SERÊKANIYÊ- WAŞOKAN
Serêkaniyê, ev bajarê kevnar ku berî mêjûyê, ango berî Herodot hebûye û şûnwariya gelek şaristaniyan kiriye, ser bi parêzgeha Hesiça ve ye û li devereke gelekî stratejîk û lojîstîk de cih digire. Ev bajarê ku li navbera Çiyayê Qerejdax û Çiyayê Ebdulezîzê cih digire, bi bax û baxçeyên xwe, bi mêrg û çîmenên xwe, bi kanî û rûbarên xwe berdewam bi ber şepa hêrişên cîhangîran ketiye û berdewam bûye rawestangeha karwan û karwaniyên dûr û nêzîk yên bazirgan û bazirganiyê.
Serêkaniyê, di serdema konfederasyona Mîtaniyan û Xûriyan de, ango di salên 1500-1250 yên berî zayînê de, bi navê xwe yê resen Waşûkan paytext bû. Hêjayî gotinêye ku heta bi roja me ya îro jî, di nav gelê kurd de, ev şûnwarê kevnar bi navê Waşûkan tê nasîn û wusa tê bi lêvkirin.
Waşûkan, ya ku ji her du peyvên Aş û Kan durust bûye, paytexta konfederasyoneke bi hêz û erdnigariyeke berfireh bû. Evê konfederasyonê ji Deryaya Sipî heta bi herêma Babagurgur desthilatdar bû.
Waşokan, ji salên 1920 an û pê ve dikeve jêr kontrola Frensayê. Piştî ku dewleta Tirkiyê herêma Antakya dagîr kir (1937) û Sûrî jî serxwebûna xwe ragehand (1946), Bakûrê Kurdistanê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi şêweyekî fermî hat parvekirin û bi dirêjiya nêzî 700 km. an, bi sedan gund û navçeyên kurdan ji hev hatin cudakirin. Xeta Şemendifer (Trên)ê ku di sala 1880 de ji aliyê Almanya ve hatibû durustkirin, sînorê Tirkiyê û Sûriyê pêk dihanî. Piştî vê parvekirinê, di lîteratora kurdan de peyvek nû peyda bû. Serxet û Binxet!.
Di vê parvekirinê de wek gelek navçe, bajar û gundan, serêkaniyê jî bû du beş. Serêkaniya Serxetê û Serêkaniya Binxetê.
Her wusa, ew beşê ku di destê tirkan de ma navê wê bû Ceylanpinar, ango kaniya Xezalan. Beşê ku ket bin nîrê ereban jî, navê wê bû Ras el Eyn. Lê sererayî ev hemî kirinên narewa jî, Serêkaniyê di dil û mêjî û wîjdanê kurdan de her Waşûkan ma, her serêkaniyê ma û heta hetaya dê her Serêkaniyê, dê her Waşûkan bimîne.
Û îro, Serêkaniyê wekû caran dîsa paytextbûna xwe bi bîr tîne û bi bayê Zagrosan re peyamên mizginiyê û maçên azadiyê ji bo seranserî welatê hetavê dişîne..