara 2026an çi bi ser aboriya deryayî ya Kendavê de hatiye, divê em ji vê hejmarê dest pê bikin: 138.

Ev navîniya hejmara wan keştiyan bû ku rojane di Tengava Hurmizê re derbas dibûn beriya destpêka şerê "Operasyona Xezeba Destanî" ya Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de; keştiyên petrolê, keştiyên gaza şil (LNG), keştiyên hilgirê konteyneran, keştiyên barkirina otomobîl û madeyên kîmyayî.

Hemû cureyên keştiyên bazirganiyê di wê rêya deryayî ya 33 kîlometreyî ya di navbera qeraxên Îran û Umanê re derbas dibûn ji bo parastina arasteya bazirganiya cîhanî.

Lê heta 17ê Adarê, ew hejmar bû tenê 3 keştî. Wan her sê keştiyên ku ji aliyê rêxistina UANIyê ve dihatin şopandin, alaya ti welatên NATOyê an jî şirketên bazirganiyê yên mezin ên cîhanê bi wan ve nebû.

Ew bi qeraxên Îranê re diçûn û li gorî pergaleke "rezamendiya pêşwext" kar dikir ku Tehranê bi awayekî yekalî danîbû û tenê hevpeyman û hevparên bazirganiyê yên Îranê dikarîbûn derbas bibin, rê nedihat dayîn ku keştiyên welatên din derbas bibin.

Ev têkçûn ne tenê ji ber mînên deryayî bû, her çendî ku Îranê dest bi çandina wan kiribû jî. Her wiha ne tenê ji ber wan 21 êrişên piştrastkirî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên di sê hefteyên yekem de bû.

Ew amûra ku bi rastî Tengava Hurmizê girt û gefeke leşkerî guherand karesateke aborî, "bîme" bû.

Di rojên beriya êrişan de, sîgorteya metirsiyên şer ji bo keştiyan ji sedî 0.125ê bihayê keştiyê bû.

Ji bo keştiyeke petrolhilgir a mezin, ev têçûyeke guncav bû, lê di çend demjimêrekê piştî bersivdana Îranê de, nirx ji sedî 0.2 û ji sedî 0.4 bilind bû; wate zêdebûna zêdetirî çaryek milyon dolarî ji bo her derbasbûnekê.

Paşê şirketên bîmeyê bi temamî vekişiyan. Şirketa Maerskê ya Danîmarkî li bendê nema ku mînek li keştiyên wê bikeve, belkî beriya dawiya hefteya yekem, hemû seferên xwe yên ji bo Kendavê rawestandin.

Şirketên wekî MSC, Hapag-Lloyd û CMA CGMê heman karî kir. Dorpêçeke darayî ku ti keştiyeke cengî ya Îranê nedikarîbû bi tenê çêbike, ji aliyê bazara bîmeya cîhanî ve hat sepandin.

Ew roja ku Cebel Elî rawestiya

Li Dubaiyê, ji Cebel Eliyê re dibêjin "bizavker". Amar rewayiyê didin vî navî; salane 15,5 milyon konteyner bi rêya Cebel Eliyê tên veguhastin ji bo zêdetirî 150 bendergehên cîhanê.

Ya ji hemûyan girîngtir, ji sedî 36ê Tevahiya Berhema Navxweyî (GDP) ya Dubaiyê pêk tîne. Dema Cebel Elî kar dike, Dubaî kar dike û dema ku disekine, hejmar dibin tiştekî ku nayê bawerkirin.

Karesata bazirganî bi temamî xwe nîşan da û Bendergeha Cebel Eliyê 1ê Adara 2026an rawestiya. Sedem derketina agir a li yek ji termînalan bû ku ji ber paşmayên mûşekeke Îranê çêbûbû.

Îranê di dema şer de 357 mûşekên balîstîk, 1806 dron û 15 mûşekên kruzê avêt Îmaratê ku piraniya wan ji aliyê pergala parastinê ya Îmaratê ve hatin têkbirin bi têçûyeke ku Wezareta Parastinê eşkere nekir lê bi milyaran dirhem tê texmînkirin. Agir hat kontrolkirin, lê ewlehiya bendergehê nehat dabînkirin.

Rawestandina karên DP Worldê bû sedema karesateke zincîreyî. Herêma azad a benderê ku mazûvaniya zêdetirî 7 hezar şirketan dike û 500 şirketên Çînî jî di nav de ne ku Cebel Elî navenda belavkirina kel û pelên wan a li herêmê ye, ket rewşeke awarte.

Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaiyê çend caran hat girtin. Geştyar sewqî stargehên dijî bombeyan hatin kirin. Hêla Asmanî ya "Îmarat"ê geştên xwe rawestandin. "Burc el-Ereb" a ku sembola Dubaiyê bû ji ber paşmayên mûşekên ku hatibûn pûçkirin zirar dît. Dûman ji bircên "Dubai Marina"yê bilind bû. Dronek li nêzîkî Otêla "Fairmont The Palm"ê ket xwarê.

Karmendekî sektora darayî ya li Qeterê, di demekê de ku wêneya mûşekan ji balkona cihê mayîna xwe digirt, li ser tora civakî ya Xê bi tenzeke tehl nivîsîbû: "Ez hatim Qeterê da ku ji bacê birevim, lê niha ez ji destê mûşekan direvim û xwe vedişêrim."

Bandorên darayî yekser derketin holê. Borsa Ebû Dabiyê û Bazara Darayî ya Dubaiyê ji bo du rojên yekem bazirganî rawestand ku ev di dîroka Îmaratê de yekem girtina bazarê bû di dema şer de.

Dema ku hatin vekirin, Bazara Darayî ya Dubaiyê ji sedî 5.2 daket. Li ser asta cîhanî jî, pîverên "Dow Jones" û "S&P 500"ê daketin û pişkên şirketên firokevaniyê têk çûn.

Stratejîstê berê yê bazarê yê li JPMorganê Marko Kolanovic dibêje, "Dubaî ku ji sedî 88ê aboriya wê li ser biyaniyan, geştyarî, darayî û firokevaniyê ye, eger heye ku ziyaneke mezin bide cîhanê heger ev rewş bidome."

Ziyanên geştyariyê yên welatên Kendavê ji ber girtina asmanan gihiştin 40 milyar dolarî ku ev jî piştî wê yekê hat ku geştên betlaneya Remezanê bi temamî têk çûn.

Bîrkariya petrolê

Eger rewşa Cebel Eliyê wekî "drama" be, wê demê ya petrolê "trajediya" ye.

Beriya şer, rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol di Hurmizê re derbas dibûn; wate pêncyeka hemû wê petrola ku li cîhanê bi deryayê tê veguhastin. Her wiha salane 80 milyon ton gaza şil (LNG) dihat veguhastin ku dike ji sedî 12-14ê pêdiviya Ewropayê ya bi gazê.

Ji sedî 84ê petrola xav a bazarên Asyayê bi rêya Tengava Hurmizê dihat dabînkirin. Çînê sêyeka petrola xwe ji vê rêyê bi dest dixist û Japonyayê jî ji sedî 95ê petrola xwe ji welatên Kendavê dikirî.

Banka Federal a Dallasê ragihand, "Ev bûyer, ji aliyê qebareya têkçûna dabînkirina cîhanî ve, 3 heta 5 caran ji her şokeke petrolê ya berê (wekî salên 1973, 1979 û 1990î) mezintir e." Girtina Hurmizê ya di 2026an de gefa nemana ji sedî 20ê enerjiya cîhanê ye.

Heta 6ê Adarê, amarên şirketa Vortexayê nîşan dan ku hinardeya petrola Kendavê bi rêjeya ji sedî 72yan di yek hefteyê de kêm bûye. Hinardeya Îraqê ya bi rêya Besreyê bi temamî rawestiya.

Kuweytê ti boriya cîgir nebû. Siûdiyê hewl da petrola xwe veguherîne "boriya rojhilat-rojava" ya ber bi Deryaya Sor ve, lê şiyana wê boriyê tenê 7 milyon bermîl e ku ev jî ji çaryeka berhemanîna beriya şerê Kendavê kêmtir e.

