Çima pereyê Îranê bêqîmet dibe?
Ev amarên li jêr rasterast nîşan didin ku tenê di rojekê de (îro çarşemê) çi bi serê diravê niştimanî yê Îranê de hatiye. Her wiha nîşan didin ku ew şerê ku Komara Îslamî ya Îranê dorpêç kiriye, aboriya wê ber bi ku ve dibe.
Ev amar, amarên bazara azad in û rasterast ji malperên bawerpêkirî yên Îranê hatine wergirtin.
Zanyariyên rasterast ên bazarê (29ê Nîsana 2026an):
- Bihayê îro (bazara azad): Her dolarek 178 hezar û 650 tumen e (di 24 saetan de ji sedî 7,04 zêde bûye).
- Asta herî bilind a rojane: Her dolarek 178 hezar û 900 tumen.
- Asta herî nizm a rojane: Her dolarek 160 hezar û 350 tumen.
- Guherîna li gorî doh: +11 hezar û 750 tumen (Doh bi 166 hezar û 900î hatibû girtin).
- Guherîna li gorî hefteyekê berê: Ji sedî +15,89.
- Guherîna li gorî şeş meh berê: Ji sedî +66,34.
- Bihayê destpêka sala 2025an: Her dolarek 81 hezar û 750 tumen.
- Tevahiya zererên ji sala 2016an ve: Li beramberî dolar ji sedî 98ê qîmetê xwe ji dest daye.
- Pêşbîniya IMFyê ya enflasyonê ji bo 2026an: Salane navînî ji sedî 68,9.
- Pêşbîniya mezinbûna berhema navxweyî (GDP) ji bo 2026an: Ji sedî 6,1 bipaşveçûn.
- Zererên şer ên texmînkirî: 270 milyar dolarên rasterast û nerasterast.
- Derdestçûna derfetên kar ji 28ê Sibatê ve: Nêzîkî 2 milyon.
Bi zimanekî sade, wateya van hejmaran ev e; malbateke Îranî ku beriya 10 salan 10 hezar dolar bi tumenî kom kiribe (wê demê dolarek 3 hezar û 400 tumen bû), niha qîmeta wî pereyê ku bi tumen kom kiriye kiriye tenê bi 19 dolaran re wekhev e.
Di maweyê şeş mehan de tumen sêyeka qîmetê xwe ji dest daye. Liv û tevgera îro ya bazarê ku di rojekê de zêdetirî ji sedî 7 e, ne tenê bilindbûn û daxistineke asayî ye, belkî têkçûneke binesazî ya di diravê niştimanî yê Îranê de ye.
Daketina tumenê Îranê bo 178 hezar û 650î ya li beramberî dolarekî Amerîkî ya di 29ê Nîsana 2026an de, ne encama tenê şokekê yan hefteyeke xerab a bazarê ye. Ev dawiya proseya 10 salî ya têkçûna dirav e ku ji ber wî şerê 28ê Sibata 2026an dest pê kir û girtina Tengava Hurmizê gihîştiye lûtkeya xwe.
Qîmeta dolar çawa ji 3 hezar û 400 tumenî gihîşt 178 hezar û 650 tumenî?
Ketina qîmetê tumenê Îranê di dîroka wî welatî de kêmwêne ye. Dema peymana atomî ya sala 2016an dolarek 3 hezar û 400 tumen bû. Adara 2025an sînorê 100 hezar tumenî derbas kir û îro gihîşte 178 hezar û 650 tumenî. Tumen di kêmtirî 10 salan de li beramberî dolar ji sedî 98ê qîmetê xwe ji dest da.
Di vê proseyê de komkirina nifşekî temam ê Îraniyan ji holê çû. Enflasyona xwirekan ji sedî 100î zêdetir bû. Wekî ku Donald Trump 28ê Nîsana 2026an got aboriya wî welatî gihîştiye "rewşa têkçûnê".
