Çima dînarê Îraqê bi qedir dibe?
Dînarê Îraqî li hemberî dolarî careke din bi qedir bûye. Piştî çend mehan ji nearamiyê, bihayê dînar niha nêzîkî bihayê fermî yê 1320 dînar dibe. Sê meh berê dolarek bi 1460 dînar dihat firotin lê vê hefteyê bihayê dolarî daket bin 1390 dînar û bi vî awayî di nava sê mehan de bihayê dînar li hemberî dolarê Amerîkayê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 5 bilind bûye.
Kêmbûna cudahiya di navbera bihayê bazara paralel û bihayê fermî yê dolar de, bala gelek kesan kişandiye û pirs li cem xelkê çêkiriye. Çima niha? Gelo ev tenê guherîneke demkî ye yan destpêka pêvajoyeke mezintir e?
Ji aloziyê ber bi hevahengiyê ve
Heta demekê, bihayê dînar li bazaran bi giranî ji aliyê aktorên nefermî û bazirganên diravî ve dihat diyarkirin. Wan bazirganan sûd ji cudahiya di navbera bihayê fermî û bihayê bazara paralel a dînar de werdigirt û geş dibûn lê sala borî hikûmeta Îraqê ji bo ku kontrola bazara diravî bike destê wê, dest bi pêngaveke berfireh kir. Ev yek bi tundkirina rêkaran, guhertina şêwaza bidestxistina dolar û anîna bazirgan û welatiyan a ber bi bank û kanalên fermî ve hat kirin.
Biryara hikûmeta Îraqê ya qedexekirina dan û standina bi dolarê Amerîkî di dan û standin û kirînên mezin ên bazara navxweyî de, bi taybetî di sektora xanî û avahiyan û kelûpelên giranbiha de, roleke serekî di vegerandina daxwazê ya li ser dînar de lîst.
Di heman demê de, ew kompanyayên ku berê pişta xwe bi mezada rojane ya dolarî ya Banka Navendî ve girê dida, niha divê pereyê kelûpelên ku hawirde dikin bi rêya bankeyên navbeynkar (correspondent banks) ji bo hevkarên xwe yên bazirganî yên li derveyî welêt veguhezînin. Vê yekê rê li ber bazirgan û dovîzfiroşên bazara paralel girt ku berê di veguhastina pereyên bazirganan de destê wan ê jorîn hebû.
Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Îraqê Dr. Muzher Mihemed Salih di vê derbarê de wiha dibêje, “Biryardana li ser rêjeya dan û standina dolar û dînar êdî ne di destê dozvîfiroş û bazirganan de ye. Hikûmetê di dawiyê de dest bi danîna yasa û rêbazan kiriye û bazarê jî bertekeke erênî nîşan daye.”
Rêyeke nû ya dabînkirina dolar
Ji bilî guherînên di yasa û rêbazan de, aboriya Îraqê di awayê hatin û çûna dolar û diravên din ên biyanî de guherînên hûr lê girîng dibîne. Hikûmeta Îraqê li şûna pereyê kaş, dest bi dayîna petrola xam ji peymankar û kompanyayên xizmetguzariyê re kiriye. Vê yekê çavkaniyeke nû ya hatina dolarê Amerîkî ji bo navxweyî ya Îraqê çêkiriye.
Kompanya petrola xam an jî berhemên petrolê wekî heqdest ji hikûmeta Îraqê werdigirin û bi rêya welatên Kendavê li bazara navneteweyî difiroşin û pereyê wê bi dolarî vedigerînin navxweyî ya Îraqê. Ev yek wan kompanyayên ku di warê parzûnkirina petrolê, hilberîna elektrîkê û gelek cureyên din ên xizmetguzariyên giştî de kar dikin, li xwe digire. Bi vî awayî, çavkaniyeke nû ya dabînkirina dolar, li derveyî çavkaniyên Banka Navendî ya Îraqê çêbûye.
Ji aliyekî din ve, rola Îraqê wekî navendeke jinûvehinardekirina kelûpelan a ji bo welatên din ên wekî Îran, Sûriye û heta Tirkiyeyê jî niha lawaz bûye. Cudahiya mezin a di navbera bihayê fermî û bihayê azad ê dolar û dînar de berê ji aliyê bazirganên Îraqî ve dihat bikaranîn û wan Îraq kiribû navend û pireke bazirganiyê di navbera welatên Kendavê û welatên wekî Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de. Her çend ev yek di bingehê de ne zerer be jî yek ji çavkaniyên daxwaza li ser dolarî ya di bazarê de bû û veguhestina wan dan û standinên bazirganî bi rêya nivîsgehan dihat kirin. Niha li gel sistbûna wê herikîna bazirganiyê, daxwaza li ser dolarî jî li bazarê kêm bûye. Bi kêmbûna daxwaza li ser dolarê kaş re, cudahiya di navbera bihayê fermî û bihayê bazarê de kêm dibe.
Ew cudahiya ku bi dehan mehan di bihayê fermî û bihayê azad ê dolar û dînar de hebû, çavkaniya bêbaweriya bi saziyên darayî yên Îraqê bû. Niha cudahî kêm bûye û dikare baweriya welatî û bazirganan bi saziyên darayî ji nû ve xurt bike.
Birêvebirê Kompanyaya Şêwirmendiyê (FFC) Menar Ubeydî li ser vê mijarê got, “Guherîneke zelal di tevgera xelk û bazirganan de çêbûye, daxwaza li ser dolar kêm bûye û baweriya bi sîstema darayî ya Îraqê xurttir dibe.”
Çaksaziya bingehîn û sistbûna aboriyê
Arasteya niha, beşek jî ji ber wan guherînên bingehîn e ku di aboriya Îraqê de derketine holê. Aborî û karê bazirganiyê li Îraqê ber bi fermîbûn û sazîbûnê ve diçe. Niha bazirganên biçûk hêsantir dikarin dolar bi bihayê fermî bi dest bixin, peredana elektronîk zêde dibe û hawirdekirina kelûpelan bi rêya wan kompanyayên ku sûdê ji dolarê bi bihayê fermî werdigirin, tê kirin.
Di heman demê de, ji ber daketina bihayê petrolê û kêmbûna dahatan, hikûmeta Îraqê xerciyên xwe kêm kirine. Vê yekê bûye sedem ku berevajî salên borî, niha kêmtir pêdivî bi hawirdekirina kelûpel û xizmetguzariyan ji welatan hebe. Kêmbûna hawirdekirina kelûpelan û daxwaza giştî ya li ser dolarî bi awayekî xwezayî kêm bûye.
Aborînasê Îraqî Ehmed Tebeqçelî li ser vê mijarê daxuyand, “Bingeha aboriyê hêdî hêdî diguhere. Çaksaziyên di siyaseta diravî de û sistbûna aboriya Îraqê, daxwaza li ser dolar di bazarê de kêm kiriye.”
Rêya paşerojê
Pirsgirêka Îraqê ti carî kêmasiya çavkaniyan nebûye. Hebûna rezervekebaş a diravê biyanî û hinardekirina zêde ya petrolê nîşana wê yekê ye ku eger ew çavkanî bi awayekî zelal û stratejîk werin birêvebirin, bingeha aboriya Îraqê dikare were sererastkirin, aramî ji bo bazara dolarî vegere û cudahiya di navbera bihayê fermî û bihayê azad ê dolarî de ji bo asteke mentiqî were kêmkirin.
Niha, cara yekem e ku ev armanc li ber pêkhatinê ye. Ev yek nîşana zêdebûna baweriyê bi şiyana saziyên Îraqê ya ji bo rêkxistin û aramkirina bihayê dolarî li hemberî dînar e. Gelo dê ev araste berdewam bike yan na? Girêdayî wê yekê ye ku heta çi astê yasa û rêbaz tên bicihanîn û çaksaziyên Banka Navendî û saziyên darayî yên hikûmetê berdewam dikin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)