Li Qeterê, krîzê şêweyekî wêrankertir girt. Şirketa Qatar Energyê, piştî êrişên rasterast ên Îranê yên li dezgehên wê, berhemanîna xwe ya li "Ras Lafan"ê bi temamî rawestand.

Nirxê gaza xwezayî li Ewropayê tenê di hefteya yekem de ji sedî 40 bilind bû. Ziyanên Qeterê tenê di yek meha rawestana gazê de bi 4 milyar dolarî hatin texmînkirin.

Pisporên ser bi Chatham Houseê ve derbarê mijarê de ragihand, "Berdewamiya girtina Hurmizê dikare nirxê petrola brentê bigihîne 200 dolarî ji bo her bermîlekê; astek ku bi dilniyayî dê bibe sedema sistbûna aboriya cîhanê."

Nasnameya bajarekî di bin agir de

Cureyekî birînê heye ku hejmartina wê ji derfetên bazirganiyê yên jidestçûyî an jî geştên hilweşiyayî zehmettir e; ew jî birîna "têgihiştina bajar a ji bo xwe" ye.

Dubaiyê 40 sal derbas kirin ji bo çêkirina tiştekî bêwêne: Çîroka "cudabûn"ê di herêmeke nearam de. Bajarên din ên Kendavê xwedî petrol bûn, lê Dubaî xwedî vîzyon bû.

Balafirgehek çêkir ku bû balafirgeha herî qerebalix a cîhanê, bendergeheke wê hebû ku ji her cihî Amerîka û Ewropayê zêdetir konteyner tê de dihatin veguhastin. Soz ew bû ku Dubaî parastî ye, vekirî ye û cihê pêbaweriyê ye. Şer her tim li pişt sînorên Dubaiyê bûn.

Ji 1ê Adara 2026an ve, ew pêbawerî û baweriyabixwe wekî jêrxaneyên fîzîkî ketin ber êrişekê.

Paşmayên mûşekan li herêma "Berşa" û "Naxleya Cumeyreyê" ketin xwarê. Şirketa AWSyê ragihand ku navenda amarên wan hatiye lêxistin; ev dibe ku di dîrokê de cara yekem be ku jêrxaneya "ewr" a şîrketeke mezin di şerekî de zirarê dibîne. "Dubaiya Dîjîtal" jî di bin agir de bû.

Birêvebirê Veberhênanê yê li Edmond de Rothschildê Nebîl Mîlal dibêje, "Bi rêjeya ji sedî 70yî metirsî heye ku bandora şer a li ser vê herêmê ji bo demeke dirêj bimîne."

Berawirdkirina Dubaiyê bi Beyrûta ku berê paytexta darayî ya herêmê bû û di salên heftêyan de ji ber şerê navxweyî wêran bû, tiştek e ku niha hinek pispor bi hişyarî qala wê dikin.

Guhertina rêya cîhanê

Di nav aloziya Kendavê de, ji pergala veguhastinê ya cîhanî re tenê yek bijarde maye, hilbijartina rêya dûr.

Wate rêya Cape of Good Hope (Rêya Hêviyê) ya ku li dora başûrê Afrîkayê dizivire û Asya û Ewropayê bi hev ve girê dide, bi taybetî piştî wê yekê ku roja şemiyê Husiyan ragihand ku ew jî ji bo piştgiriya Îranê ketine nav şer.

Siûdî û Îmaratê bi lezeke mezin rêya cîgir hilbijart. Aramcoyê boriya "rojhilat-rojava" çalak kir. Îmaratê petrola xwe bi rêya boriyê gihand "Fuceyre"ya li ser Deryaya Ereb.

Şirketên veguhastinê ji bo gihandina baran a ji bendergehên Deryaya Sor ber bi navxweyê welêt ve rêyên bejahî û xetên hesinî bi kar anîn.

Lê rastiya tehl ew e ku Qeter, Kuweyt û Behreyn ji bilî derbasbûna di Hurmiz yan jî xaka Siûdiyê re, ti rêya bejahî ya cîgir nînin.

