Pêşmerge, dîrok, nasname û mayîn
Emîn Botanî
Piştî ku pêşmergeyan wekî qehremanên şerê dijî terorîstên DAIŞê navûdengekî gelekî mezin li ser asta cîhanê peyda kir, em dikarin bêguman bibêjin ku êdî navanîna pêşmerge wekhev e bi hebûna gelê Kurdistanê û welatekî bi navê Kurdistan, her wek çawa navê rêberê şoreşa Kurdistanê rehmetiyê (Mela Mistefa Barzanî) bûye kodeke herî geş û nasnameya hebûna neteweya Kurd û doza rewa ya nîştimanekî ku Kurdistan e.
Pêşmergeyan hevalnavê bêkesiyê ji bîra Kurdan da jibîrkirin, sembolbûn eger pile û paye be yan jî asteke şerefmendane be, pêşmergeyan ji bo bidestxistina wê şer nekiriye, çimkî sembolbûn encam û îstîhqaqek e ku dîrok çê dike, berxwedan û peywendbûna bi gelek nirxan ve wateyê dide wê. Loma Kurdistaneke girêdayî dagîrkerî û stem û qedera erdnîgariyeke xeniqîner, kurdên çewisandî, bêdost û bêkes ji bilî çiyê, wezîfeya pêşmergeyan bûye herdem hêviya jiyan û manê bi Kurdistaniyan bibexşîne. Lewra xebat û têkoşîna pêşmergeyan herdem qurbanîdan bûye di pêxema bicihanîna egerên manê û zindîhiştina çirûskên jiyanê.
Tevî hemû talî û dijwariyên şerê DAIŞê; yek ji encam û bexşîşên herî girîng ên wî şerî, ji bilî destanên pêşmergeyan û parastina Kurdistanê; eşkerekirina wê hêz û şiyana bêdawî ya pêşmergeyên Kurdistanê bû, eşkerekirina wê ruhiyet û giyanê lêborîn û jiyandostiyê yê pêşmergeyên Kurdistanê bû ji bo tevahiya gelên cîhanê, eger pêşmergeyan di şoreş û berxwedana xwe ya berî niha de tenê di pêxema Kurdistanê de şer kiribe, vê carê siruşta cenga dijî terorê ew derfet ji bo gelê Kurdistanê û pêşmergeyên Kurdistanê afirand, wê çand û peyama xwe ya dêrîn nîşanî cîhana azad bidin, ku pêşmerge û gelê Kurdistanê xwedan çandekê ji xebatê ne, hevawayê wan bihayên bilind ên civaka mirovahiyê.
Pêşmerge ne îro ye li wê qadê rawestiyaye. Pêşmergeyan qet nexwestiye ku parastin û cangorîtiya xwe bike kelûpela nîşandanê, lê ev cewhera wan a rastîn bû, reftar û lehengiya wan baweriya wan a dîrokî bû bi wan nirxên ku doza Kurdistanê gihandin roja ronîdar. Sembolbûna pêşmergeyan ew hest û hurmeta ku Kurdistanî li pêşmergeyan digirin, ew qedirgirtina bêberamber e ku cîhana azad di dema şerê li dijî terorê de ji pêşmergeyan re kir. Em di van mijaran de balê dikişînin ser wan aliyên girîng ên ku hêjayî rol û pêgeha pêşmerge ne, wekî sembol û wekî şervanên parastinê.
Pêşmerge, Peyama Jiyandostiyê
Temenê nav û têrma (Pêşmerge) wek bikaranîna fermî ya vî navî bo (80) heştê salan vedigere ku hingê (22.01.1946) di serûbenda danîn û cîgirkirina navekî ji bo serbazên komara nûber a Kurd (Komara Kurdistan) li Mihabadê derket holê, têrmeke resen û ji ezmûneke kurdî ji bo pirsa man û nemanê zaye. Wisa diyar e ku ji berê ve takekesê Kurd parastina jiyanê bi pêşîgirtina li mirinê yan jî rûbirûbûna mirinê yan jî pêşmergketin dîtiye, rastiyeke dilxweşker e ku çanda gelê Kurdistanê mirin û canfîdayî wek encama xebat û berxwedanê nas kiriye ne wek armanc, wek çawa pêşmergayetî jî amraz e ne armanc, bi şahidiya ku têrma pêşmerge afirandiye ji bo geşbûna jiyanê, pêşmergayetî nedaye ber xwe wek meyleke mirindostiyê, eger wisa bûya dê têrmek ji mirindostiyê biafiranda, wek çawa di çanda erebî de têrma (îstîşhadî û întîharî) heye û gelekî bi zeqî bûye çeqê mirindostiyê di nava xeyaldana mirovê ereb de bi wê yekê ku herdem armanc ji bo nava jiyaneke paşxistî û paşkeft hatine kaşkirin, ev afirandina mirindostiyê li nik ereban tewra şehadet jî gihandiye (îstîşhad) û xwekuştinê, ku zalbûna wênekirin û mentalîteya olî ye li ser ezmûneke mirovane, lê belê pêşmergayetî wek bijardeyeke keyfî, li nik Kurdan dibe veberhênana egerên jiyanê û dîtina egerên dûrxistina ceng û şerxwaziyê. Lewra ne zêdegavî ye eger em bibêjin; a ku pêşmerge dike û dixwaze bike jîyansazî ye, ji ber wê yekê ku pêşmerge di jîngeheke de perwerde bûye herdem dengê pêkvejiyan û lêborînê tê de bi bilindî tê bihîstin, erkê pêşmergayetiyê jî biryara azadane û xwebawerane ya kesekî ye bi wê yekê heta radeya mirin û jiyanbexşîn û cangorîkirina di pêxema xelk û axê de xebatê bike, pêşmerge kesek e amade ye bi nemana xwe jiyanê ji bo yên din misoger bike. Nimûne jî bo vê; ligel cangorîbûn û qurbanîdana her pêşmergeyekî, Kurdistan zêdetir û zêdetir himbêza xwe ji bo rengên cuda vedike, berovajî serzemîna ku tundrewî û xwekuştinê berhem tîne; herdem li wir yekreng û yek dinyabînî serwer e. Her ji ber vê sedemê em îro dibînin Kurdistan guldankeke xemlandî ya geş e û bûye tekane hemêza aramiyê li ser asta Rojhilata Navîn.
Pêşmerge, Veberhênana jiyanê
Eger li cem piraniya hêzên şerker, aştî aliyê duyem ê şer an jî kêliya serkeftin û bi dawî hatina şêr be, wê demê aştî li cem pêşmerge ew rewş e ku pêwîst e bê peydakirin (bi her bihayekî) ji bo ku hestkirina bi hebûna jiyanê li cem mirovan geş bimîne.
Cureyê nerîna pêşmerge wek hêzeke leşkerî ji bo pirsa ceng û aştiyê, ne nerîneke leşkerî ya xwerû bûye, bi wê yekê ku tu carî ji goşenîgaya şikestin û serkeftinê nehatiye temaşekirin, belkî her dem jiyandostî li cem pêşmerge çeqê giraniyê bûye û aştî bi tenê di hevkêşeya (ceng- qehremanî- serkeftin)ê de derbas nebûye, ev yeka han encam û bijardeya dawî ye ku serkirdayetiya bilind a pêşmerge û pêşmergeyên Kurdistanê penahî bo biriye, çunkî pêşmerge her dem li temendirêjkirin û hiştina aştî û aramiyê difikire di pêxema nêçîrkirin û kokbirîna meyla şerxwaziyê di dil û xeyaldanka hêza neyar û êrişkar de, loma erkê pêşmerge di kokê de serketina aştiyê ye û xwe di (dûrxistina egerên cengê- dest pêvegirtina aramî- avedanî- serkeftina hemûyan) de dîtiye, şanazî û rûreşî li cem pêşmerge ne tenê encamên serkeftin û şikestina di meydana cengê de ne, lê di pêxema jêbirina sêber û şopên cengê li ser bîreweriya mirov û ji nû ve bi hev ve girêdana xal û rûberên jiyanê cîbicî dibin. Ast û rehendeke dî di serfirazî û pûçiya di jiyanê de li derveyî pênaseya wê ya serbazî hene, lê hêzên ku serkeftinê di kuştina rikeberên xwe de û şikestinê di laşên cengawerên xwe de top dikin, ti carî di cengê de li dû dîtina egerên aştiyê nagerin.
Lê belê hêzên şoreşger ên wekî Pêşmergeyên Kurdistanê berpirsiyariya qerebûkirina jiyanê li ser milên wan e. Pêwîst e serkeftinên qada şer veguhêzin nav qada jiyanê û paşeroja hemwelatiyan ji mizgîniya rût a siyasî bigihînin jiyaneke xweşguzar a şênber. Wateyên şoreşê ji rakirina rejîmeke siyasî (dîktator û xerab) û guherîna wê bi yeke din (demokrat û baş) dûr bixin, ji ber ku piştî bidawîkirina bindestiyê qonaxa rizgariyê ye ne azadî. Herwiha nemana şer jî nayê wateya aştiya rastîn. Ji ber vê yekê, berî ku mirov li ser kûrkirina aştiyeke mayinde û herdemî bifikire, pir girîng e ku mirov ji bo bicihkirina bingehên lêborîn û pêkvejiyanê û berfirehkirina rûbera berxwedanê li hemberî cudahiyan bixebite. Bi kêfxweşî ev peyama ragihandî ya gelê Kurdistanê di van çend salên borî de bû û di wî şerê nexwestî yê DAIŞê de jî ber û keda Kurdistanê zêdetir xuya bûn. Eger derfeteke zêdetir ji bo Kurdistanê were dayîn, dikare di vî warî de modeleke cuda ya pêkvejiyanê pêşkêşî cîhan û mirovahiyê bike. Modeleke ku derbirîna kûrahî û baweriya civaka Kurdistanê û çanda dêrîn a Kurdistaniyan be, ne diruşm û avêtina sloganan be.
Bêguman, şoreşa Kurdistanê û rola pêşmerge barê milên wan ew qasî ne sivik bûye ku şev û roj teorîze ji bo lêborîn, aştî û bihevrejiyanê bikin. Lê di rastiyê de, tişta ku şoreşa pêşmergeyên Kurdistanê, ji bilî asta eskerî ya xwerû, ava kiriye, qet ne kêm e, belkî zêde ye jî. Meşandina wê forma tekoşîn û xebatê dûr ji tundûtûjî, tolhildan, tirsandin û terorê, destkeftiyeke yekcar mezin e ji bo çanda aştî û lêborînê ku netewa Kurd û tevahiya Kurdistaniyan û civaka mirovahiyê jî heq e pê serbilind bin.
Dibe ku di destpêkê de Pêşmerge jî wekî her hêzeke din şer kiribe, lê ev çend sal in erkê Pêşmerge ji wê yekê pir girantir e ku tenê li ser bidestxistina wê forma serkeftinê bi wateya wê ya leşkerî ya klasîk bifikire. Ji ber ku ketwara siyasî û civakî û jiyana pirreng û pûral ku li Kurdistanê heye, erkê Pêşmerge ji hevkêşeya (serkeftin û windakirin)ê mezintir kiriye. Rastiya Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de ji bo hemû cîhanê diyar bû ku Pêşmerge rast e ji bo doza neteweyekê şer dike, lê di heman demê de berpirsiyariya parastina nirxên mirovahiyê jî di stûyê wî de ye, lewma zûtirkê bi wê pêgeha mirovahiyê ya Pêşmerge hat hesandin, kar gihîşt wê yekê ku ne tenê hêzên neyarên Pêşmerge, belkî terorîstên DAIŞê bi xwe jî di dema tengavî û xweradestkirinê de ew bijarde ji bo xwe û malbatên xwe yekalî kirin ku radestî hêza Pêşmerge bibin çêtir e ji wê yekê ku berê xwe bidin çeperên artêşa Îraqê yan Heşda Şeibî, wekî ku li sînorê Hewîceyê rû da. Rewşeke bi vî rengî wê rastiyê digihîne ku Pêşmerge ji bo nirxekî şer dike û ji derveyî dema rûbirûbûnê qet li tolhildanê nafikire, lewma me dît hovîtiya DAIŞê nekarî piçekî jî ji asta mêrxasî û ruhê jiyandostane yê Pêşmergeyên Kurdistanê bîne xwarê, berevajî vê yekê, li ser ekranên televizyonan Pêşmerge dihat dîtin av dida terorîstekî DAIŞê yê birîndar, herwiha bi sedan terorîstên DAIŞê li eniyên şer di dema radestbûnê de nehatin kuştin, belkî jiyana wan dihat parastin tevî wan tawanên qirêj ku dijî gelê Kurdistanê û mirovahiyê encam dabûn. Ev jî nayê wê wateyê ku Pêşmergeyên Kurdistanê tawan û tawanbaran efû dikin, lê Pêşmerge qet ne amade bûye dev ji wê çanda rakûr a lêborînê berde ku pê hatiye mezinkirin û îro bûye taybetmendî û hevalnavê Pêşmerge û tevahiya gelê Kurdistanê.
