Lêborîna fermî na lê divê em şerm bikin!
Di jenosîda ermeniyan de kurd jî beşdar bûne, ti gumanek li ser vê yekê tine. Lê çima divê em ji ber wê kiryarên ku komek caşên sultanê Osmanî kirine daxwaza lêborînê ji ermeniyan bikin? Di nav DAIŞê de jî gellek kurd hene ku tevlî komkujiyên vê dawiyê bûne. Eger sibê DAIŞê nema ma wê çaxê divê em ji erebên Sûriyê û şîeyên Iraqê û kurdên êzîdî lêborînê bixwazin?
Ermenî 100 sal e hewl didin dinyayê razî bikin ku li dijî wan jenosîd hatiye kirin. Her çiqas xebateke bihêz ya lobî ya ermeniyan li Washington û Brûkselê jî heye lê heta niha Amerîkayê negotiye li dijî ermeniyan jenosîd hatiye kirin. Dewleta Tirkiyê jî ku qaşo dewleta Osmanî hilweşandiye û dewletek nû ava kiriye, qebûl nekiriye û nake ku ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatine qirrkirin.
Kurd, ku wê demê statûyeke wan nebûye, di qirrkirina ermeniyan de beşdar bûne lê heta niha jî nizanin çawa serederiyê bi vê bûyerê re bikin. Ti gumanek li ser vê yekê tine ku kurdên ku girêdayî “Hêza Hemîdiye” bûn di komkujiya ermeniyan de beşdar bûne, yanê jin, zarok, pîr û kal û qîz û xortên ermenî komkuj kirine, tam mîna wê yekê ku di heyama sed salên borî de bi ser netewa wan de hat.
Hinek dibêjin, kurdên ku peyayên Hêza Hemîdiye bûne tenê ferman pêk anîne û ti sûceke wan tine ji ber wê jî xwestina lêborînê ji ermeniyan lazim nîne. Lê heman ew kes li bendê ne erebên Iraqê ji ber qirrkirina kurdan ji aliyê rêjîma Sedam ve lêborînê ji kurdan bixwazin.
Hinek din jî hene ku dibêjin, ermeniyan bi piştevaniya Rûsyaya beriya heyama komonîzmê, êrişî Kurdistanê kirine û li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê sivikatî bi jin û keçên kurd kirine. Ji ber wê jî tevlîbûna kurdan di qirrkirina ermeniyan de bersivdayîn û tolhildan bûye, îja çima divê kurd lêborînê ji wan bixwazin?
Lê eger gelek li hember sûc û tawanên nifşa beriya xwe berpirsiyar nebe wê çaxê ti wateya nivîsandina dîrokê, şermkirin û serbilindî di dîroka gelan de namîne. Bi vî rengî pêwîst nake Almanya ji ber kiryarên Hîtler daxwaza lêborînê ji ti kesî bike, her wiha pêwîst nake iraqî jî ji ber qirrkirin û jenosîdaên Enfal û Helebceyê şerm bikin. Lê gelo ev yek rast e û dadmendane ye? Bêguman Na.
Em ti carî mecbûr nînin ji ber kiryarên DAIŞê lêborînê ji kesî bixwazin, ji ber ku kurd niha şerê DAIŞê dike. Lê di mijara ermeniyan de divê em wêrek bin û li başî û xirabiyên dîroka xwe xwedî derkevin. Divê her çawa em bi vê yekê serbilind in ku barzanî çûne hewara ermeniyan û hinek ji wan rizgar kirine wisa jî ji wê yekê şerm bikin ku serkirde û serokeşîrên me di qirrkirina wan de beşdar bûne.
Pêwîst nake Hikûmeta Kurdistanê bi fermî lêborînê ji ermeniyan bixwaze lê ji bo hurmeta wan ermeniyên ku li Kurdistanê dijîn jî divê em bêjin: Em ji vê yekê şerm dikin ku kurd di qirrkirina gelekî din de beşdar bûye.