Grafîka li jêr qonax bi qonax têkçûna tumen ji sala 1979an heta îro nîşan dide. Vê yekê wekî jiyannameya diravekî bibînin ku gav bi gav ji ber îzolasyona jeopolîtîk, birêvebirina nebaş a aboriyê û şer bêqîmet bûye:
1979: Dolarek bi 7 tumenan, enflasyon ji sedî 5 kêmtir. Piştî Şoreşa Îslamî, revîna sermayeyê.
2012: Dolarek bi 2 hezar û 500 tumenan, enflasyon ji sedî 27. Cezayên Amerîka û Ewropayê, şoka yekem a mezin.
2016: Dolarek bi 3 hezar û 400 tumenan, enflasyon ji sedî 9. Peymana atomê, aramiya demkurt.
2018: Dolarek bi 12 hezar – 19 hezar tumen, enflasyon ji sedî 31,2. Vekişîna Amerîkayê ya ji peymanê.
2020: Dolarek bi 27 hezar tumen, enflasyon ji sedî 36,4. Krîza Koronayê, dahata petrolê bû sifir.
2022: Dolarek bi 43 hezar tumenan, enflasyon ji sedî 47,2. Xwenîşandanên ji bo Jîna Emîniyê.
2024: Dolarek bi 62 hezar tumenan, enflasyon ji sedî 32,5. Aramiyeke kêm, nediyariya dîplomatîk.
Kanûna Paşîn a 2025an: Dolarek bi 81 hezar û 750 tumenan, enflasyon ji sedî 36,4. Lezbûna têkçûna binesaziyê.
Adara 2025an: Dolarek bi 100 hezar tumen, enflasyon ji sedî 40+. Derbasbûna sînorê sembolîk.
Hezîrana 2025an: Daketina tund, enflasyon ji sedî 44+. Şerê 12 rojan, lêdana binkeyên atomî.
Kanûna Pêşîn a 2025an: Dolarek bi 142 hezar tumenan, enflasyon ji sedî 42,2. Îstifaya Ferzîn, xwenîşandanên giştî.
27ê Kanûna Paşîn a 2026an: Dolarek bi 150 hezar tumenab, enflasyon ji sedî 44,6. Asta herî nizm a dîrokî ya nû.
Sibata 2026an: Dolarek bi 166 hezar - 175 hezar tumenan, enflasyon ji sedî 62,2. Destpêka şer (28ê Sibatê), girtina Hurmizê.
23yê Nîsana 2026an: Dolarek bi 132 hezar tumenan, enflasyon ji sedî 68,9. Aramiyeke demkî, ji destdana 2 milyon karan.
28ê Nîsana 2026an: Dolarek bi 166 hezar û 900 tumenan, enflasyon ji sedî 70+. Destpêkirina daketinê, gotina Trump.
29ê Nîsana 2026an: Dolarek bi 178 hezar û 650 tumenan (ji sedî 7,04 zêde bû). Nirxê îro yê bazara azad.
5 sedemên sereke yên têkçûna bihayê tumen
1. Cezayan aboriya Îranê ji dolar bêpar kir: Her aboriya ji bo hawirdekirin û dayîna deynan pêwîstiya wê bi dolar heye. Ji bo Îranê ev rê ji ber cezayan hat xitimandin û sala 2026an bi temamî hat birîn. Dorpêça deryayî ya li Tengava Hurmizê bû sedema birîna ji sedî 70yê dahata hinardeya Îranê. Dema dolar neçe nav Îranê, her kes hewl dide tumenên xwe bifiroşe û dolaran bikire, ev jî qîmetê wê zêdetir dadixîne.
2. Çapkirina pereyan ji bo dabînkirina xerciyan: Hikûmeta Îranê ji bo tijîkirina kêmasiya budceyê, serî li çapkirina bêsînor a pereyan da. Banka Navendî ya Îranê Nîsana 2026an pereyê herî mezin ê kaxezî yê di dîroka xwe de çap kir ku milyonek tumen (10 milyon riyal) e. Bi bihayê îro, ev pereyê kaxezî tenê 5,60 dolar dike.