Li ser vê pirsê, lêkolînerê navdar ê rûs (Vasîlî Nîkîtîn) dibêje: "Li Rojhilatê nîv-lihevkirinek heye ku Kurd bi wan kesên ku wek dîl dikevin destê wan re ne dilreq û tundûtûj in, berevajî miamele û reftarên tund û nelirê ên ku Tatar, Tirkmen û koçerên Ereb li hember dîlan dikin." Şahidî û nimûneyên vê rastiyê ewqas pir û zêde ne ku nayên jimartin. Di rojên serhildana Adara 1991ê de nêzîkî dused hezar serbazên Îraqî ketin destê pêşmerge û gelê Kurdistanê, di demekê de ku hêj xwîn ji Kurdistanê dihat û qîr û hawarên Enfalkiriyan û bêhna çekên kîmyayî yên xerdel û siyanîdê hêj ji dol û deştên Kurdistanê dihat, lê belê ew serbaz ne tenê tiştek bi wan nehate gotin, belkî pir camêrane û mirovdostane xizmetkirin û hevkariya wan hat kirin û piştre jî bi rêz ji bo wan deran hatin rêkirin ku wan bi xwe hilbijartibûn.
Her derbarê ruhê lêborînê li cem Pêşmergeyên Kurdistanê û parastina xelkê sivîl û dîlên şer, Serokê Rêxistina Bangewaziya Cenevrê (Alan Dîlîroz) di rêwresmekê de di roja 29ê Gulanê 2018 de berê gotina xwe dide Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê û dibêje: "Em nehatine we fêr bikin, belkî em hatine bingehekê ava bikin ku di xwîna we de ye û ji bingeh ve baweriya we pê hebûye, lewra ez gelekî kêfxweş im ku dibînim di wan rêgezan de hatiye nivîsandin ku Pêşmerge şervan e, ne kujer e, Pêşmerge her dem çavê wî li ser armancên xwe yên serbazî ye, ne ku xelkên din bike armanc."
Pêşmerge, Parastina nirxên jiyanê
Pêdivî bi parastin û berevanîkirina nirxên jiyanê heye, kesê ku nirxan bi berdewamî diparêze, dibe beşek ji nirxa mayînê û hêviya xwegirtin, erxwedan û rabûnê. Salên dûr û dirêj ên zordarî û zehmetî û bêhêvîtiyê karîn hêzeke rabûn û berxwedanê hilberînin. Eger zordarî berhema nebûn û nemana hêzê be; bêguman di wê rewşa jiyanê de ku dijminê zordar nirx û rûmeta mirovahiyê di her xalekê de ji jiyanê datîne xwarê, pêşmergatî tekane ihtimala vegerandina hêviyê bû ji bo wî gel û welatê ku dikirin xwelî. Ne ecêb e ku pêşmerge îro ew hêza xilasker e ku tîrêj û hêviya mirovahiyê digire dest di vî beşê cîhanê de (Rojhilata Navîn) ku bi dehan salan e xwîn lê dirije û her diçe gera wê trajediyê çendîn caran ji nû ve tê dubarekirin. Ev zêdetirî 20 salan e ku mirovên ser bi ayîn û etnîkên cuda cuda li Îraq û Sûriyê her xwe digihînin wê yekê ku birîn û xemên xwe rakin û bi lez û bez xwe bigihînin penageha aram a Rojhilata Navîn (Herêma Kurdistanê), çimkî li vir pêşmerge nobedarê azadî, aştî, lêborîn û pêkvejiyanê ye.. Bêguman ev giyanê pêşmergatiyê ji valahiyê nehatiye, belkî bi dehan salan e ezmûnê werdigire û bi kirdeyî li gel nirxên bilind ên jiyanê tevdigere. Pêşmerge ne hêzek e ji ber dirêjbûna salên bendewarî û bergiriyê, hogirî çek û şeper û berengariyê bûbe, pêşmerge dilxwaztirîn kes e meyldariya aramî, jiyana aram û avedaniyê dike, lê belê di heman demê de nîgeraniyên pêşmerge bi wê yekê ku herdem aramî û hêminî di ber gefa têkdanê de ne, bi temamî ji pêşmerge re berdest nebûye ku pişta xwe bide berxwedan û bergîriyê.
Pêşmerge, Azadî ji bo hemûyan
Di Adara sala 612ê berî zayînê de, serkeftina Mediyan (bapîrên pêşmergeyên îro) li Neynewayê, bû sedema wê yekê ku aştî û aramî bi ser Mezopotamyayê de belav bibe û azadî û bihevrejiyan ji bo gelên wê navçeyê vegere. Di vî warî de dîroknûsê yewnanî (Herodot) ku wekî bavê dîrokê tê naskirin, qala rola şervanên Medî di berqerarkirina aramî, aştî, azadî û tebayiyê de li heman navçeyê dike ku pêşmergeyên vê serdemê destaneke bi vî rengî tê de encam da û dibêje "Mediyan qeyd û zincîrên koletiyê ji stûyê gelên navçeyê derxist û azadî li hemû netewe û pêkhateyan vegerand, vê serweriyê şahî û serxwebûn ji bo seranserê welêt dabîn û peyda kir". Bi heman awayî, (Pêxember Nahum) silava Xwedê li ser be, ku di wê serdemê de li Mûsilê dijiya û ji nêz ve agahdarî bûyeran bû, behsa şadî û xweşhaliya gelên wê navçeyê dike piştî serkeftina Mediyan li Neynewayê û dibêje "Her kesê ku guhdariya wê nûçeyê bike ji kêfan dest bi çepikan dike..ji ber ku berî niha gelek zilm û zordarî dîtine".
Cih heman cih e, Kurdistan heman Kurdistana berê ye, heman xwîna lêborînê di damarên Pêşmerge de digere, lê tenê 2630 du hezar û şeş sed û sî sal di ser wê bûyerê re derbas bûye. Bapîrên Kurdan ku Medî ne wê demê li Mûsilê, ji bo hemû dîn, pêkhate û gelên derdora xwe bûne nimûneya hawarhatina azadî, aştî, lêborîn û jiyana bi hev re, Kurdistana îro jî ku di saya Pêşmergên wê yên qehreman de tê parastin, hê jî wê penageha aram û rengîn a berê geş dike, ew tekane stargeha Rojhilata Navîn e ji bo hemû etnîk, ol û pêkhateyên ku li wan diqewime û di tengasiyê de berê xwe didinê.
Piştî sala 2003an û ketina dîktatoriya Beesê, di demeke kurt de li navîn û başûrê Îraqê teror û qirkirina mezhebî belav bû û hemû pêkhateyên etnîkî, ayînî û ayînzanî girt nav xwe. Xiristiyanan bi lez û bez berê xwe da Kurdistanê. Li Bexda, Mûsil, Deşta Neynewayê û deverên din koça xiristiyanan û di van çar-pênc salên dawî de jî erebên sunnî yên Mûsil, Selahedîn, Bexda, Felûce û Enbarê penaberî Herêma Kurdistanê bûn. Ligel zêdetirî dused hezar penaberên Sûrî. Kurdistan wekî giraveke aram û ewle bû di Rojhilata Navîn a ku di nav xwîn, koç, agir û malwêraniyê de noq bûye.
Di serdanên berê yên cenabê Serok Mesûd Barzanî bo derveyî welêt de û dîtina serok û berpirsên welatan, wan bi awayekî eşkere ji Serok Barzanî re ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser asta Rojhilata Navîn tekane herêma pêkvejiyanê ye ji bo hemû netewe, ol û pêkhateyên cuda. Lewma aware û derbider bê dudilî berê xwe didin ser axa pêşmergeyan û gava ku lingê xwe davêjin ser axa Kurdistanê, bêhna azadî û aramiyê distînin û tirs û lerza wan namîne.
Di serdana Sibata 2009an de bo Vatîkanê, (Qedaseta Papa Benedîktê XVI) berê xwe dide cenabê Serok Barzanî û dibêje "Herêma Kurdistanê yekane cihê aram ê navçeyê ye ji bo jiyana azad a Xiristiyanan". Di dema heman serdanê de, birêz (Taşîzyo Bîrtonî) wezîrê derve yê Vatîkanê jî rasterast tekez dike û dibêje "Em hêvîdar in ku civakên din û welatên din jî li Rojhilata Navîn fena Herêma Kurdistanê bi Xiristiyanan re tevbigerin, em bi hemû awayekî spasiya we dikin".
(Qedasetaa Papa Francisê Yekem) di Gulana 2014an de û di dema pêşwazîkirina Serok (Mesûd Barzanî) de, destxweşî li cenabê wî kir ji bo wê rewşa ku Kurdistan gihîştiyê wek herêmeke aram ji bo wan penaberên ku ji welatên din ên wek Sûriyê lê penaber bûne, herwiha Krîstiyanên ku ji beşên din ên Îraqê di bin gef û tundûtûjiyê de neçar bûne cih û warên xwe bicî bihêlin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Qedaseta Papa destxweşî li Serok Barzanî dike ji bo wê siyaseta ku li Herêma Kurdistanê li hemberî hemû pêkhateyên ayînî û mezhebî dimeşîne û hêvî dike Kurdistan û gelê Kurdistanê her dem di aramî û xweşguzeraniyê de bin.
Gelî û çiyayên Kurdistanê bi dirêjahiya çend dehsalan her dem penageha wan şoreşgeran bûye ku ji başûr û naverasta Îraqê ji tirsa zordariya rejîma dîktator a Baasê reviyane û li Kurdistanê berdewamî dane xebat û têkoşîna xwe, ku mixabin piştre piraniya wan, heger em nebêjin hemû nankor derketin û tiştek li ber çavên wan xuya nekir û piştî gihîştina wan bi kursiya desthilata Bexdayê her tişt ji bîr kirin û wan jî wek Baasiyan, belkî xerabtir jî mafên Kurdan înkar kir.
Pêşmerge, Parastina serzemîna azadiyê
Ew serzemîna ku îro navê wê Herêma Kurdistanê ye, Bexdayê heyamekê bi hemû hêza xwe hewl da ku gelê wê xopan û qir bike, çi ji destê wê hat kir, li eniyên şer bi çekên qedexekirî yên navdewletî li dijî pêşmerge û welatiyên sivîl (napalm, fosforî, hêşûyî) heta dawiya Şoreşa Mezin a Îlonê piştî plana reş a Cezayîrê 1975, berî wê di salên 1970 û 1980an de bi sedan hezar Kurdên Feylî hatin dûrxistin û bi hezaran ji aliyê rejîma Baasê ve hatin jenosîdkirin, paşê di sala 1983an de heşt hezar Barzanî li ordîgeha bizorê ya Quştepeyê hatin enfalkirin, paşê di salên 1987 û 1988an de di hemleyên navno yên Enfalê de li piraniya cih û navçeyên Kurdistanê 182 000 sed û heştê û du hezar Kurdên bêguneh hatin jenosîdkirin û 4500 çar hezar û pênc sed gund hatin rûxandin, di Adara 1988an de ku lûtkeya trajediya Kurd e; sembola mezlûmiyeta neteweyî ya gelê Kurdistanê ye; rejîma dirinde ya şovenîzma Baas a Ereb li Helebceyê di çend kêliyekê de pênc hezar mirov bi çekên kîmyayî jenosîd kirin û bi hezaran jî birîndar bûn.
Berxwedana gelê Kurdistanê, têkoşîn û xebata bêwestan a pêşmergeyan gihîşt wê rojê ku di Adara 1991ê de serhildan çêbe û Kurdistan azad bibe û piştî koçberiya milyonî, wekî defacto herêmeke (Herêma No-Fly Zone) were avakirin, ku piştre hikûmet û parlementoya Kurdistanê û rêveberiya xwecihî pê re hat. Dûre jî piştî çendîn hevraz û nişîvan Herêma Federal a Kurdistanê şîn bû û geş bû û tevî hemû kêmasiyan û du dorpêçên Îraq û navdewletî û şerê navxweyî, demokrasî jî wekî cureyek ji ezmûnkirina jiyana pirrengî pêş ket, Kurdistan di her alî de geş bû, heta ku giha wê astê ku çavdêr û xelkên biyanî jê re digotin (Îraqa din).
Piştî pêvajoya azadkirina Îraqê di sala 2003an de, Herêma Kurdistanê bi dilxwazî biryar da ku bi pêkhateya Ereb re (Îraqeke nû) ji nû ve ava bike û ev yek di destûrê de hate bicîhkirin.
Ev pêşgotineke kurt e ji bo ku bê gotin: Ew demokrasî û azadiya ku me hêvî dikir di Îraqa nû de bi dest bixin, bi wî derdî çû ku îro ne tenê em, belkî çavdêrên siyasî jî li ser wê rastiyê hevdeng in ku êdî hêvî nemaye ku azadî di wê wêraneya bi nav Îraq de şîn bibe û demek e dawî li demokrasî hatiye. Îraqeke ku rojane li vir û li wir tê belavkirin û cîhan bi çavên xwe dibîne ku tenê berjewendiya (!) welatekî bi navê Îraqê hiştiye, eger ne wisa be di rastiyê de cihekî bi navê Îraqê nemaye.
Heta ku hukumranên Bexdayê (helbet Şîe) bi temamî poşmaniya xwe ji destûr û rêkeftinan nîşan neda û piştre bi kirdeyî dijayetiya xwe ji bo destûrê ranegihand; serkirdayetiya siyasî ya gelê Kurdistanê û bi taybetî cenabê serok (Mesûd Barzanî) zengila wê metirsiyê ji bo dûr û nêz lê neda, zengila vegera Îraqê bo hukmê tekrewî û totalîter, wê demê di serdema (Nûrî Malikî) de bû ku bi eşkerayî got (şirîkatî û tewafiq û tewazin) li Îraqê bi dawî hatin û Şîe ji bo (piraniya siyasî) kar dike, rabû Bexdayê tank û top şandin ser navçeyên Kurdistanî li Xaneqînê û Malikî di civînên xwe de gefa êrîşa ser Kurdistanê dixwar, her gava firokeyên (F 16) yên Amerîkî bigihêjin destê wan, wê Kurdan ber bi wî aliyê sînor ve biqewirînin û ji Îraqê derxin.
Di destpêka Hezîrana 2014an de, dema Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) bajarê Mûsilê dagir kir, piştre di tevgereke bilez a dramatîk de DAIŞ gihîşt deriyên Bexdayê, artêşa Îraqê ku di rastiyê de tenê leşkerên ereb ên Şîî di nav de bûn û Nûrî Malikî demek bû ew hevsengiya di nav dezgeha artêşê de tarûmar kiribû, bi çavqurçînekê hemû çeperên xwe ji bo terorîstên DAIŞê vala kirin û tevahiya çek, cebilxane, tank, top, zirxpoş û pêdiviyên xwe yên serbazî radestî wan kirin. Ji ber vê yekê, pêşmerge neçar ma sînorên Kurdistanê biparêze û di rewşa berevaniyê de ma. Ji ber ku pirsgirêk ji wê yekê kûrtir bû û destpêka wê encamê vedigeriya konên nerazîbûnê yên xelkê Enbar, Felûce û Hewîceyê û di bingeh de şer ji reqabeta dêrîn a di navbera Şîe û Sunneyan de derketibû.
Di dawiyê de ew axa ku navê wê Kurdistan e û dikir bigihe, dewrana çaverêkirin û bêhûde xwe bi cografyayeke bor û beyar (Îraq) ve girêdanê dikir bi dawî bîne û dest bavêje xewna xwe ya ji mêj ve (serxwebûna Kurdistanê). Ji aliyê din ve ew Îraqa berê ya perpitî, careke din ji aliyê heman hukumranên Bexdayê ve fermo fermo ji bo anîna wê dihat kirin. Serkirdayetiya siyasî ya gelê Kurdistanê bi her awayî hewl da ku Kurdistan tevlî wî şerê tayîfegerî yê di navbera Şîe û Sunniyan de nebe, lê mixabin di hundir û derdorê de jî tohmet û buxtanên nelirê li dijî wê helwesta rast û durist a gelê Kurdistanê hatin hûnandin û di encamê de ew agir anîn ser dexlûdana Kurdan. DAIŞ berdan Kurdistanê ji bo ku rêça pêşketina serxwebûna Kurdistanê rawestînin.
Ew şerê ku li dijî gelê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, di bingeh de armanc ew bû ku derbeke giran li wê qewareya nû geşbûyî ya demokrasîxwaz û azadîxwaz a Kurdistanê were xistin ku wek guldankeke xemilandî di nava çirava totalîter û kevneperest a Rojhilata Navîn de bû. DAIŞê di wî şerî de bi tenê nedixwest şerekî ayînî li dijî gelekî ku bi gotina wan (jirêderketî, murted û wekî xelekê di destê rojavaya xaçparêz û sekûler û kafir)!!! bide destpêkirin; ew şer di rastiyê de di hûrdemekê de gur bû ku destpêka geşbûna serxwebûna Kurdistanê bû, destpêka werza çinîna berhema keda û têkoşîna dehan salên belayên neteweya Kurd û tevahiya Kurdistaniyan bû, lê belê DAIŞê li ber deriyên Bexdayê îlham wergirt (!) ku pêwîst e li şûna hilweşandina Bexdaya dagirkirî berê cîhada xwe ya muqedes bide Kurdistanê, ji bo ku Qudsê rizgar bike û dijminên ummeta Îslamê tertûbelav bike û darulkufr bi ava kewserê bişo; divê pêşî Hewlêrê hilweşîne!
Helwest û daxuyaniyên ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an derbarê têkbirina projeya serxwebûna Kurdistanê hatin belavkirin, armanca rastîn a wî şerê DAIŞê jî eşkere kir ku hemû xelekên zincîreke pîlanên navxweyî û herêmî dijî ezmûna cuda ya Kurdistanê bûn. Ji ber wê bû ku cenabê Serok (Mesûd Barzanî) di serdema rojên bi coş ên encamdana referandumê de, ew rastî dubare dikir û digot tenê şaşiyek di referandumê de hebe ew e ku diviyabû berî niha gelê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihanda.
Pêşveçûna mezin û bilez a ku di bin siya azadî û praktîzekirina cihêrengî û pirrengiyê li Kurdistanê rû da, bû sedema wê qonaxê ku êdî tu kanal nemîne Kurdistanê bi Îraqa yekdeng û mezhebperest ve girê bide, ev ne gunehê gelê Kurdistanê bû, ku Îraqa erebî ya mezhebî bi vê reşpoşiya xwe nikaribe di karnavala pirreng a azadiyê de beşdar bibe.
Ezmûna azadî û demokrasiyê ku Kurdistan kir (Îraqeke din), qet ne berhema şev û rojekê bû, belkî berhema wê çanda jiyandostî ya gelê Kurdistanê bû, çanda lêborînê ku bi xwîna pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê derketiye holê û pêşmerge û Kurdistanê ew parastiye û dê biparêzin jî. Her ew kultûra dêrîn a jiyandostiyê bû ku Kurdistan kir serzemîn û penageha lêqewimî û belengazan. Bêguman eger pêşmerge nebûya me qet nedikarî bigihîştina roja îro. Wê demê ew du milyon aware û penaber û bêderfetên Îraqî yên Şîe û Îraqî yên sunnî û Sûriyeyî yên elewî jî dê berê xwe bidana welatên Ewropayê (!).
Parastina wê axa azadiyê li Kurdistanê ji aliyê pêşmergeyan ve ji bo hemûyan ji pêwîst pêwîstir bû. Rast e û cihê xebînet û heyfeke gelekî kûr û bi êş e ji bo gelê Kurdistanê ku ewqas pêşmergeyên xwe yên delal di şerekî wekî şerê DAIŞê de ji dest bide, lê eger pêşmergeyan xwe di wê çeperê de asê nekira; kî dê şûna wan bigirta?! Bêguman bersiv; ne tu kes! Loma pir girîng û asayî bû pêşmerge wê rolê bilîze ku rola wî bi xwe bû, ew jî parastina wê axê ye ku bi salan e bi xwîna xwe şitla azadiyê û tovê jiyandostiyê lê diçîne, pêwîstiya azadî û bihayên bilind ên jiyanê bi war û serzemîneke aram heye ku mirov bikaribin li ser bijîn û bêhna xwe bidin ne ku herdem xewnê bi paşerojeke geş bibînin. Li Kurdistana pêşmergeyan gelek ji xewnan hatin bicihanîn û bûn kultur; tenê û tenê pêwîstiya me bi parastina wê heye, pêwîstiya me bi xweşiktirkirina wê heye, pêwîstiya me bi zêdetir û zêdetir pêşxistina wê heye.
Pêşmerge di dirêjahiya salên têkoşînê de, tevî ku ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê li dijî rejîma dîktator a Baasê şer kiriye, di heman demê de ji bo pêkanîna demokrasiyê ji bo wê Îraqa ku gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Îraqê diçewisîne jî têkoşiyaye. Mafê diyarkirina çarenûsê mafekî rewa yê qebûlkirî ye û yasa, rêzik û belgeyên navneteweyî tekezî li ser wê kirine. Lê şoreşa gelê Kurdistanê û serkirdayetiya wê bidestxistina maf û azadiyên gel tenê bi welatekî serbixwe ve girê nedaye, helbet ew jî ji çanda pilûral û pirreng a Kurdistanê derdikeve ku ji berê ve bi serkeftî ceribandiye. Bo nimûne, berî ku ne tenê şoreşa gelên herêmê, belkî bîrmend û demokrasîxwazên welatan û neteweyên cîranên me jî li herêmê hê li ser meseleya federasyona pêkvejiyana pêkhateyan nefikirîbûn, wê demê rehmetiyê Şêxê Şehîd (Ebdulselam Barzanî) di serê sedsala borî de ligel pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Kurdistan û herêmê xebata dariştina projeya core konfederalîzmekê dikir. Ev yek berfirehî, dûrbînî û zengîniya hizr û cîhanbîniya Şêx Ebdulselam û neteweya Kurd bi giştî nîşan dide. Wekî din, ew serdem destpêka geşbûna hizra nasyonalîzmê li ser asta herêmê bû ku piştî çend salên kurt (1919 û 1920) wekî sala şoreşên neteweperwerên Ereb hate binavkirin û tê de piraniya welatên Ereban dest bi şoreşên rizgarîyê kir.
Arîşeya gelê Kurdistanê bi Bexdaya navend re ji destpêkê ve pirsa çewisandin û nebûna demokrasî û desteserkirina maf û azadiyên gel bûye, nexwe pêkan bû bi hebûna hikumraniyeke demokrat û dadperwer ev welat rastî tu zehmetiyên şer û malwêranî û jenosîdê nebe. Derbarê vê pirsê de; rêberê şoreşa Kurdistanê xwedê jê razî (Mela Mistefa Barzanî) di gotinekê de ji bo hejmarek ji serkirdeyên hêza pêşmergeyên Kurdistanê di navbera Nîsana 1967an de dibêje: "Desthilat di destê hikûmeteke diz û bê exlaq de ye ku xizmeta dijminên Ereb û Kurdan dike, nexwe em naxwazin rûbirûyî hikûmeta Îraqê bibin, armanca şoreşa me berjewendiya Îraqê ye" bi hemû pêkhateyên wê ve.
Piştî (50) pêncî salan, ew baweriya rasteqîn a (Mistefa Barzanî) li ser bingeha jiyana bi hev re û berevanîkirina dadperwerî, maf û azadiyan; careke din û di serdema Herêma Kurdistanê de bi heman hêz û baweriyê ji aliyê cenabê Serok (Mesûd Barzanî) ve tê dubarekirin, dema ku heman Bexda bi serhişkî ji peyman, yasa û hemû bingehên destûrê vedigere, gelê Kurdistanê neçar dimîne ku li çareseriyekê bigere. Di vî warî de Serok Mesûd Barzanî di 14ê Sibata 2018an de heman dîtina (Barzaniyê Mezin) dubare dike û dibêje "Binpêkirina destûrê û têkdana lihevkirin, hevsengî û nemana şirîkatiyê wer kir ku gelê Kurdistanê biryara referandumê bide". Loma duh û îroya Bexdayê ji bo gelê Kurdistanê tu cudahî nîne, wê demê (Barzaniyê Nemir) digot desthilata Bexdayê ketiye nav lepên diz û bêexlaqan û xizmeta dijminên Ereb û Kurdan dikin, ji bilî şoreş û berxwedanê tu rêyeke din li pêş Kurdan jî nemaye. Îro jî ku Bexda li ser kaxezê hemû sozên xwe îmze dike û li ser erdê jê vedigere, gelê Kurdistanê neçar dimîne ku di 25ê Îlona 2017an de referandumê bike û bi rêjeya zêdetir ji %92 dengê erê ji bo serxwebûn û dewletbûnê bilind bike.
Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û êrîşa Bexdayê li ser Kurdistanê, careke din ew ezmûna bêhempa ya bi hev re jiyan û lêborînê ku Kurdistan kiribû penageha aramiyê ji bo hemû pêkhateyên Îraq û navçeyê rastî gefa tunebûnê hat, Kurdistana ku bûbû çîroka serkeftina demokrasî û bi hev re jiyana cudahiyan li ser asta Rojhilata Navîn wek pela li ber bahozê ji aliyê dostên demokrasî û cîhana azad ve hat piştguhxistin. Lê belê Pêşmergeyên Kurdistanê destanên qehremaniyê li Pirde, Sihêla û Mehmûdiyê tomar kirin û artêşa Bexdayê li wan deran rawestandin. Loma Serok û Pêşmergeyê azadî û serxwebûna Kurdistanê (Mesûd Barzanî) di 29ê Çiriya Pêşîn a 2017an de ew heman penda kevn a Kurdistanê bi bîra her kesî xist û got "Careke din derket holê ku xelkê Kurdistanê bi tenê ne û çiya dostên wan in."
Ew axa azadiyê li Kurdistanê ku mala hemûyan e û têkoşîna pêşmerge ji bo parastina wê mala azadiyê ye ji bo hemî pêkhateyan. Eger hevalbend û dostên ku têkoşîn û bêhnfirehiya gelê Kurdistanê ji bo avakirina (Îraqa nû)! û çaverêkirina bi salan a kurdan ji bo demokrasîbûna Îraqê cidî wernegirt, gelê Kurdistanê neçar kir ku êdî bi hêviya zindîbûnê li ber termê Îraqê rûnenê, lê belê demokrasî jî heman qedera gelê Kurdistanê hebû, ji ber ku wek çawa demokrasî li vê axa stewr a Îraqê şîn nabe, ewên heta duh pesnê pêşmergeyan dida, me dît ku di xiyaneta 16ê Cotmehê de ew hemû diruşm û prensîp û buhayên xwe ji bîr kirin û guhê xwe li hember wê gelekomekiya dijî penageha lêqewimiyên Rojhilata Navîn (Îraqa din)! ker kir.
Derbarê wê helwesta welatan ku pêşmerge li şûna gelê Kurdistanê û wî cîhana azad dijî terorîstên DAIŞê şer kir û xwîn da, serok û pêşmerge (Mesûd Barzanî) dibêje ku azadî û serxwebûn bacê dixwaze lê "mixabin welatên cîhanê di dema pêwîst de vegeriyan berjewendiyên xwe û prensîbên xwe ji bîr kirin, lap berevajî helwesta wan a berê ku wisa nîşan didan ku ji bo parastina mirovahiyê û şikandina DAIŞê, dê xelata pêşmerge û xwîna şehîdan bidin."
Tiştê neguher ew e ku gelê Kurdistanê di referandûmê de xwest ku wê serzemîn û erdnîgariya xwe bi navê welatekî azad û serbixwe binav bike; ew hemû pîlan û şer û qirên li ser wan hatin kirin. Lê belê xebat û têkoşîna pêşmerge û kurdistaniyan di pêxema azadî û serxwebûn û parastina nirxên lêborîn û jiyandostiyê berdewam e û heta dawî jî dê berdewam be.
Serînetewandin, Sira mayîna neteweyekê
Dîroknasê yewnanî (Zeynefon) di kitêba (Anabas)ê di sala 401 berî zayînê de dibêje "Kardoxî gelêkî çiyayî, şerker û bi xîret in, ew serbixwe dijîn û ne bindestê şahê Faris in".
Piştî derbasbûna (2325) du hezar û sêsed û bîst û pênc salan di ser wê gotina Zenefon, Komîsyona Lêkolînê ya Navdewletî ya ser bi Komeleya Gelan ( عصبة الامم) derbarê diyarkirina sînor di navbera Tirkiye û Îraqê di sala 1924an de heman gotin û şiroveyê derbarê neteweya Kurd de dubare dike û dibêje "Kurd neteweyeke cengawer û jêhatî ne, serî ji bo ti kesî danaxin, di nav xwe de ne yekgirtî ne lê digel wan neteweyên li welatê wan dijîn herdem cîranên baş in û bi aştî û tebayî pêkvejiyan dikin".
Lêkolînerê Ermenî Xaçatûr Abovyan jî bi biryar dibêje: "Bi hemû wateyên peyvê, em dikarin navê siwariyên rojhilat bidin Kurdan."
Her karakterek, eger xisletên wî nebine sembola hebûnê, qet nikare wan nirxên ku li ba cîhana azad hêjayî parastin û qurbaniyê ne, biparêze. Li vir Pêşmerge wekî navekî; di paşxan, rabirdû, bîrdozî û bîraweriyê de; cîhanek ji qehremanî, destan, hêrs û şanaziyê dihewîne. Dîrokek tije canfidayî ji bo parastina îradeya neteweyê ji destdanê. Dîrokek tije berxwedan û xweragiriya rewa ya bi rûmet.
Li vir ya girîng mirov li ser raweste ew e ku, divê şirove û xwendin ji bo du aliyên mijarekê bê kirin ku ya yekem (serînetewandin)a neteweyê ye li ser asta giyanê berxwedan û berengariya seranserî û dûv re (serînetewandin)a pêşmerge wek şêwaza berengariyê û wê dinyabîniya ku netewe ji bo manê heye. Serînetewandina neteweyê ji bo jiyanê ye, lê serînetewandina pêşmerge ji bo parastina jiyanê û bexşîna wateyê bi jiyanê ye, bexşîna wateyê bi mana neteweyê ye. Li vir pêşmergeyê canfîda û rûbarê xwînêa ku pêşmerge û tevahiya neteweyê bi comerdî pêşkêş dike, bexşîna belaş ne qurbanî ye, ne xwînrijîneke belaş û kelecaneke şînger e, belkî veberhênana jiyanê ye di nav berxwedana jiyangeriyê de; jiyanger bi wateya her liv û tevgereke ku meyla jiyandostiyê di nava vîn û îrade û zehniyet û mentalîteya mirovan de şîn dike. Berxwedan û cengawerî eger tenê ji bo tarûmarkirinê be, qet sûd û mifayê nade welat û civaka mirovahiyê, belkî wê demê xebat û berxwedan dibin makîneyek ji bo çêkirina mirinê û hew.
Li vir xwe neçemandin, eger tenê ji bo garantîkirina mana komek mirov bi navê hoz, gel û neteweyê be, mînakên wê cure û forma manê di dîrokê de pir in. Lê armanc li vir mana berhemdar û pozîtîv e, ew berxwedana ku man û jiyanê dide netewe û gelên din jî, hemûyan di jiyan, aştî û aramiyê de hevpar dike. Lewra jiyan, azadî û aştî nirxên hevpar ên tevahiya mirovahiyê ne. Ew hêza ku di şiyana wê de be wan nirxan biparêze û mala xwe bike penageheke aram ji bo hemû lêqewimiyan, bêguman hêzek e ku hêja ye wekî sembol were temaşekirin. Di vî warî de rêzdar Xanim (Ursula Von der Leyen) wezîra berê ya berevaniya Almanyayê di Şibata 2018an de di dema serdanekê de ji bo Hewlêrê; bi eşkereyî got "Em qet qurbanîdana pêşmergeyên ku li şûna hemû cîhanê dijî DAIŞê şer kir ji bîr nakin ". Berî wê jî, di Nîsana 2017an de rêzdar (Sigmar Gabriel) wezîrê derve yê Almanyayê piştî dîtina wî bi cenabê serok (Mesûd Barzanî) re; ragihand ku "Ew bergiriya pêşmergeyan û rûbirûbûna wan dijî rêxistina Dewleta Îslamî; di heman demê de bergiriya ewlehî û asayîşa Almanyayê ye".
Pêşmerge ji ber wê yekê sembol e ku şiyana wê heye serkeftina leşkerî bike serkeftina tevahiya jiyanê, şiyana wê heye ku di dema parastina welat û neteweyekê de, tevahiya yên din jî biparêze, helbet ew jî bi rêya pabendbûna bi peyama mirovahî ya humanîter, ku rêzgirtin e li yasa û rêzik û peymanên navdewletî û qurbanîdana di oxira hemû nirxên pîroz ên civaka mirovahiyê de.
Li hemberî wê rêzgirtinê ku gelê Kurdistanê ji bo bingehên lêborîn, pêkvejiyan û pabendbûna pêşmerge bi wê etîk û moralê bilind ê mirovahiyê re, rêxistina navdewletî ya Apoksiomenoyî ya Îtalyayê di 19ê Gelawêja sala 2018an de di rêwresmeke biheybet de li Romaya paytext, xelata rêzgirtinê pêşkêşî pêşmergeyên Kurdistanê kir li hemberî wê rola qehremanane ya ku pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê de lîst û rêzgirtina nirxên mirovahiyê û parastina hemwelatiyên sivîl û bi taybetî Xirîstiyanan.
Pêşmerge, Çanda berxwedana ne tundî
Helepçe, Enfal û şerê terorê yên li dijî Kurd û Kurdistanê mînakên berbiçav û beloq in ku pêşmerge û gelê Kurdistanê li hember dijminekî hov û tundûtûj têkoşîna xwe domandine. Eger şerê dawî yê neyaran ê qirêj li dijî Kurdistanê; terorîstên DAIŞê kiribin û tundûtûjiya DAIŞê tê de hemû ast dîtibe, ji ber aqîde û baweriya xwe; xwekuştin, xweteqandin, serjêkirin, şewitandin û hemû şêweyên tundûtûjiyê rewa dibînin, bi heman awayî em dibînin ku Baasî jî berdewamiya bîr û mentalîteya şovenîzm û paşverûtiya Ereban in; wan jî li dirêjahiya zêdetirî (30) salan çi qas tundtir û tûjtir bû derheqê Kurdistanê kirin; heta asta praktîzekirina heman wê forma olî ya ku DAIŞê li dijî Şingalê û komên derqanûnî yên Heşda Şeibî li dijî Xurmatû, Kerkûk û Deşta Neynewayê encam dan.
Di rastiyê de, şerê DAIŞê; di dirêjahiya salên xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de, şerê herî zehmet ê Pêşmerge bû, zehmettirîn û rasttirîn şerê şovenîzma Ereb û selefiyeta cîhadî ya xwînrêj a dînî bû li dijî azadî û azadîxwazan ku Kurdistanê nûnertiya wê kiriye.
Di navbera tawanên (Baas, DAIŞ û komên neqanûnî yên Heşda Şeibî) de ji aliyê form û naverokê ve wekheviyeke tam heye. Enfala Baasê, kolekirina jinên Kurdên Êzidî yên serbilind ji aliyê DAIŞê ve, destavêtina jinên serbilind ên Germiyanê û ferzkirina mezhebperestiyê bi zorê ji aliyê wan komên Heşda Şeibî ve li navçeyên Xirîstiyanan ên Neynewayê, çavkaniya wan ji heman mîrateya paşverû û kevneperest tê.
Pêşmergeyên Şoreşa Mezin a Îlonê pir caran behs dikin ku rêberê mezin ê tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê, rehmetî cenabê (Mela Mistefa Barzanî) digot: "Divê em çav li reftarên hovane yên dijminên xwe nekin, ger na cudahiya me û wan çi ye! Em qet rê nadin ku teror û tundûtûjî wek tolhildana li dijmin bê kirin. Mafekî me yê rewa heye û em bi awayekî rewa ji bo bidestxistina wê têdikoşin. Bila çi ji destê Beisiyan tê bikin, em jî li gorî bîr û baweriya xwe têdikoşin. Têkoşîna ji bo rizgarî, azadî û demokrasiyê şêwazên ne mirovahî û qirêj qebûl nake." Helbet ev şirovekirina dîtin û cîhanbîniya Barzaniyê mezin e. Ev felsefe û baweriya rêberê şoreşa Kurdistanê ye. Wî bi vî awayî pêşmergeyên xwe perwerde kirin. Helbet cenabê (Barzaniyê Mezin) jî ew çanda ronî û bi qîmet a tolerans û hezkirina jiyanê ji bawerî û çavkaniyeke zelal a Kurdayetiyê wergirtiye ku digihîje Şêxê Şehîd (Ebdulselam Barzanî).
Çanda gelê Kurdistanê ew e ku tu carî şêwazên ne mirovanî yên rûreş qebûl nake, tewra ji bo kuştina dijminên xwe jî, bi şeref parastina aştiyê dike, bi serbilindî ji bo rûmeta mirovahiyê û nirxên jiyanê şer dike, teror û tundiya hêza neyêr; tu carî nikare pêşmerge neçar bike ku serî ji heman rêgezên rûreş re bitewîne.
Berdewamiya pêşmergeyan li ser pabendbûna bi wê kultûra bilind a lêborînê, ji bilî wê yekê ku cudahiyek di nirxê de di navbera gel û xaka Kurdistanê û rejîmên çewisîner û dagirker ên Kurdistanê de çêkir, gelê Kurdistanê jî kir ew hêza ku di wê şiyanl de be ku tehemûl bike û birînên xwe derman bike û welatê xwe yê wêrankirî jî ava bike, bi çav li paşerojeke ronîtir wan hemû astengî û zehmetî û nexweşiyên dijwar derbas bike û Kurdistana xwe bike ew serzemîna rengîn û aram ku dost û dijminan şahidiya wê daye.
Helbet çêbûna cudahiya nirxan li Îraqê û (Îraqa din) ku Kurdistan e, vedigere ji bo çavkaniya wan nirxan û cudahiya zatî ya wan nirxan li her du serzemînan. Kurdistan wek serzemîna cudahî û pirrengî û xebata rizgariyê di oxira azadî û demokrasî û serxwebûnê de, Îraqa Erebî jî wek serzemîna wahîdûn ehed a (yekserzemîn û yek ayîn û yek ziman û yek ummet)! Ew serzemîna wahîd a ku (Be'siyan) di oxirê de temama Kurdistana Başûr û (grûpên derqanûnî yên Heşdê) Dûz û Xaneqîn û Daqûq û Kerkûk û Şingal û (DAIŞ) jî Şingal û Koço û Sinûnê û Zummar û Gulale xapûr û wêran kir.
Kurdistan xewna azadiyê dibîne û Îraq jî ji van xewnan aciz û bêzar dibe. Kurdistan serbestbûn û bidestxistina mafên xwe bi demokratîkbûna Îraqê ve girê dide û di oxira (demokrasiya ji bo Îraqê û otonomiya ji bo Kurdistanê) de têdikoşe. Îraq jî mana xwe wek (Mîşêl Efleq) dibêje; bi yek welat û yek neteweyê ve girê dide û di oxira vejîna ummeta erebî de; hemû etnîk û pêkhateyên din wek ereb û mêvan li ser axa pîroz a ereban dide nasîn, ku ew pêkhateyên cuda di dawiyê de eger nebin ereb û şanaziyê bi welatê ereban nekin; wê demê bê dudilî divê bên tunekirin, wek çawa di Enfalên bednav de Kurd bi wî awayî qir kirin.
Ev kakila cudahiya di navbera nirxên Kurdistanê û nirxên Îraqê de ye. Ew Îraqa ku bi dehan salan Pêşmerge û gelê Kurdistanê û di dawiyê de hêzên Hevpeymanan bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di oxira azadkirina wê de qurbanî dan, îro jî hinek aliyên nezan ên siyasî yên mezhebî wisa difikirin ku azadkirina Îraqê tenê bidarvekirina Sedam Huseyn û derxistina Sunnî û Xirîstiyanan e!!! Ji ber van sedeman Kurdistan dixwaze serbixwe be, ji ber ku xwîna Pêşmerge ji bo azadiya rastîn hatiye rijandin ne ji bo ku hin kes bên bi berhema xwîn, rondik û xebata Kurdistaniyan û wan Îraqiyên resen bilîzin, ku bi dehan salan e ji bo azadî, demokrasî, lêborîn û rêzgirtina cudahiyan têdikoşin û qurbaniyan didin.
Pêşmerge û gelê Kurdistanê neçûn bin barê reftar û zihniyeta kevneperest û hovane. Salên dûr û dirêj ên berxwedanê her û her gelê Kurdistanê û pêşmerge li ser wê rêbaza resen a Kurdayetî û mirovahiyê hêgintir kir, wê demê Kurdistaniyan ji bilî çiyayan dostên din nebûn, lê derket holê ku dostê herî nêz û can bi canî yê Kurdistaniyan ji bilî çiyayan; ew kultûra lêborînê û jiyandostiyê ye, ew kultûra berxwedanê ye ku her dem wan diparêze û di rojên teng de dibe xilasker ji bo wan.
Ji bo ronîkirina nasnameya rastîn a karaktera pêşmerge û gelê Kurdistanê, ku ji kîjan çand û çavkaniyê awayê rêveberina têkoşîna xwe li hemberî eniya neyaran hildibijêrin, ji me re diyar dibe ku cudahî ewqas mezin e ku encama wê ew e ku di rojên bi şeref ên referandûma mezin de, Kurdistaniyan bi mezin û biçûkên xwe ve bi dengekî bilind digotin û diqîriyan (bila em her du alî bibin cîranên baş). Wekî din, ji eniya beramber a pêşmerge û gelê Kurdistanê (ku Îraqa Erebî ye), qet nayê hêvîkirin ku rojekê ji rojan baweriya wan bi azadî, demokrasî, pirrengî, nirxên jiyana dostane û lêborînê hebe, ew di newaleke kûr de ne û azadî û demokrasî di newaleke din de ne.
Pir girîng e ku em behsa wê pirsa bingehîn a (îdareya hevrikiyê) bikin, ku aliyê Kurdistanî ji aliyê Îraqî vediqetîne û her du aliyan li ser du araste û du mentalîte û dîtinên cîhanê yên gelek ji hev dûr dabeş dike. Kurdistan di nav çerxa mentalîteya (berevanî û hevrikiya pozîtîv) de ye û aliyê Îraqî yê Erebî jî di nav çerxa girtî ya (xwebixwe û êrîşkarê negatîv) de ye. Li vir pêwîst e ku em amaje bi wê rêzbendiyê bikin ku nivîskarên pirtûka (Şerê Bê Tundûtîjî.. Hilbijardeya Sêyem) derheqê cîhana Erebî û Îslamî û siruşt û asta hevrikiyan bi giştî xwendinek lê kirine, ew nivîskar di dema wê lêkolîna xwe de gihîştine wê rastiyê û dibêjin "Paqijkirin û kokbirîna bi temamî yan jî sifirkirin û ji navbirina aliyê beramber di hevrikiyê de, cureya dilxwaz û take armanca hevrikiyê di cîhana Erebî û Îslamî de ye".
Ew bijardeya sifirkirin û tertûbelavkirin (kelûpela lap li gorî bejna) hikumranên Bexdayê ye, bi delîla wê yekê ku ti hêzeke siyasî û mezhebî ya erebî ya şiî ya Îraqê û bi heman şêweyî Bexdaya wê demê ya Beesî ya erebî jî rojekê ji rojan danûstandin bi hev re nekirine û herdem çavên wan li nemana yekcarî ya hev bûye, bêguman sedemên wê rewşa reftarê li cem ereb û cîhana îslamî gelek û diyar in, lê belê ya girîng cureyê bîrkirin û zehniyeta herdu aliyên sunnî û şiî yên erebî yên Îraqê ye ku dikevin nav xeleka (pêşbirka sifirkirinê) de; ew asta belavbûyî ya hevrikiyê li cîhana erebî û îslamî ku bi sedan salan e kavilkarî û trajedî û mexdûriyet ji bo xwe û neteweyên din berhem aniye. Li hember vê Kurdistan ku herdem ji aliyê Bexdayê ve ew pêşbirka sifirkirinê bi ser de hatiye ceribandin (Enfal û çekên kîmyayî- jenosîd), lê belê aliyê Kurdistanî tevî wê yekê gelek piştrast bûye ku Bexda (wê demê û niha.....) qet pê nayê bawerkirin; lê belê serkirdayetiya siyasî ya gelê Kurdistanê deriyê danûstandinê negirtiye. Ev jî bi wê maneyê tê ku çanda Kurdistanê cureyekî din e ji rêzbenda formên îdarekirina pêşbirkê, forma Kurdistanî nakeve xeleka sifirkirin û paqijkirin û reşkirina beramber, belkî kultûrek e berhema firehiyê û cihêtiyê û beramberdîtinê û diyalogxwaz e, loma a Kurdistanê herdu formên (pêşbirka bidestxistina xalan) û (pêşbirka bergirîkirinê) li xwe digire. Ji ber ku bergiriya ne tundûtûjî li cem gelê Kurdistanê û pêşmerge bi salan e bûye stratejî û çand.
Helbet divê ev jî qedera gelê Kurdistanê be ku bi reqîbekî bi vî rengî re rûbirû bimîne ku baweriya wî bi diyalogê nîne û tenê armanca wî ew e ku dijberên xwe tune bike. Gelê Kurdistanê heta niha ji nêrîna forma (pêşbaziya bidestxistina xalan û berevaniyê) du caran karî du belgeyên fermî yên girîng bi Bexdayê re îmze bike. Yekem car belgeya fermî ya Peymana 11ê Adarê bi Beesiyan (desthilatdarên Bexdayê yên 1970î) re îmze kir. Duyem car destûra herdemî ya Îraqê bi (desthilatdarên Bexdayê yên 2005an) re pejirand ku di dawiyê de ji aliyê %80ê gelên Îraqê ve dengê referandûmê bidest xist. Lê belê girîng e bê gotin, ji ber ku xwediyê zihniyeta (pêşbaziya sifirkirinê) ye ku danûstandinê nizane û tenê baweriya wî bi kuştina dijberên xwe heye, ne gengaz e tiştê ku di tirs û neçariyê de qebûl dike, paşê pêk bîne. Bêguman her wisa jî derket; Baasî ji Peymana 11ê Adarê poşman bûn û careke din daberizîn canê Kurdan û heta ku gihandin asta tertûbelavkirin, kuştin û birîn û jenosîd û qirkirin û erebkirin û beesîkirin û koçberkirin û kîmyabarankirin û Enfal......hwd.
Li ser paşvekişîna Partiya Baasê û eşkerekirina rastiya wê şiroveya teorîk a derbarê hegemoniya forma (hevrikiya sifirkirinê) li welatên erebî û cîhana îslamî bi giştî, Rêberê Şoreşa Kurdistanê; Xwedê jê razî (Mela Mistefa Barzanî) derheqê Peymannameya 11ê Adarê de wiha dibêje: "Piştî wê peymannameya ku otonomiya gelê Kurd û xebata wî ya bê navber di 11ê Adara 1970an de pejirand, min ji endamên komîteya navendî re got: Hay ji xwe hebin, niha rewş ji berê metirsîdartir e, berê bi top û balafiran em bombebaran dikirin. Lê îro bêyî ku em wan bibînin bombeyan li ser me dibarînin, divê em gelekî hişyar bin û nekevin davika rejîmê, ji ber vê yekê bêxem nebin û nebêjin êdî me mafên xwe bi dest xistin û her tişt qediya. Divê em ji her demê zêdetir çavvekirî bin ji bo zanîna niyet û armancên rejîmê, ez bi xwe guman dikim ku rejîm dadperwer be û qet di wê baweriyê de nînim ku soz û peymanên xwe bi cih bîne." Eşkere ye piştre çi qewimî û çawa Baasiyan melayê bombekirî şand ji bo terorkirina (Barzaniyê Mezin) ku cenabê wî bi derhozeyekê jê xelas bû.
Bêguman destûra herdemî ya Îraqê jî bi heman derdî çû, piştî sêzdeh salên bendewariyê û heta niha jî, ew mafên ku piştî gengeşe û kêşmekêşa zêde ji bo gelê Kurdistanê rewa hatin dîtin ku di çend hevokên bê ruh û giyan de di nav çend rûpelan de bi navê destûrê hatin tomarkirin û bicihkirin, paşê her bi xwe her roj bi bihaneyekê ji bendekê poşman dibûn. Madeya 140 a Kerkûkê û navçeyên kêşeliser û mafê Pêşmerge û pirsa yasaya neft û gazê û hevbeşî û tifaq û hevsengî û maf û azadiyan û dernexistina bi dehan yasayan ji bo temamkirina hebûn û serweriya destûrê, zêdetir ji 50 madeyên destûrî yên herdemî yên Îraqê ji aliyê hukumranên Bexdayê ve hatin binpêkirin. Me ev çend xal wek nimûne ji bo sirûşta wî coreyî reqîb anî ziman ku gelê Kurdistanê eger derfeta jiyana azad û welatekî serbixwe nebe; divê heta dawî bi wê yekê mehkûm be ku muamele bi Bexdayê re bike ku qenc dizane ne tenê sozek pê re nîne ji bo bicihanînê, belkî herdem xwe hazir dike ji bo êrişkirin û daqurtandina Kurdistanê û tevahiya wan maf û azadiyên ku di destûrê de bi tevahî gelên Îraqê re hatiye dayîn, ku heta niha her ev hemû bi kirdeyî encam dane. Wek çawa di 16ê Cotmehê de jî ter û hişkê Kurdistanê da ber agir û her çi destkeftiyên azadî û demokrasî û yasa û destûrê hebûn xistin bin pêyê xwe. Eger qîrîna şêrane ya Pêşmergeyên canbaz li Pirdê û Sihêla û Mehmûdiyê nebûya, îro sernavek bi navê Herêma Kurdistanê nedima û ew tekane ronahiya jiyandostiyê jî ku li Rojhilata Navîn hebû nûtik û xilmaş dibû.
Bêguman têgeha hevrikiya sifrî ne tenê ji bo Îraqê, belkî ji bo wan dewletên din jî guncaw e ku perçeyekî Kurdistanê di nav wan de hatiye dabeşkirin. Dewletên Sûriye, Tirkiye û Îranê bi belge û nimûneyan bi wê psîkolojî û zihniyetê re li gel doza Kurd û tevgera rizgariya wî re tevdigerin. Wan çar dewletan qet Kurd û gelê Kurdistanê wek alî û muxateb nedîtiye, belkî her tim xwestine ku wek pêkhate, hebûn û keynûne wê neteweyê tune bikin û qir bikin.
Ev her çar dewlet ne tenê li dijî Kurdan, belkî ne amade bûn ku bi tu yek ji opozîsyonên xwe re jî danûstandin û diyalogê bikin; ji ber ku têgeha hevrikiya sifirê li ser bingeha (an ne tiştek an hemû) hatiye avakirin û ji bilî xwe tehemûla hebûneke din nake, helbet ev jî vedigere paşxaneyeke kulturî ya diyarkirî ku delîveya behskirina wê li vir nîne.
Pêşmerge, Hêzeke Bawerpêkirî
Her hêzek ku (giyanê lêborînê di xwîn)a wê de nebe û li ser asta navxweyî wekî keleha bergîrkar neyê dîtin; qet nikare li derveyî xwe rêzgirtî be û yên din baweriya xwe pê bînin, bi wê jî wekî hêzeke serbazî wê faktor û payeyê ji dest dide ku bikaribe cengê têxe xizmeta aştî, aramî û dadperweriyê. Pêşmerge ku ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê hezkirin û rêzgirtin, hêzeka herdem cihê baweriyê bû, ev xislet û nasnameya pêşmerge roj bi roj berfireh bû heta radeya ku tewra ew cemawer jî bi rêz û bawerî lê temaşe bike, ku bi dehan sal e bi hêza wê re şer kiriye (cemawerê bereya neyar). Her hêz nikare vî sînorê estemiyê bibire wekî çawa me dît piştî 2003an pêşmerge bû navika pêkîner ji jinûve avakirina wê artêş û saziya serbazî ya Îraqê ku bi dehan sal şiyana wê ya rûbirûbûna pêşmergê Kurdistanê nebû, xelkê Bexda û wan navçeyan ku bi dehan û hezaran lawên wan li ser destê pêşmerge giyanê xwe ji dest dabû di dema rejîma Beesê de, lê tenê û tenê baweriya wan bi pêşmerge hebû, û herdem daxwaz dikirin pêşmerge aştî û aramiyê ji wan re dabîn bike û saziyên Bexdayê ji wan re biparêze.
Helbet pêgeha ku Pêşmerge bi dest xistiye, vedigere wan prensîp û etîkên bilind ên reftarê ku bi salan e Pêşmerge li ser wan hatiye perwerdekirin û pê tê naskirin. Ji bilî vê yekê, wergirtina prensîpa (Netundûtûjiya stratejîk) ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve, roj bi roj bûye sedema wê yekê ku baweriya zêdetir, tewra ya girseyên eniya neyaran jî bi dest bîne. Ew felsefe û peyrewa neguhêr a serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê bûye ku nabe Pêşmerge heman şêwazê qirêj ê dijmin ji bo bertekdan û tolhildanê bimeşîne.
Nemir (Mistefa Barzanî) rêberê şoreşa Kurdistanê di vê derbarê de dibêje: "Sedam Huseyn gelek caran plan çêkirin ku min bikuje, Kurdan jî dikarî wî ceza bikin û di dema serdana wî ya Kurdistanê de helîkoptera wî bixin xwarê, lê Kurd karekî bi vî rengî nakin, ji ber ku exlaqê kurdî xiyanetê qebûl nake."
Ji bilî vê yekê, serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê gelek helwestên bilind ên mêrxasane û bilind ên mirovî nîşanî Îraqê dane, lê mixabin! Îraqa erebî û cewhera ramanê ya hikumranên Bexdayê heta niha jî qet li hemberî Kurd û Kurdistanê neguheriye.
Di şerê şeş rojî yê Hezîrana 1967an ê di navbera Ereban û Îsraîlê de, (Mistefa Barzanî) agirbest îlan kir û ferman da hêzên pêşmerge ku bi ti awayî guleyan li artêşa Îraqê bernedin, nameyek ji Bexdayê re şand da ku artêşa xwe ji Kurdistanê vekişîne û berê xwe bide Filistînê ji bo berevaniya li filistîniyan.
Ev felsefeya şoreşa Kurdistanê bû di dirêjahiya salên xebat û têkoşînê de, herdem dûr bûye ji wergirtina tundûtîjiyê, bi armanca kêmkirina stem û çewisandinê û avakirina çanda aştiyê ku bêyî lêborîn (tolerans) û (netundûtîjiya stratejîk); ne gengaz e ew armanca giranbiha were bidestxistin. Bêguman niştecihên sivîl bersivderên wê rastiyê ne di her eniyekê de bin jî, ew di dawiyê de hukmê dawî didin ku kîjan şoreş û hêz û tevger di pêxema aştî û aramiyê têkoşiyaye.
Di van çend salên dawî de ev rastî li ser pêşmergeyên Kurdistanê bi awayekî zelal û eşkere derket holê. Xiristiyanên Îraqê bi giştî û yên Deşta Neynewayê bi taybetî, herwiha eşîr û welatiyên erebên sunnî yên Mûsil, Enbar, Selahedîn, Bexda, Felûce, Kerkûk, Diyala û hemû deverên din ên Îraqê şahidiyê didin vê rastiyê û her demê daxwaz kirine ku pêşmerge wan biparêzin û her demê gotine ku ew tenê bi hebûna hêzên pêşmerge xwe ewle hîs dikin.
Berevajî wê dîmenê, bêbawerî û piştrastnebûna Xirîstiyan û niştecihên sivîl bi giştî ji rewşa ewlehiyê ya navçeyên xwe ye, tevî nemana DAIŞê li deşta Neynewayê. Di vê derbarê de, tora (Rûsyaya îro) di nîveka Gelawêja 2018an de raporek belav kiriye û tê de hatiye gotin ku ji ber şerê DAIŞê 150,000 sed û pêncî hezar kes ji niştecihên Deşta Neynewayê mal û milkên xwe bicih hiştine û piraniya wan berê xwe daye Herêma Kurdistanê ji ber ku navçeyeke aram û seqamgîr e, lê tevî nemana DAIŞê jî, li gor wê raporê heta niha bi tenê nêzîkî 55 pêncî û pênc hezar kes ji wê hejmara awareyan vegeriyane, ew jî ji ber ku wek yek ji wan jinên Xirîstiyan ên Deşta Neynewayê ji wê torê re axiviye "Niha jin û malbatên Xirîstiyan newêrin vegerin ne ku destdirêjî û binpêkirin li dijî wan bê kirin". Herwiha wan gotiye ku rewşa wan li Kurdistanê gelekî asayî ye û ew baştir dibînin ku di vegerê de lezê nekin, ji ber ku di dema borî de dema ku komên derqanûnî yên Heşdê hatin navçeyên wan gelek pirsgirêk û zehmetî kişandin û bûyerên destdirêjî û tacîzkirinê li ser jin û malbatên wan rû dan.
Lê belê, ji ber çanda tolerans, jiyana bi hev re, qebûlkirina hev û rêzgirtina cudahiyan, ku Şoreşa Kurdistanê her demê tekezî li ser kiriye û Pêşmergeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê bi pratîkî li meydanê pêk anîne, em dibînin ku tiştê li Kurdistanê diqewime, bi temamî ji ya Îraqa Erebî cuda ye. Mahatma Gandî dibêje: "Şoreşa ne tundûtûjî ne tenê rêbazek ji bo gihîştina desthilatê ye, belkî bernameyek e bi armanca guhertina têkiliyan, armanc ne tunekirina neyar û rikber e lê bidestxistina têgihiştinekê û pêkanîna wekheviyeke siyasî ye."
Girîng e bê gotin ku ne tundûtûjiya stratejîk (a ku şoreşa Kurdistanê pêrew kiriye û heta niha jî ji aliyê pêşmergeyan ve berdewam e), mekanîzmekê ji bo pêkanîna wekheviyeke mezin û berfirehtir dabîn dike, helbet ew jî li dema têkoşîna ji bo rizgarkirina ji bindestiyê. Kurdistanê heta asteke baş karîbû wan formên peywendiyan ên ku (Gandî) behs dike biguherîne û bi awayekî rêk bixe ku hemû jê sûdmend bibin an jî qet nebe Kurdistanê bi rêya reftarên bilind ên pêşmergeyên xwe karîbû mesajeke baş û dilhêsaker ji wan pêkhateyan re bişîne, yên ku li ser heman axa azadiyê bi Kurdistanê re dijîn an îro bi wê re hevsînor in û di paşerojê de dibin cîran.
Li ser vê yekê şiroveyeke bîrmendan heye ku dibêje, "Amûra netundûtûjiya demokratîk; her tim berhem û encama demokratîktir li pey xwe aniye." Rêberê şoreşa Kurdistanê Xwedê jê razî (Barzaniyê Mezin) jî dibêje, "Em bi demokrasî û aştiyê re ne, her şoreş û bizaveke li cîhanê ji bo berjewendiya gel e, bizava me jî bizaveke mirovahî, rizgarîxwazî û exlaqî ji bo berjewendiya temamê Îraqê ye. Em di vê şoreşa xwe de berjewendiya Îraqê dixwazin, cara yekem ji bo Ereban, cara duyem ji bo Kurdan û paşê ji bo hemû pêkhateyên wekî Tirkmen, Asûrî, Ermen û tevahiya Îraqiyên şerefmend."
Herwiha di asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê de; peyam û mesaja eşkere ya Kurdistanê ji bo jiyaneke hevbeş û beşdariya rasteqîne ya pêkhateyan di rêveberiya paşeroja siyasî ya welêt de; ew reşnivîsa peymanê ya komîteya bilind a referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, ku tê de bi awayekî aşkere ew prensîpa neguhêr a şoreş, gel û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê hatibû diyarkirin û arasteyî danerên destûra (Komara Federal a Kurdistanê) hatibû kirin, di wê peymana dîrokî de bi zelalî mafê herêma federalî ji pêkhateyên Kurdistanê re hatiye tekezkirin.
Erê; ev hest, helwest û çanda bilind a lêborînê li ba gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên Kurdistanê bûye sedema dilniyayî û baweriya pêkhateyên Kurdistan û Îraqê bi wê pêkvejiyana Kurdistanê û rola jiyandostane ya Pêşmerge.
Pêşmerge, Guhertina têgeha serweriyê
Pêşmerge nûneratiya hêz û israra neteweyekê ji bo man, azadî û serxwebûnê dike. Herwiha di çepera berevanîkirina peyam û nirxên bilind ên mirovahiyê de amadeyî hemû qurbaniyê ye. Lewma piştî dehan salan têkoşan dijî rejimên dîktatorî û totalîter ên yek li dû yek ên Bexdayê, ew zordarî û stema dirindane ya Beesa faşîst nekarî li seranserê Îraqê ji bilî Pêşmerge ti hêzeke din a resen û xwedan doz û îrade wek opozisyon bîne holê. Di sala 2003an de hevpeymaniya navdewletî ji bo rûxandina rejîma Sedam bi rêberatiya Amerîkayê; hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wek beşek ji wê hêza xwe pesend kir û heta roja 9ê Nîsanê ku peykerê Sedamê dîktator li qada Fîrdewsê li Bexdayê parçe parçe kirin; Pêşmerge xwîn û qurbaniya zêde da di proseya azadiya Îraqê de. Di rojên Encûmena Hikmê de li Bexdayê û hatina ser kar a (Paul Bremer)ê fermanrewayê medenî yê Amerîkî li Bexdayê, artêşa Îraqê hilweşiya û wê demê ti yek ji hêzên Şîe ne amade bûn û cesareta wan nebû ku bên pêş û hêzekê ji bo wî welatî (Îraq) ava bikin ku çendîn salan qaşo xebat ji bo wê kirin û piştî rûxana Beesê jî çendîn salan bêhûde di ragihandinan de wekî (Îraqa nû) hate binavkirin. Dawiya dawî ger Pêşmergeyên Kurdistanê nebûna ku destpêşxerî kir û hat pêş û du lîwayên xwe kirin havên û destpêka jinûavakirina artêşa nû ya Îraqê, eger na Şîe wê demê ji ber her sedemekê be nehatin pêş!
Pêşmergeyên Kurdistanê piştî sala 2003yê saziyên rewa yên Bexdayê parast, çend caran alîkariya hêzên Îraqê kir û li nav taxên Bexdayê li dijî komên terorîst û tundrew şer kir û bi dehan lawên wê yên wêrek û dilêr ji bo azadiyê û parastina aramiyê li Îraqa bi nav nû şehîd ketin. Piştî sala 2005an ku destûra daîmî ya Îraqê ji aliyê gelên Îraqê ve hat pejirandin, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê (Pasevanên Herêmê/Heres el-Iqlîm) di destûrê de hat pejirandin. Lê ji wê rojê heta niha hişmendiya şoven li Bexdayê ne tenê hebûna gelê Kurdistanê û navê Pêşmergeyan qebûl nake, belkî bi hemû hêza xwe rê nade ku Îraq ji qalikê xwe yê totalîter rizgar bibe û tewra nahêle herêmeke federal li başûrê Îraqê jî çêbibe. Bexda her sal bi nivîsandina hevokekê mafê Pêşmergeyan (meaş, çekdarkirin û dabînkirina pêwîstiyan) di yasaya budceya giştî ya federal de bi cih dike û heta niha yek dînar û yek fîşek jî ji bo Pêşmergeyan neşandiye, ji xeynî wê; di rojên şerê DAIŞê de ku Pêşmergeyên Kurdistanê hêzeke naskirî ya çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) ye; lê Bexdayê rê neda tewra ew çek û alîkariyên serbazî jî bigihîjin Kurdistanê û destê Pêşmergeyan ku welatên endam di hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê de dişandin, di destpêkê de hikumdarên Bexdayê israr dikirin ku divê firokeyên barkêş li Bexdayê dakevin û bên kontrolkirin paşê berê xwe bidin Hewlêrê, di dawiyê de qet rê nedan û çek jî li cem xwe girtin.
Hewlên Bexdayê heta niha ew bûne ku bi gotinên yasayî û destûrî bilîze û bi dilê xwe şîrove bike, rojekê Pêşmerge bike beşek ji sîstema berevaniyê û rojeke din bike beşek ji sîstema ewlehiyê, lê tişta ku nekarî û nikare bike, veşartin û biçûkkirina nav, heybet û dîroka mişt serwerî ya Pêşmergeyê Kurdistanê ye, ku karîbû hemû pîlanên qirêj rawestîne û îradeya neteweyî ya gelê Kurdistanê biparêze. Lewma îro ji bo Bexdayê asayî ye ku behsa yekîtiya axa Îraqê û serweriya Îraqê bike, di heman demê de qebûl dike ku hêzeke wê ya destûrî ya ku hatiye naskirin, meaşê xwe ji Amerîkayê werbigire û çek û cebilxaneya wê ji welatan were û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê madalyaya qehremaniyê bide Pêşmergeyê Kurdistanê!
Bexda ku dijberiya Pêşmergeyên Kurdistanê dike, dizane ku Pêşmerge parêzvanê azadiyê ye. Dijberîkirina Pêşmerge di bingeh de dijberîkirina azadî û demokrasiyê ye, paşê jî dijberîkirina Kurdistanê ye. Pêşmerge ew hêz e ku dikare di meydanê de wê yekê pêk bîne ku di siyasetê de nayê pêkanîn an jî di meydanê de wê yekê bi dest bixe ku di siyasetê de hatiye windakirin. Pêşmerge bi zelalî û eşkereyî rewatiya mafê gelê Kurdistanê di biryara azad a serxwebûnê de ji cîhana azad re ragihand. Di sê salên şerê dijwar ê li dijî DAIŞê de, anî bîra her kesî ku hêz û îradeya Pêşmerge ji hêz û îradeya neteweyekê hatiye wergirtin û ne gengaz e ew hêza ku berevaniyê li dozeke rewa dike, têk biçe.
Em dikarin bi eşkerayî bibêjin ku têkoşîna Pêşmergeyên Kurdistanê derxera rastî û rewatiya doza neteweyekê ye ku bi dehan salan e tê çewisandin û mafê wê tê desteserkirin, lê îro awayê reftara neyaran li dijî Pêşmerge; rika rastên a wan aliyan diyar dike bê çiqas bi serhişkî li dijî mafên rewa yên gelê Kurdistanê şer dikin, tewra eger di destûrê de jî hatibe nivîsandin. Bexda eger di sala 2014an de mûçe û bûdceya gelê Kurdistanê birîbe, divê li bîra me be ku Bexda ji serî de razî nebûye mûçeyê Pêşmerge hebe, Pêşmerge tekane hêz e (çend mehên dawî ne tê de) ger na heta niha yek fîşek û yek dînar ji Bexdayê wernegirtiye.
Pêşmerge, Xwediyê sazûmana îradeyê
Sergêjiya hikumranên Bexdayê mixabin hemû sînorên yasayî û exlaqî derbas kiriye, bi awayekî ku qet ji wan re ne girîng e ka çi şaşiyekê dikin, girîng ew e karekî bikin ku mezinahiya Pêşmerge di neynika xwe ya biçûk de nîşan bidin. Ji bo ku dilê wan hênik bibe, di wî şerê derûnî de berdewam in li dijî mezintirîn serweriyên neteweya Kurd û gelê Kurdistanê ku navê pîroz ê Pêşmerge ye, ger na eşkere ye ku Bexda qet naxwaze Pêşmerge beşek ji sîstem û sazûmana bergîriya Îraqê be, her tim bi riste û dariştin û destewajeyan wisa nîşan dide û kar ji bo wê yekê dike ku Pêşmerge bike saziyeke veder û kêmbayex a emnî di çarçoveya sîstema emnî ya Îraqê de. Eger na; çawa dibe Pêşmerge beşek ji sazûmana emnî ya Îraqê be (wekî ku ew dibêjin) û hevdem mûçe ji Wezareta Bergiriya Îraqê jê re were terxankirin!, rûdana hevdijiyeke seyr û sosret a bi vî rengî li (Îraqa Nû!) tiştekî pir asayî ye, çimkî ger Pêşmerge beşek ji sazûmana geştûguzariya Îraqê be jî!; Bexda qet ne amade ye yek dînar mûçe bide Pêşmergeyên Kurdistanê. Di vê berawirdê de; komedya reş a yasayî û destûrî ya Îraqa piştî dîktatoriyetê diyar dibe:
Di benda pêncem a madeya (17) a qanûna budceya federalî ya sala darayî ya 2007an de wiha hatiye nivîsîn: "Li ser xercî, çekdarkirin û dabînkirina pêdiviyên pasevanên herêmê wek beşekê ji sîstema berevaniya Îraqê, di navbera serokwezîr û serokê herêmê de rêkeftinek tê kirin."
Lê belê di qanûna budceya federal a sala darayî ya 2018an de tiştekî lap berevajî hatiye nivîsandin, Îraq heman Îraqa nû ye! Destûr jî yek herf jê nehatiye guherandin! Lê tiştekî tenê hatiye guherandin; ew jî ew e ku şanzdehê cotmehê rû daye û ew hêzên erebî yên îraqî yên ku qaşo beriya 2003an ji tirsa rejîma dîktator û totalîter û şoven a Baasê têkoşiyabûn, îro heman hêz piştî ku hatin ser sifreya hazir ji hemû we'd û sozên xwe û ji naveroka destûrê û tevahiya rêkeftinan poşman bûne û ji demokrasiyê aciz bûne û naxwazin Îraq îtîhadî (federe) be û bi wan ne xweş e ku pêkhateyên welêt ji bo biçûktirîn pirs referandûmê bikin û bi tu awayî ji peyva azadiyê hez nakin. Loma feqiyên wan ên dilêr piştî ku ti nemabû qanûnê ji bo zewicandina keçên neh salî jî deynin (ku di dawiyê de kirin)! Vê carê xwestin dahênaneke nû bikin û baş dîtin ku mafên pêşmerge di qanûna budceyê de bi vî awayî be:
Di benda (B) ya madeya (10) ya qanûna budceya federal a sala darayî ya 2018an de hatiye ku "Rêjeyek ji terxankirinên hêzên bejayî yên îtîhadî yên artêşa Îraqê ji bo mûçeyên hêzên pêşmerge tê terxankirin, ew jî bi liberçavgirtina rêjeya daniştvanên wan hêzan ku beşek ji sîstema ewlehiya Îraqê ne."
Li gorî dîtina hukumranên Bexdayê, gelekî asayî ye ku Pêşmerge carekê beşek ji (sazûmana bergiriyê de)! Carekê jî bibe beşek ji (sazûmana emniyetê)!! Wekî standina hewayekê be ji bo fermanberên Wezareta Darayî!!! Bila Bexda û feqiyên Bexdayê di wê yekê de azad bin ka çi dinivîsin û navê Pêşmerge bi çi şêweyî û ser bi çi sazûmanekê û di çi madde û bendekê de datînin. Qurbaniyên gelê Kurdistanê û xwîna sor a Pêşmergeyên qehreman ên Kurd û Kurdistanê pêwîstiya wan bi wan bend û birgeyan wan nîne. Pêşmerge xwediyê sazûmana rûmeta neteweyê, Pêşmerge hêz û nasnameya sazûmana vîn û îradeya polayîn a giş Kurdistaniyan e bi hemû pêkhateyên xwe ve. Pêşmerge bi mezinî û berxwedana xwe gel û xaka Kurdistanê diparêze û dûr an nêzîk be wê têgiha derewîn jî betal dike, ku Îraqa berê (bi nav nû) li jêr diruşmeya serwerî û yekîtiya xaka welêt berdewamiyê dide zincîra stemkariya xwe ya şovenîst û kevneperest a Erebî dijî gelê Kurdistanê.
Pêşmerge, Dengê Taybet ê Neteweyekê
Destana tijî serwerî û qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê li Pirde, Sihêla û Mehmûdiyeyê di rojên zehmet ên piştî xiyaneta reş a 16ê Cotmehê de, ew kes û alî şok kirin; bi wê yekê ku Pêşmerge rê neda armancên bêmirês ên wê demê yên Bexdayê û dest û darên wê û yên ku li pişt nexşeya qirêj bûn, bên cih. Di wan hemû demsalên payîzê de ku neyar tînin ser gelê Kurdistanê, herdem Pêşmerge tekane kulîlka kesk a hêviyê ye ji bo geşbûna îradeya neteweyê, herdem Pêşmerge bangewazê zindîmayîna hêvî û ronahiyê ye di nav daristana stem û zilmata stemkaran de.
Vê carê jî fikirîn ku ji derzeke din ve derbas bibin da ku derbekê li Kurdistanê bixin, ku berdewamiya heman zincîra xiyaneta şanzdehê Cotmehê bû, lê tiştek bi ser nexistin rabû dest avêtin dengê Pêşmerge. Ji ber ku neyarên gelê Kurdistanê hest kirin ku vê carê jî Pêşmerge wekî eniyên şer; di dengdanê de jî destan tomar kir, xwestin bi rêya gumandanîna ser paqijî û bêgerdiya dengên Pêşmerge zirarê bigihînin pêgeha Kurdistanê, rabû Bexda bi hemû hêza xwe ligel çend aliyên hevşêweyê xwe li Kurdistanê ketin nav hewldanan çawa dikarin wê serkeftina Kurdistanê reş bikin.
Rast e, anîna amûrên nû ji bo hilbijartinên giştî yên Îraqê komek pirsgirêkên teknîkî çêkirin û bû sedem ku hin kes ji derve û ji vîalî û ji wî alî derfetê bikar bînin û sextekariyan bikin, lê ev pirs qet ne têkildarî Pêşmergeyên Kurdistanê ye.
Li ser vê yekê, Encûmena Nûnerên Îraqê ji destpêkê ve xwe negirt û li benda alî û saziyên peywendîdar ên welêt jî nema û pozê xwe avêt nav mijarê. Tewra li benda encamên karê wê komîteya bilind a hikûmeta Bexdayê jî nema ku ji bo şopandina rastiyan û şirovekirina belgeyên taybet bi sextekariyê di hilbijartinan de hatibû pêkanîn (tevî ku karekî bi vî rengî ne erka tu saziyekê ji van her duyan e). Di roja 28ê Gulana 2018an de bi amadebûna 168 endaman, encûmenê deng li ser biryarekê da û tê de tevî gumandanîna li ser tevahiya encamên hilbijartinan, di beyannameya xwe de bi eşkerahî daxwaza betalkirina encamên hilbijartinên li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê kir.
Roja 29ê Gulana 2018an Komîteya Bilind a Hikûmeta Bexdayê karên xwe kuta dike û kopiya şirove û pêşniyarên xwe pêşkêşî Civata Wezîran dike. Di metn û naveroka wê kopiyê de tu amaje bi hebûna sextekariyan li Herêma Kurdistanê û dengdana taybet a Kurdistanê nayê kirin.
Di roja 5ê Hezîrana 2018an de Encûmena Wezîran bi serokatiya Heyder Ebadî civiya û raspardeyên lijneya bilind pesend kirin, ku tê de jî navê Herêma Kurdistanê û sextekariya di dengdana taybet a Kurdistanê de nehatibû. Di heman rojê de (5ê Gulanê) serokê aliyekî siyasî yê Herêma Kurdistanê serdana Ebadî kir û behsa binpêkirinên hilbijartinan kirin û piştgiriya xwe ji bo wê biryara hikûmetê û raspardeyên lijneya bilind nîşan da.
Di roja 6ê Hezîrana 2018an de, Encûmena Nûnerên Îraqê bi amadebûna 173 endaman deng li ser sêyemîn guherîna Qanûna Hilbijartinên Encûmena Nûneran a hejmar (45) a sala 2013an da û herwiha teksta reşnivîsa wan raspardeyan jî pesend kir ku ji aliyê Serokatiya Encûmena Wezîran ve ji bo wê hatibû şandin. Bi vî awayî, li gorî madeya sêyemîn a qanûna guherandî, ev hevok hat cîbicîkirin ku encamên "hilbijartinên dengdana taybet li Herêma Kurdistanê tên betalkirin".
Herwiha di çarçoveya wan nîgeraniyên ku ji ber biryara Encûmena Nûneran a Bexdayê û guherîna yasaya hilbijartinan derketine holê, Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Douglas Silliman) serdana cenabê Serok (Mesûd Barzanî) kir û di hevdîtina navbera wan de rewşa siyasî ya Îraqê û encamên hilbijartinan û çend pirsên din hatin gotûbêjkirin. Cenabê Serok Barzanî bi awayekî aşkere ji balyozê Amerîkayê re ragihand ku gelê Kurdistanê bi ti awayî qebûl nake ku (dengdana taybet a Pêşmerge, Polîs, Asayîş û dengê awareyên Kurdên Êzidî) bê betalkirin.
Herwiha Parlamentoya Kurdistanê di roja 9ê Hezîrana 2018an de helwesta xwe derbirî û ew biryar û hemwariya yasayê ku ji aliyê Encûmena Nûnerên Bexdayê ve hatibû redkirin, pûç kir û betalkirina dengê pêşmerge, polîs û hêzên asayîşê wekî binpêkirina destûrî û pîlana siyasî ya dijî gelê Kurdistanê û proseya demokrasiyê bi nav kir. Bi heman awayî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên sereke yên Kurdistanê (her du mektebên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hevbeşî) ew biryara Bexdayê wek pîlanekê dijî pêşmerge û gelê Kurdistanê wesif kir, ku nabe mafekî destûrî ji pêşmergeyên Kurdistanê were standin. Mixabin, aliyên siyasî jî li Kurdistanê hebûn ku bi xwe beşek bûn ji tevdana bizava dijminên gelê Kurdistanê yên berê, yên ku her dem dilê wan ji bo derxistina şer, dubendî, pîlangerî û lekedarkirina rûmeta Kurd û Kurdistanê lê dide. Wek çawa di 16ê Cotmehê de xiyanet li gel û welat hat kirin, vê carê jî heman xiyanet derheqê dengê pêşmerge de hate dubarekirin lê bi awayekî din. Sê aliyên siyasî, mixabin Kurdistanî (bi awayekî eşkere û bê şerm) şovenîstên Ereb li Bexdayê (di her du Encûmenên Nûneran û Wezîran de) sor kirin û wekî merc xwestin encamên dengdana taybet a Kurdistanê bê betalkirin, li hember amadebûna wan û temamkirina nisaba yasayî ya rûniştina taybet a Encûmena Nûnerên Bexdayê ji bo guherandina yasaya hilbijartinan.
Mixabin, nûnerên bi nav Kurd dengê xwe li dijî Pêşmerge û Kurdistanê da, zilm, kuştin û talankariya wan grûpên derqanûnî yên Heşda Şeibî li Xaneqîn, Dûz, Daqûq, Kerkûk û Deşta Neynewayê ji bîr kirin, ku di rojên piştî xiyaneta 16ê Cotmehê de dijî gelê Kurdistanê encam dan. Çima divê dengê Pêşmergeyên Kurdistanê, polîs û asayîşa Kurdistanê qelo û sexte be û dengên wan grûpên Heşdê bi dîtina parlamenterên wan her sê aliyan paqij û bêkêmasî bin?!
Loma em ê vê rastiyê ji bo dîrokê tomar bikin, çimkî wekî me berê jî qal kir, di reşnivîsa pêşniyarên Komîteya Bilind a Encumena Wezîran a Bexdayê de ti amajeyek nîne li ser hebûna sextekariyan di dengdana taybet û giştî ya Herêma Kurdistanê de, di çend demjimêrên dawî de piştî serdana serokê wî aiyê Kurdî bo Heyder Ebadî çi qewimî û çi peymanên gumanbar di navbera wan aliyan de hatin kirin ku dengê taybet ê Pêşmergeyên Kurdistanê bê betalkirin?!
Xweşbextane, wekî hertim wisa bûye, li dawiyê vê carê jî dengê rast û rewa yê gelê Kurdistanê bi ser ket û di roja 21ê Hezîrana 2018an de Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê biryara dawî li ser vê pirsê ragihand ku berê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo bergirîkirina li dengê pêşmerge û polîs û asayîşa Kurdistanê û dengê koçberan bi giştî û koçberên Kurdên Êzidî bi awayekî taybetî, biryar û hemwara yasaya arasteya Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê îtîraz kir, çawa ku aliyên dîtir jî girêdayî hilbijartinan gilî pêşkêşî dadgeha navgotî kiribûn.
Biryara Dadgeha Bilind bersiveke lap li gorî wê plangeriya li dijî pêşmerge û tevahiya gelê Kurdistanê bû. Di metnê biryarnameya dadgehê de hatiye ku reftara Civata Nûneran û Civata Wezîran û xasma hemwarkirina yasaya hilbijartinan li dijî destûra dayîmî ya Îraqê ye. Ji ber ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê ji bo yekalîkirina her pirseke têkildarî hilbijartinan, tedbîrên qanûnî yên taybet destnîşan kirine. Pêwîst nake Civata Wezîran komîteya bilind ji bo lêkolîna sextekariyên hilbijartinê pêk bîne yan Civata Nûneran bi xwe qanûnê binpê bike û her du (wezîr û nûner) bi van reftarên xwe taybetmendî û desthilatên Komîsyona Hilbijartinê têk bibin!
Dadgeha Bilind a Federal di xala yekem a biryara xwe de bi zelalî û aşkerayî nivîsandiye "Yekem: Teksta madeya (3) di yasaya guherîna sisêyan a yasaya guherandî ya hejmar (45) a sala 2013an a hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê de, teksteke ne destûrî ye û ji ber wan sedemên hatine diyarkirin tê rakirin, ji ber ku ew dijberî madeyên (14 - 20 - 38/yekem) ên destûrê ye û divê Encûmena Nûneran were agahdarkirin ji bo cîbicîkirina vê yekê ku pêwîst e...Herwiha agahdarkirina Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê bi wan pêkhateyên ku di madeya (3) ya yasayê de hatine, ji bo ku haya wan ji sedemên hikumdanê hebe derbarê ne destûrîbûna madeya (3) ya babeta gilîlêkirî, ji bo ku çavdêriya pirseke bi vî rengî bikin dema ku li gor madeya (8) ya yasaya xwe desthilatên xwe bicîh tînin".
Dadgeha Bilind di çarçoveya vê pirsê de nivîsiye; Encûmena Nûneran bi vê guherîna qanûna hilbijartinan îradeya welatiyên dengder binpê kiriye, ji ber ku destûr tekeziyê li ser wan prensîbên cîgir û neguhêr kiriye û nabe bi ti hincetekê dest bavêje wan, mafê wekhev û azadiya derbirîna ramanê bê cudahî ji ber regez û etnîk û reng û ayîn û bîr û bawerî û rewş û pêgeha aborî û civakî; bingeha jiyana azad û demokratîk a welatiyan e û bi destûr hatiye diyarkirin, ti kes û sazî nikare wan bide ber bayê, ji ber ku bi qanûnê hatine rêkxistin û her bi girtina rêkarên qanûnî jî pirsên taybet bi hilbijartinan yekalî dibin.
Ev e rewşa demokrasiyê li welatekî ku lûtkeya dezgehên wê bi van binpêkirinên beloq radibin, ku du dezgehên herî bilind in û karê wan danîna yasa, parastina yasa û berevanîkirina mafên welatiyan e; helbet ew jî her du encûmenên wezîran û nûnerên Bexdayê ne, ku eger pîlan û mebesteke gemarî nebe, ev her du dezgeh xwedî artêşeke şêwirmendên yasayî û destûrî ne, lê belê zelal û eşkere yasa û destûrê binpê dikin û biçûk dixin.
'Pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî
Bi boneya salvegera tevlîbûna wî di nav refên pêşmergeyên Kurdistanê de
Di 20ê Gulana 1962an de'
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)