Wergerandin wek deriyekî dî ku li ser ruh vedibe

29-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Di sedsalên navîn de, ji wan dem û dewranên dûr ve, wek dibêjin, ereban qedir û girîngiya wergerandinê baş nas kiribûn. Beşek ji dîrokzanan dibêjin, xelîfeyê ereb el Mamûn bihayê pirtûkên wergerandî zêr dida, li ser bextê wan be dibêjin ku pirtûka wergerandî çend kîlo bikira, el Mamûn bi qasî wan kîloyan zêr dida kesê wergêr.

Ger mirov li tevgera wergerandinê û hejmara pirtûkên wergerandî yên wê serdemê binihêre, dê vê gotinê bawer bike. Çi ku di serdema el Mamûn de hejmareke zêde ya pirtûkên girîng ên di warê felsefe, endezyarî, feleknasî, matmatîk, edebiyat, bijîjkî, zanist û muzîkê de, ji zimanên grîkî, farisî, suryanî û keldanî ji bo zimanê erebî hatin wergerandin.

Dibêjin el Mamûn qesra xwe bi wergêran tijî kiribû û barê sed huşteran pirtûkên yewnanî guastibûn Bexdê. Herweha ji wergêran re muçe û diravên dayîmî terxan kiribûn ku têra hemûyan dikirin.

Rabûna ewropî ya gewre ku Ewropa ji serdemên tarîtî û nezaniyê guhaste çaxên rohnî û ronahiyê, dema dest pê kir, ji wergerandineke berfireh û seranserî ya hemû kar û berhemên şaristanî û felsefî yên berê dest pê kir. Wan bi zanebûn hizr û raman ji hemû miletên erdê birin, nemaze jî ji Grîkistan û grîkên kevnare, xudanên şaristaniya birûskdar û têgehên ku hêj li seranserê dinyê belav û çirisandinî ne. Eşkere bû ku lêkolîn û berhemên grîkî û latînî cihê xwe di wîjdan û mejiyê hejmareke zêde ya mirovên ewropî de çêkiribûn, ên ku piraniya kitêb û cildên wan di kenîşt û dêran de dîtibûn, lewra li ser xwendin û vekolîna wan sekinîn û piraniya wan wergerandin ser zimanên xwe yên xwecihî.

Piraniya miletên cîranên me hin rê û rêçik ber bi ruhên xwe ji xwe re vekirine û heta radeyekê di wê yekê de bi ser ketin, ango mêzandina li jiyanê ne bi çavên ên dî, lê bi çavên xwe, berevajî me kurdan. Wek mînak, mezheb û fikirekî tevahî wek Komunîzmê bi ziman yan bi çend zimanên ku ne yên me bûn, gihişte me. Helbet, şiyan û hêza zimanê me heye, wek her zimanekî dinyê, ku wê rêbazê li xwe bigire û wergerîne û bihêle ku bi kurdî bipeyve!

Herweha li kêleka berhemên pir ên Lenin û Marx, me pirtûkên Gorkî, Tolstoy û Dostoyevsky û kesên dî ji giregirên edebiyata rûsî û ewropî wek Victo Hugo û yên dî bi zimanê erebî xwendin. Piraniya berhemên edebiyata rûsî bi cildên mezin û hezarên rûpelan bi rêya wergêrê ereb ê hêja rehmetiyê Samî el Derûbî gihiştin destê me. Lê her çawa be jî, ev yek nebû sedem ku em ruhê Rûsyayê, edebiyata wê, erda wê, esmanê wê û kûraniya hest û nestên wê bi çavine kurdî bibînin.

Bê guman wergerandin wek proseyeke berdewam û têkildarî jiyan û edebiyata temamiya milet, herweha wek huner û pîşesaziyeke profesyonel ku pîvan, prensîb û bingehên xwe hene, hewcedarî alîkarî, piştevanî û amadekirina atmosfêran e da ku wergêrekî kurd bihêle Kafka, Kundera û Şoloxov bi zimanê bav û bapîrên me bipeyvin, bihêle ku ew bi kurmanciya gewr yan soraniya rewan yan çi zaravekî kurdî yê dî, şikestin, hêvî, daxwaz û xewnên xwe bînin zimên.

Mixabin, heta niha pir kêm berhemên kurdî, çi kurmancî yan soranî, hatine wergerandin ji bo zimanên dî. Ev yek astengiyeke pir mezin e û kelemek e li ser riya belavbûn û cîhanîbûna edebiyata kurdî li seranserê dinyê. Gelo çima wezaret yan dezgehek yan saziyek, wek mînak, hemû berhemên romannivîsê mezin Bextiyar Elî wernagerîne ser zimanê ingilîzî, yan fransî, yan erebî û farisî û tirkî? Çima weşanxane yan dezgehek hemû berhemên Orhan Pamuk wernagerîne ser kurmancî û soranî? Lê ya herî girîng hemû berhemên edebiyata kurdî, ya kurmancî û soranî jî, bên wergerandin ser zimanên cîhanê yên herî bi bandor û karîger.

Wergerandin daweta zimên e, û zengînî û dewlemendiyeke mezin dide her zimanekî. Bi rêya wergerandinê, xwîneke genc û nû di laşê zimên de digere û ziman nûjen dibe. Bi rêya wergerandinê, şaristanî, çand û kultûrên dinyê tev li hev dibin.

Wergerandin ji bo me, wek kurd, li şoreşekê diçe, qesta min şoreşeke zimanî û hizrî. Ji xwe ku kesek bi hewceyî şoreşan be, ew kes em bi xwe ne, çi ku erda me hêj beyar e, hêj nehatiye cotkirin. Wergerandin deriyan li ser piştê li pêşiya ruhê kurdî yê asêmayî û dorpêçkirî  vedike. 

Lew ez bawer dikim ku mîrê ereb ê kevnare el Mamûn ku pirtûkên wergerandî ser zimanê xwe bi kîloyan dipîva û li gor giraniya wan zêr dida wergêran, ne şaş û xelet bû. Çi ku zêr, dostino, tê û diçe, lê ew pirtûk û ew ziman heta hetayê dimînin.                      

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst