Biryara Trump û egerên li ber Rojava
Bi biryarekê û çend twîtên jinişkave, Donald Trump ne tenê çirava Sûriyê û herêmê şeliqand, herwiha hemû saziyên hukimraniya welatê xwe jî hejand û xwe jî xiste ber gefa zexta navxweyî û derveyî. Dibe ku gel û siyasetmedarên Kurd ên Sûriyê hêvî li ser wan zextan biçînin, lê na, îhtimala guherîna biryaran zehmet e. Trump ji wê yekê gelek sersexttir e ku xwe tûşî şermezariya poşmanbûnê bike. Heta rê li ber wê yekê jî girtiye ku rayedarên Pentagonê ji bo xavkirina vekişandina hêzên xwe, fêleke nû bibînin. Lewma tenê hêviyekê ku li holê hebe ji bo Kurdên Sûriyê ew e ku bi hewldanên xwe û dostên xwe, alternatîveke mamnawendî bînin holê.
Donald Trump, weke serok desthilata wî heye ku hemû zextan paşguh bike. Ew bi xwe jî, dûrî soz û nirxên exlaqê, zêdetir bala wî li ser wê yekê ye ku gelo Tirkiye amade ye li şûna mûşekên Rûsî yên zemîn – esmanî yên S400, mûşekên Patriot ên Amerîkî bi bihayê zêdetirî sê milyar dolaran bikire. Ew dizane ku dengederên wî (ji bo cardin were hilbijartin) giringî didin kêmkirina xerciyên derve û vegerandina leşkerên xwe bo nav malê, neku şerê DAIŞê yan jî parastina çarenivîsa hevpeymaneke nehikûmî li welatekî biyanî.
Lewma di peywendiya telefonî de Serok Trump weke karsazekî xirab hate pêş. Serok Erdogan asta daxwazên xwe ewqas bilindkiribû ku wî bi xwe jî bawer nedikir Trump bêdudilî ji wan razî be. Wisa bawer dikir ku di naverastê de bigihîjin hev û Trump daxwaza sebirkirin û paşxistin, yan rêkeftineke din ji wî bike. Lê Trump, Erdogan jî mat hişt, ku berevajî şêwira şêwirmendan, bi hemû daxwazan razî bû. Heta tirs kete dilê Erdogan û ji Trump re got ku nabe vekişandin ji nişka ve bibe. Xuya ye Tirkiye jî hêj ne amade ye wisa zû êriş bike ser Rojava. Bêguman ew jî wisa dike ku di amadekariyên xwe de lez bike. Lê ev nayê wê wateyê ku niha dest ji êrişê berdide. Di heman demê de dibe ku siyaseta Tirkiyê ew nebe ku heta kûrahiyeke mezin hêzên PYDê dûr bixe, dibe ku heta kurahiya 20 – 30 kîlometre rêzeke sînor dagîr bike û bi alîkariya "Leşkerên Sûriyeya Azad" îdareyeke weke Efrînê damezrîne û penaberên li nav Tirkiyê vegerîne nav Sûriyê. Wê demê di gotûbêjên li gel Îran û Rûsyayê de ji bo nexşekirina siberoja Sûriyê rola biryarderekî sereke bilîze. Ew jî ji bilî ku dikare gurzeke mezin li PYDê bide û li nav du beraşan ên hêza Tirkî li bakur û hêzên DAIŞê û rejîma Sûriyê li başûr, biguvêşe û piraniya ax û çavkanyên herêmên xwe ji dest derxîne.
Bêguman Îran û Rûsya û rejîma Esed bi encama van karan sûdmend in, ji ber ku bû demek her sê jî kampanyaya xwe ji bo derketina Amerîkayê ji Sûriyê kirine, lê çaverê nedikirin ku Tirkiye wisa bi hêsanî ji bo wan misoger bike. Egerna, ji wan sê aliyan ti yek li dijî hêzên Kurdî nebûne. Her sê jî xuya ye di şerê dijî DAIŞê de li gor Tirkiyê cidîtir in. Ji ber ku dizanin ew panzdeh hezar şerkerên DAIŞê ku li aliyekî Sûriyê deverên xwe ji dest dane, dikarin bilez deverên weke Reqa dagîr bikin. Ev jî deriyekî vekirî dihêle ji bo wê yekê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berê xwe bide wan sê welatan û dest bi gotûbêjên çarenivîssaz bikin. Bêguman baca vê yekê jî heye û HSD mecbûr dike ku çarenivîsa xwe heta demeke nediyar bi rejîma Esedê ve girêbide.
Li vir, divê amaje bi rola ewropiyan were kirin. Ew cîranên herî nêzîk ên herêmê ne ku armanca hîcreta penaberan in û li gel wan jî armanca terorîstan in. Lewma tirsa wan li ser wê yekê heye ku bi alozbûna rewşê û piştre serîhildana DAIŞê, cardin hejmareke mezin ji penaberan berê xwe bidin Ewropayê. Herwiha ditirsin ku ew bi hezaran şerkerên DAIŞê ku bi eslê xwe ji Ewropayê ne û li herêmê asê mane, yan jî li cem PYDê zindanî ne, derfeta azadbûnê bikeve destê wan û vegerin Ewropayê. Brîtanya û Fransa bi awayekî eşkere nîgeraniya xwe ya li ser biryara Trump nîşan dan, lê hêj nêzî wê biryarê nebûne ku hêzên welatê xwe bişînin Sûriyê û valahiya hêzên Amerîkayê tijî bikin. Ewropa heta niha baca siyasetên Amerîkayê daye bêyî ku ew bi xwe bikare rola rêber di siyaseta herêmê de bilîze. Saziyên Yekîtiya Ewropayê bi wê şêwazê hatine avakirin ku nikarin siyaseta destwerdan, yan jî pêngavên leşkerkêşî biavêjin, lewma ev rol ji endamên giring ên Yekîtiya Ewropayê re maye. Ew dikarin rê li ber serîhildana şerekî giran ê navbera hevpeymaneke stratejîk a weke Tirkiye (endama NATOyê) û hevpeymaneke taktîkî ya xwecihî (dijî DAIŞê) bigrin. Ev jî nayê wê wateyê ku Tirkiye gotinên wan bi cih tîne, lê şiyana zexta wan a nerm li ser heye.
Gelo di vê navberê de Kurdên Rojava çi bikin? Niha zû ye ku berteka negatîv li hember Amerîkayê nîşan bidin, yan jî bi xiyanetê tohmetbar bikin, çimku pêvajoya biryardayînê li Amerîkayê aloz e û îro jî hêj gelek jê re maye. Bi wateyeke din, ji wê dema ku amadekariyê ji bo roja reş dikin, hewla vekirina deriyên zêdetir, yan jî alternatîv bidin.
Ne veşartî ye ku di demên derbasbûyî de Kurdên Rojava di parastina hevsengiya peywendiyên xwe de li gel rojhilat û rojava serkeftî bûne. Di çarçoveya şerê DAIŞê de di nav heman demê de peywendiyên wan ên baş li gel Amerîka, Ewropa, Erebistana Siûdî, Îran, Rûsya û rejîma Esed hebû, bêyî ku di nav de baweriya hevbeş li gel ti yekî peyda bûbe. Encama niha ji bo Kurdan her dem pêşbînîkirî bû. Di heman demê de ji hêzên cîhanî ti yekî peywendiyên xwe li gel HSDê qut nekirin. Niha jî xuya ye ku gotûbêjên rasterast di navbera HSD û Tirkiyê de karekî hêsan nîne, ji aliyê Tirkiyê ve jî ne mimkun e. Lê belê piştî vekişîna Amerîkayê, dibe ku Îran û Rûsya amade bin piştgiriya Kurdên Rojava bikin bi mercekî ku li gel rejîma Esed li hev bikin. Îro dema fikirîna çir û pir û zêdekirina dost û kêmkirina neyaran e, serkideyên Rojava ji hemû deman zêdetir pêwîstiya wan bi hîkmet û hunera lobîkirinê heye.
*Serokê Enstîtuya MERI