Birînên ku hêj qemûşk negirtine

Dema nakokî û hevrikiyên siyasî di navbera hêzên siyasî de derbasî nav kûrahiya civakê dibin û hêrsa xelkê wek kerta fişarê bo bidestxistina tenazulatên siyasî tê bikaranîn, wê çaxê hem siyaset ji rêya xwe ya rasteqîn derdikeve û hem jî civak parçe dibe.

 

Hevrikiyên siyasî di navbera hêzên siyasî de çiqasî mezin jî bin, di dawî de ew hêz her li hev tên. Lê dema nakokî derbasî nav pêkhateyên civakê dibin, birîn pir kûr dibin û heta demeke dirêj dimînin. Me dora çar salan şerê navxweyî kir, lê hêzên siyasî li hev hatin. Lêbelê birînên ku ketin laşê civakê, heta niha jî qemûşk negirtine û rehet nebûne.

 

Îro jî metirsiya parçebûna civakê di encama hevrikiyên siyasî de pir cidî ye. Eger em rê li ber vê xeterê negirin, dê aştiya me ya civakî bikeve ber  tehlûkeyê.

 

Nakokiyên siyasî rik û kîneke kûr li bajarên Kurdistanê belav dikin. Bi awayekî eşkere li ser zimanê hin siyasetmedaran bangewaziya kûrkirina çanda bajarçîtiyê tê kirin.

 

Birîn kûr dibe dema bi arasteyeke siyasî ya dariştî û plankirî, alîgir û endamên mezintirîn partiya siyasî ya Kurdistanê wek kole tên wesfkirin û kesên vê wesfê li wan dikin xwe mîna kesên azad û azadîxwaz didin naskirin. Ev siyaseta yan reş an spî rûbera hevjiyana civakî pir berteng dike.

 

Birîn pir kûr dibin dema zimanê zivir û dijûnan li ser rûpelên rojname û ekranên televizyonan û torên civakî rewatiyê werdigre û êdî herçî pîrozî û serweriya sedsalî ya têkoşîn û qurbanîdanê hebe bi erzanî tê firotin.

 

Xala hevbeş a aliyên siyasî lihevkirina li ser dabeşkirin û levakirina desthilatê ye. Yanî ew îro na sibe dê li hev bikin, çimkî berjewendiya hevbeş a aliyên siyasî desthilat e.  Desthilat jî li herêmeke pirpartî daku aramiyê bi xwe re bîne, divê bê parvekirin.

 

Qasî ku ez di civînên pêncqolî de beşdar bûme, xem xema parvekirin û dabeşkirina desthilatê bû. Mijarên din ên girêdayî sîstema siyasî û demokratîk, qasî ku behsa wan di medyayê de tê kirin, ewqasî di civînên lihevhatinê de cih nagrin.

 

Lewra tiştê ku dimîne bikaranîna hêrs û nerazîbûna xelkê ji bo yekalîkirina nakokiyên siyasî ye ku di dawî de emê rik û kîndarî û parçebûnê jê bibînin. Çimkî dema hêzên siyasî ji hev parçe dibin, lihevkirina wan pir nêzîk û hêsan e. Lê dema civak ji hev parçe dibe, lihevkirina civakê bi dehan sal dirêj dike. Lewra rawestin û nehêlin hevrikî û nakokiyên hêzên siyasî êdî laşê civaka me bixwin.