Niştecihên van welatan xwarinên hawirdekirî dixwin û nexweşxaneyên wan dermanên hawirdekirî bi kar tînin. Girtina demdirêj a Hurmizê ji bo van welatan tê wateya nemana pêdiviyên sereke.

Di vê navberê de, Rûsya sûdmend bû. Petrola Rûsyayê ya ku ji ber cezayan rêya wê ya Ewropayê hatibû girtin, ji aliyê Hindistan û Çînê ve xwestekeke zêde li ser çêbû, ji ber ku li beramberî petrola Kendavê wekî çavkaniyeke cîgir a seqamgîr tê dîtin.

Qebareya ziyanan

Piştî mehekê ji şerê Îranê, qebareya ziyanan hîn jî li zêdebûnê ye:

Ziyana dahata benderan: Meha Adara 2026an bi 14,4 milyar dolarî tê texmînkirin (ji bo welatên Kendavê).

Ziyana hinardeya petrol û gazê: Nêzîkî 21,5 milyar dolar ji bo welatên Kendavê.

Ziyana firokevanî û geştyariyê: Nêzîkî 40 milyar dolar ji ber girtina asmanan û rawestandina geştên balafirgehên Dubaî û Qeterê.

Ziyana bazarên darayî: Têkçûna borsayan, vekişîna sermayeyê û rawestandina projeyên veberhênanê yên milyar dolarî.

Tevahiya ziyanên aborî yên tenê mehekê ji şer ji bo welatên Kendavê (GCC) di navbera 75 û 80 milyar dolarî de ye. Ev yek beriya hejmartina bandorên li ser enflasyon û pîşesaziya li Asya û Ewropayê ye.

Ew soza ku ket ber ezmûnê

Ziyanên aborî di dîrokê de bêwêne ne, lê ya ku ketiye ber ezmûnê û dibe ku ti carî bi temamî baş nebe, tiştek e ku nirxê wê ji bermîlên petrolê û konteyneran girantir e.

Ev 40 sal in, navendên bazirganiyê yên Kendavê li ser yek soza bingehîn kar dikir, ew jî ew bû ku nakokî û şerên Rojhilata Navîn nagihin wan. Beyrûtê ew soz da û di şerê navxweyî de ji dest da.

Kendavê ew soz parast û tiştekî bêhempa li ser ava kir; ew bajarên ku 2 trîlyon dolar sermayeya sandoqên niştimanî ber bi xwe ve kişandin. Ew soz ne tenê reklam bû, belkî sedema wê yekê bû ku bi sed hezaran pisporên biyanî biçin Dubaiyê û şirketên cîhanî Cebel Eliyê hilbijêrin.

Ji 28ê Sibatê ve, ew soz bi şêweyê herî giran hat ezmûnkirin. Îranê di bersivdana xwe de ne tenê jêrxaneyên leşkerî kirin armanc, belkî li wan cihan xist ku sembola wê "soz"ê bûn: Balafirgeh, bendergeh, otêlên bilind û xemilandî û navçeyên darayî. Armanc têkşikandina wê wêneya ku dibêje "Kendav stargeheke aram e" bû.

Gelo ev soz dê bimîne an na, ew girêdayî wê yekê ye bê şer dê çawa bi dawî bibe. Bersiveke bilez û yekalîker dikare rê bide ku Kendav careke din rabe ser pêyan, ji ber ku jêrxane zirar dîtîye, lê wêran nebûye, veberhêner tirsiyane, lê hîn bi temamî nereviyane.

Lê senaryoya reşbîn, wate nakokiyeke demdirêj û berdewamiya girtina Hurmizê û gihîştina petrolê ya 200 dolarî, ev yek wisa dike ku pirsa "Beyrût"ê derkeve pêş, ev bîrkariya şerekî bêdawî ye ku ne tenê ji bo serbaz û mûşekan, belkî ji bo wê sermayeya mezin a cîhanê tê bikaranîn ku her roj li pey cihekî aram digere.

Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê