Rûdaw pêngaveke din bi pêş ve diavêje
Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî yekem televîzyona Kurdî pêngaveke din abi pêşketinê diavêje û girîngiyeke taybet dide şopandina rastiyan û piştrastkirina nûçeyan (fact-checking) ku ji bo vê yekê beşeke taybet heye û di "Roja Hîwa Cemal" de tê pêşkêşkirin.
Hefteya borî, ez beşdarî kurseke perwerdeyê ya berfireh bûm da ku derbarê piştrastkirina nûçe û agahiyên (fact-checking) de agahiyên zêdetir wergirim. Perwerde ji aliyê Akademiya Medyayê ya Fransayê ve bi hevkariya li gel Peymangeha Fransî ya Bexdayê hatibû organîzekirin.
Dibe ku niha hûn bipirsin, çima ev yek ji bo wergirên me yên Tora Medyayî ya Rûdawê girîng e? Bersiva vê pirsê hêsan e; eger hûn hinekî li nûçeyên şaş û xapînok ên ku we bihîstine vegerin, hûn dê zanibin ku bandoreke çi qasî mezin li ser tenduristî û pêwendiyên civakî çêdikin.
Li gorî lêkolînan, nûçeyên sexte û zanyariyên xapînok xwedî ziyanên tenduristî û civakî yên berbiçav in, çi bi awayekî rasterast be çi jî nerasterast.
Ev ziyan bandorê li tenduristiya derûnî ya takekesan, baweriya di navbera xelk û saziyan de, yekparçeyiya civakî û tewra tenduristiya giştî jî dikin.
Li gorî lêkolîneke Rêxistina Tenduristiyê ya Pan-Amerîkî (PAHO) û Koleja Perestariyê ya Zanîngeha Johns Hopkinsê, hatiye eşkerekirin ku di serdema pandemiya Covid-19ê de agahiyên şaş û nûçeyên sexte çawa bûne sedema kêmkirina pêbendbûna bi rêkarên xweparastinê yên weke bikaranîna maske, dûrbûna civakî û wergirtina vaksînê.
Lêkolînê destnîşan kir ku belavbûna agahiyên nerast, tirs afirandiye û bûye sedem ku xelk serî li çareseriyên bêbingeh û ziyanbexş bidin ku vê yekê rasterast ziyan gihandiye tenduristiya wan a fîzîkî.
Lêkolîneke din ku ji aliyê kovara zanistî "The Lancet"ê ve hatiye weşandin, dabaşa wê yekê dike ku belavbûna berfireh a agahiyên şaş çawa hewldanên tenduristiya giştî têk biriye.
Dema ku agahiyên çewt digihîjin xelkê, ew zêdetir meyl dikin ku rêbernameyên zanistî paşguh bikin û ev yek metirsiya belavbûna nexweşiyan zêdetir dike.
Derbarê bandora li ser tenduristiya derûnî de, kovara "Cyberpsychology, Behavior, and Social Networking"ê lêkolîneke din bi sernavê "Pêwendiya di Navbera Rûbirûbûna Agahiyên Şaş û Tenduristiya Derûnî de" weşandiye.
Vê lêkolînê nîşan da ku rûbirûbûna berdewam a bi nûçeyên sexte û zanyariyên şaş re dibe sedema zêdebûna asta fikar, xemokî û stresê. Dema ku takekes bi berdewamî rastî zanyariyên nakok û tirsnak tên, hest bi nediyarî û bêhêziyê dikin, ku ev yek bandoreke neyînî li ser rewşa wan a derûnî dike.
Derbarê bandora li ser baweriya civakî û saziyan de, Navenda Lêkolînê ya Pew (Pew Research Center) rapirsiyek pêk aniye û derketiye holê ku "piraniya Amerîkiyan dibêjin nûçeyên sexte pirsgirêkeke mezin e."
Rapirsiyên vê navendê bi berdewamî nîşan dane ku belavbûna nûçeyên sexte baweriya xelkê bi medya, hikûmet û tewra saziyên zanistî jî kêm kiriye.
Kêmbûna vê baweriyê dibe sedema aloziyên civakî û lawazbûna hevkariya di navbera welatî û desthilatdaran de, bi taybetî di demên krîzan de.
Li gorî rapora herî dawî ya Komîsyona Ewropayê ya bi sernavê "Raporeke Piralî Derbarê Agahiyên Çewt de" tê amajekirin ku agahiyên çewt bi mebesta afirandina cemserbûna siyasî û civakî tên bikaranîn. Ev yek jî dibe sedema têkdana yekparçeyiya civakî û zêdebûna aloziya di navbera komên cuda de.
