Êrişa li ser eqlanî û dîplomasiyê
Di hevkêşeyên siyasî yên aloz de, hinek êriş ne tenê wekî kiryareke leşkerî ya demkî tên dîtin, lê belê wekî kodeke siyasî û peyameke tund tên xwendin.
Bombebarankirina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê, ji aliyê komên wekîl ve, ne tenê binpêkirina serweriya axê û şikandina rûmeta sînoran e, lê belê hewleke metirsîdar e ji bo sûîqesta wî eqilê siyasî yê ku bi salan e karîbûye hevsengiyeke hûr di navbera Hewlêr, Bexda û navendên biryarder ên cîhanê de çêbike.
Nêçîrvan Barzanî di navendên siyasî yên cîhanê de wekî endazyarê dîplomasiya Kurdan û sembola "siyaseta nerm" tê naskirin. Ew karakterek e ku her tim wekî xeteke pêwendiyê ya vekirî di navbera aliyên nakok de maye û rê li ber teqîna qeyranan girtiye.
Dema ku mala Serokê Herêma Kurdistanê dibe armanc, peyama bingehîn zelal e, êdî qada dan û standin û dîplomasiyê hatiye tengkirin. Ev êrîşek e li ser vîzyona ku dixwaze Herêma Kurdistanê ji agirê nakokiyên wêranker dûr bixe.
Di warê protokola navneteweyî de, mala serokê welat an herêmeke fermî, xêta sor e. Armancgirtina vî cihî, tê wateya têkşikandina hemû rêzik û normên siyasî. Ev reftar nîşan dide ku grûpên sîber êdî ti girîngiyê nadin dewletbûna Îraqê û dixwazin bibêjin, ti kes parastî nîne eger ne di bin hegemoniya ajendayên wan de be.
Ev ne tenê heqareta li saziyên Herêma Kurdistanê ye, lê belê şermezariyeke rasterast a hikûmeta navendî ya Îraqê ye jî ku nikare parastina aramî û serkirdeyên xwe yên bilind bike.
Herêma Kurdistanê di navçeyeke tijî agir de, wekî "giraveke aram" derdikeve holê. Sedema sereke ya van êrişan girêdayî wê yekê ye ku neyarên Herêma Kurdistanê, serkeftina Kurdistanê û pêwendiyên wê yên navneteweyî yên bihêz wekî gefekê dibînin.
Ew dixwazin Hewlêrê neçar bikin yan bibe dûvelanga ajendayên herêmî, yan jî baca serxwebûn û biryarên xwe yên niştimanî bi mûşek û dronan bide.
Pirsa girîng ev e, gelo armanc ew e ku Herêma Kurdistanê bikişînin nav şer? Bersiv belê ye. Bi tevlîkirina Herêma Kurdistanê di van şeran de, komên wekîl dixwazin bala cîhanê ji ser herêmên germ ên din bidin alî û zextê li hevpeymanên Herêma Kurdistanê bikin.
Ew dizanin Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê rêgir bûne li ber wê yekê ku Kurdistan bibe qada yekalîkirina hesabatên welatan, lewma bi lêdana wî, dixwazin wê bêalîbûna erênî têk bişkînin ku Herêma Kurdistanê pê tê naskirin.
Bertekên navxweyî û navneteweyî tund bûn, lê pirs ev e, gelo "şermezarkirin" têrê dike ji bo rawestandina mûşekan? Bêguman nexêr. Eger zexteke cidî û pratîkî ya navneteweyî nebe, ev binpêkirin li herêmê dibin destpêkek ji bo têkçûna hemû aramiya aborî û siyasî.
Ev êriş, ceribandineke mezin e ji bo dîplomasiya Kurdan û wijdana civaka navneteweyî. Pêwîst e cîhan fêm bike ku parastina Hewlêr û mala Serokê Herêma Kurdistanê, ne tenê parastina cografyayekê ye, lê belê parastina dawî çepera eqilanî û nermrewiyê ye li Îraq û Rojhilata Navîneke tijî şer de.
Eger îro rê li ber vê "terora siyasî" neyê girtin, sibe ti paytextên herêmê ji hegemoniya komên sîber parastî nabin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)