Rewşenbîrê Kurd ji çi ditirse?
Eger em bi hûrbînî berê xwe bidin wan hemû tarîfên ku ji rewşenbîr re hatine kirin, emê du xalên sereke û hevbeş di wan de bibînin ku ji afirandin “dahênan – Creation” û karîgerîtî “Effectiveness “pêk tên.
Ev herdu xal vêga li ser qada siyasî, civakî û kultûrî ya Kurdistanê nayên dîtin. Diyar e afirandina fikirî di atmosfereke takekesî û îzole (Isolation) de saz dibe. Lê karîgerîtî di fezayeke giştî û vehewîner (Inclusion) de pêk tê. Yanî eger wek pêvajoyekê li vê têgehê bê temaşekirin, em dikarin bêjin ku ji takekes ber bi civakê ve diçe. Li derveyî vê bizavê, rewşenbîrî dibe proseyeke seqet û nîvcomayî!
Mumkin e anîna mînakekê ji bo mijara me alîkar be. Dema Edward Said kitêba “Rojhilatnasî” nivîsand û nerîna yekalî ya Rojava li Rojhilat xist jêr pirsyarê, ewqasî karîgeriya wî li ser civaka cîhanî hebû ku zanîngehên Rojava hejand û kitêb ji bo bêhtirî 36 zimanên zindî yên cîhanê hat wergerandin û bi sedan gotar û babetên zanistî û akademî li ser hatin nivîsandin. Ev mînakeke berçav a afirandina fikirî ye.
Ji aliyekî din ve, dema Edward Said di wêneya xwe ya naskirî de, li tenişta mirovên asayî keviran diavêje tankên Îsraîlê, ew bi vî karî derbirînê ji hebûna rewşenbîr li ser qada siyasî û civakê dike û ev tê wateya karîgerîtiyê. Diyar e mînakên dîrokî pir in ku hizûreke karîger û rexnegir a rewşenbîrên dahêner di civaka wan û civaka cîhanê de hebû.
Engels, Gramsci, Adorno, Altoser, Bordyo, Said, Gras û…hwd çend mînakên vê hizûrê ne. Bêguman tu kurdek wêneya wergirê xelata Nobel a Edebiyatê Harold Pinter ji bîr nake ku di dema revandina Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, bi nîşana deng bilindkirin û derbirîna nerazîbûnê li pêşber kunsulxaneya Tirkiyê li Londonê ketibû girevê de!
Yanî ez dixwazim bêjim ku eger rewşenbîrê Kurd tew di qonaxa yekem di xilweta xwe de mijûlî afirandin û dahênanê be bi hemû kêmasiyên wê, ku di vê babetê de derfeta behskirina wan nîne – ew di qonaxa duyem de, ango karîgerîtî, ji ber nebûna wî li ser qadê û nediyariya wî ya pratîkî, ev prose rastî kêmasî û di dawî de şikestinê tê.
Li Kurdistanê ev prose bi temamî nayê dîtin an rastî zirar û kêmasiyeke cidî hatiye. Em dikarin gelek sedeman ji vê yekê re destnîşan bikin, lê bi baweriya min sedemên herî girîng ev in: Nebûna serxwebûna fikirî, nebûna serxwebûna aborî, lawaziya saziyên sivîl, alîgiriya hizbî û di heman demê de lawaziya asta jêrxanên kultûrî yên civaka me. Ji aliyekî din ve jî divê em balê bikşînin ser rola neyînî ya rewşenbîran bi xwe jî.
Hin ronakbîr û rewşenbîrên me xwe di qulikan de asê dikin û xwe îzole dikin û ji wê îzolebûna xwe û bêyî ku ew bi xwe di nav metinê civakê de amade bin, rêya rast nîşanî xelk û kolanê didin!
Nabe rewşenbîr xwe di nav rûpelên rojname û malperên internêtê de wek qunciknivîs û rojnamevan veşêre. Yanî divê cudahiyeke sereke di navbera têgeha rewşenbîr û nivîsandinê bi hemû formên wê wek helbest, çîrok, wergerandin, şano, teksteke muzîkê bê dîtin û di encamê de em nikarin ji her nivîskar û qunciknivîsekî rojname û hunermendekî re bibêjin rewşenbîr!
Sedemê ne amadebûna rewşenbîr di nav civakê de ku bûye kelem li pêşiya kemilîbûna proseya rewşenbîrî, curek ji “tirsa dîrokî” ye. Tirsa ji şaştîkirinê, tirsa ji xwendineke çewt bo bûyeran. Ango rewşenbîrê me ditirse ku eger bibe yek ji karakterên hevkêşeyên siyasî û civakî û di dawî de tûşî çewtiyeke siyasî bê, winda bike.
Ev berovajî rola rewşenbîrê Rojavayî ye. Di dîroka welatên Rojavayî de, gelek rewşenbîr hebûn ku di qonaxekê de û li ser babeteke taybet di nirxandinên xwe de rastî çewtiyê hatin û ew bi xwe jî lê mikur hatin. Lê piştre li ser bingeha vê mikurhatinê xeletiyên xwe rast kirin û ji berê germtir di qada siyasî de bibandor bûn.
Rewşenbîrê me wek takekesekî hizbî berjewendîxwaz e û li pey destkeftiyan e. Lewra ew tirsa ku hertim di dilê wî de heye ku eger tûşî xeletiyê bê destkeftiyek jê re misoger nabe. Ji xwe lewra digihe wê qenahetê ku ji dûr ve mijûlî dahênanê be, bila dengê wî jî negihe guhê miletê wî. Eger rewşenbîrê Kurd bixwaze rola wî hebe, divê vê tirsa dîrokî bide alî û ew mêranî pê re hebe ku hertim nêzîkî gelê xwe be û ji gelê xwe dûr nekeve!