Bi kurtî, nûçeyên sexte û zanyariyên şaş ne tenê pirsgirêkeke medyayî yan siyasî ne lê efeke rasteqîn li ser tenduristiya civakî ne. Ev diyarde bi riya van xalan ziyanê digihîne:
1. Têkdana biryarên tenduristiyê: Dihêle ku mirov pişta xwe bispêrin çareseriyên nerast û ziyanbexş û rêbernameyên zanistî ji bîr bikin.
2. Lawazkirina tenduristiya derûnî: Dibe sedema zêdebûna fikar, stres û depresyonê.
3. Kêmkirina baweriya giştî: Baweriyê bi saziyên bingehîn ên weke hikûmet, medya û zanistê kêm dike.
4. Afirandina cemserbûn û tevliheviya civakî: Dibe sedema perçebûna civakî û tundûtûjiyê.
Li ser bingeha van daneyan, gelek televîzyon û dezgehên medyayê li seranserê cîhanê beş an bernameyên taybet ji bo piştrastkirina rastiyan û eşkerekirina nûçeyên sexte (fact-checking) veqetandine.
Di nav saziyên mezin ên medyayê de, Tora Medyayî ya Rûdawê jî girîngî daye vê beşê ku ev dikare weke janreke nû ya medyayê were pênasekirin.
Li vir, ez dê li ser du ekolên medyayî yên Amerîkî û Ewropî hinek agahî û daneyan pêşkêş bikim:
- TEGNA (Komeleya Weşanê ya Amerîkî):
- Navê Bernameyê: "VERIFY" an "VERIFY This"
- Ev bername li ser 64 kanalên televîzyonê yên herêmî yên ser bi TEGNAyê ve li 51 eyaletên cuda tê weşandin. "VERIFY" di destpêkê de weke projeyekê li stasyona WFAAyê ya li Dallasê dest pê kir û piştre bû markeyeke niştimanî.
- Hearst Television (Komeleya Weşanê ya Amerîkî):
- Navê Bernameyê: Navekî wê yê diyarkirî û berdewam nîne lê weke beşekê ji nûçeyan û bi hevkarî ligel FactCheck.orgê tê weşandin.
- CBS News:
- Navê Yekeyê: "CBS News Confirmed"
- Ev yekeyeke nû ya nûçeyan e ku taybet e bi lêkolînkirina zanyariyên çewt û wêne û vîdyoyên sexte (deepfake).
- Newsy (Kanaleke Nûçeyan a Dîjîtal):
- Navê Bernameyê: "What the Fact"
- Ev bername bi hevkarî ligel PolitiFact, ku yek ji mezintirîn malperên piştrastkirina nûçeyan li Amerîkayê ye, tê çêkirin û tê de bi bikaranîna sîstema "Truth-O-Meter" gotinên kesayetiyên siyasî û medyayî tên nirxandin.
- PBS (Kanala Giştî ya Amerîkî):
- Navê Bername/Zincîreyê: "Fake: Searching for Truth in the Age of Misinformation"
- Ev zincîre amûr jêhatiyên ramana rexneyî û standardên rojnamevaniyê bi kar tîne da ku temaşevan karibin rastiyê ji nerastiyê cuda bikin.
- Full Fact (Rêxistineke Xêrxwazî ya Brîtanî):
- Bernameyeke wan a serbixwe ya televîzyonê tune ye.
- Lê bi hevkarî ligel kanalên mezin ên Brîtanyayê weke BBC, ITV û Sky Newsê kar dikin û di dema hilbijartinan de zanyariyên piştrastkirî ji medyayê re peyda dikin.
Li Kurdistan û Îraqê jî weke her cihê din agahiyên şaş hene. Tora Medyayî ya Rûdawê weke erkekî niştimanî û rojnamegeriyê li ser piştrastkirina nûçeyên sexte û çewt dixebite.
Dibe ku êdî ji bo Rûdawê ew qasî ne girîng be ku hejmara şopînerên wê çend e, ji ber ku hejmarên wê gihîştine asteke bê hevrik. Êdî Rûdaw, weke her dem, divê zêdetir girîngiyê bide rastî û duristiya nûçeyan.
Wergirên wê, weke her kanala pêbawer û giranbiha, li bendê ne ku nûçeyên rast ji Rûdawê bibihîzin. Rûdaw êdî ji bo rastî û nerastiya nûçeyan weke pîvanekê tê dîtin.
Dibe ku gelek hevalên we hebin ku dema nûçeyekê dibihîzin, dibêjin: "Ka em binêrin Rûdaw çi dibêje." Eger Rûdawê behs kiribe, piştrast dibin. Êdî Rûdaw, piştrastbûn e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)