3. Pergala pirbuhayî, sedemek ji bo aloziyê: Hebûna çend bihayên cuda ji bo dolar (fermî, nîma û azad) bû sedema gendelî û tevlîheviya bazarê. Dema hikûmetê xwest bihayê piştgirîkirî yê 28 hezar û 500 tumenî rake, hemû zext ketin ser bazara azad û bihayê wê gelekî bilind kir.
4. Şer, xwenîşandan û nemana baweriyê: Qîmeta dirav bi baweriyê ve girêdayî ye. Şerê 12 rojan ê sala 2025an şokeke mezin çêkir. Heta Kanûna Pêşîn a 2025an tumen gihîşt 142 hezarî û Serokê Banka Navendî ya Îranê îstifa kir. Xwenîşandanên li seranserê welêt û qutbûna înternetê zerereke mezin da aboriya dîjîtal a Îranê.
5. Şerê 2026an, şoka dawî: Şerê Sibata 2026an û kuştina Rêberê Bilind hemû bend şikandin. Lêdana jêrxana enerjî û pîşesaziyê bû sedema derdestçûna 2 milyon derfetên kar û zerera 270 milyar dolarî. Di vê rewşê de, gihîştina tumen a bi 178 hezar û 650î ya ji bo her dolarekî ne cihê sosretê ye.
Gelo ev ji bo Îraniyên asayî tê çi wateyê?
Di navbera Adara 2025 û 2026an de bihayê nan û dexlûdan ji sedî 140, goştê sor ji sedî 135 û berhemên şîr jî ji sedî 117 zêde bûn. Navîniya meaşê mehane ku 16 milyon û 255 hezar tumen e, niha tenê bi 104 dolaran re wekhev e. Ev jî bi zehmetî têra xwarina malbateke çar kesî dike. Goşt û derman bûne kel û pelên giranbiha û destnakevin.
Gelo Banka Navendî ya Îranê dikare tiştekî bike?
Banka Navendî ya Îranê tenê dikare bi wan yedekên xwe parastina diravê xwe bike lê cezayan rê girtiye ku yedekên nû biçin nav welêt. Hewldanên hikûmetê yên ji bo dabeşkirina kûpona mehane ya 100 hezar tumenî (nêzîkî 7 dolar) ji aliyê aborînasan ve wekî "qumara aborî" tê binavkirin ku dê enflasyonê xerabtir bike.
Rakirina çar sifiran ji dirav tenê karekî hejmarî ye. Eger biha 178 hezar û 650 tumenê niha be, piştî rakirina sifiran dê bibe 17,8 tumenên nû. Ev şiyana kirînê naguherîne. Dîrokê li Venezuela û Zîmbabweyê nîşan daye ku rakirina sifiran bêyî reformên siyasî û aborî, ti carî sûda wê nîne.
3 senaryo, tumen ber bi ku ve diçe?
Senaryoya A (Agirbest û hawarçûn): Ehtîmal ji sedî 20 e. Biha piştî 12 mehan dê bibe 100 hezar – 120 hezar tumen. Mercên sereke: Peymaneke cidî; rakirina cezayan.
Senaryoya B (Berdewamiya dorpêça benderan): Ehtîmal ji sedî 50 ye. Biha piştî 12 mehan dê bibe 180 hezar – 250 hezar tumen. Mercên sereke: Berdewamiya dorpêçê; çapkirina pereyan.
Senaryoya C (Têkçûna temamî): Ehtîmal ji sedî 30 ye. Biha piştî 12 mehan dê ji 250 hezar tumenî zêdetir be. Mercên sereke: Tundbûna cezayan; nemana neqdê.
Bandorên herêmî û cîhanî
Girtina Tengava Hurmizê bihayê petrola brentê gihandiye ser 112 dolaran. Ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bandoreke rasterast a vê krîzê heye; bazirganiya bejahî ya bi Îranê re sînordar bûye, bihayê kel û pelên Îranî giran bûye û têkçûna pergala darayî ya herêmê bandor li bazara dirav a Dubey û Hewlêrê jî kiriye.
Hetta niha xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hinek cureyên xurekan li Herêma Kurdistanê û Îraqê dikirin û bi xwe re dibin.
(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)