Duyemîn Şahiya Xabûrê

30-10-2014
Turan Aktaş
A+ A-


Deriyê Sînor ê Xabûrê ev cara dudiyan e derbasbûneke wiha ewreng û biheybet dibîne. Xelkê Kurdistanê careke din bi pêşwaziyeke germ û bicoş diherikin pêşiya qehreman û rizgarkerên xwe. Ya yekem 5 sal beriya niha pêk hatibû.  Yek ji van rê û resmên mezin, bo şandeya aştiyê bû; ya din jî îro ji bo şandeya şervanan pêk tê.


Ji rojan 19.10.2009an bû. Dewleta Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, demek beriya wê mêjûyê, dest bi proseyekê kiribû; bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re rûniştibûn û li ser hin soz û peymanan li hev hatibûn. Bêhna aştiyê li Bakurê Kurdistanê belav bibû. Kurd li Bakur wê bigihîştana maf û daxwazên xwe û PKK dê dest ji çekan berdaba û endamên wê jî dê vegeriyana malên xwe.


Bo destpêkê û wek gaveke sembolik, 34 gerîlla (8 jê jin bûn) ji Qandîl û Mexmûrê bi daxwaza Ocalan berê xwe dan Bakur- nav ‘sînorên dewleta Tirkiyeyê’.  Xelkê kurd ê Bakur, ku bi salan bibûn bendewarê aştiyê û bêriya ewladên xwe kiribûn; bi wê hesret û coşê çûn pêşîya wan. Li deriyê sînor ê Xabûrê bi gihîştina hev, ew coş, bû şox û şeng û  ewqas mezin bû ku bi rojan di medyaya Tirkiye û heta cîhanê de deng veda.


Roj: 29.10.2014 e. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê diçin Kobanî, hewara PYD -YPG-ê. Koma pêşmergeyan ku çekên giran bi xwe re tîne, di heman deriyê sînor re, nîvê şevê derbas dibe. Nîvê şeve be jî dîsa şox û şeng e. Kal û pîr û jin û zarok û xortên kurdan di dest de  alayên Kurdistanê, alayên PKKê û  bi coş û xiroşeke germ ya hevgirtinê pêşwaziya pêşmerge dikin, bêyî ku guh bidin sînoran. Ew sînorên çêkirî ku ev sed sal in pê diêşin.


Ew sînorên ku 90 sal berê li gorî bandor û desthilatiya dewletên rojava li ser kaxizê hatine xêzkirin îro cardin hejiyan û hatin binpêkirin. Îro yanî duh, roja ku Tirkiyê 91. salvegera damezrandina komara xwe pîroz dikir. Komara ku piştî Lozanê hatibû damezrandin (29.10.1923) …

Di Lozanê de Kurdistan li tirk û ereb û eceman hate parîkirin. Kurd jî wekî ku tunebin hatin hesibandin. Ji wî çaxî de kurd her ku gotin ‘em jî hene’ hatin hinciqandin. Her ku serî rakirin, hatin pelaxtin. Lê çiqas hatin kuştin ewqas hêzdartir bûn li her parçeyekê. Îro wan hêzên xwe digihînine hevdû û nîşanî dinyayê didin. Sînorên çêkirî  nas nakin û wan derbas dikin.

Ew kesên ku heta du hefte berê jî min dibihîst rexne li Serok Barzanî digirtin û gotinên nexweş jê re bilêv dikirin û digotin hevkariya Tirkîyê dike, niha ez dibinîm bixwe çûne pêşiya peşmergeyan û çepikan lê dixin. Dewleta Tirkiyê û hin aliyên nîjadperest ji vê rewşê û ji hatina pêşmerge aciz bûne.

Tirkiyê an bi fişarên Amerîkayê rê li pêşmerge vekir an jî ji bo hin hesab û planên xwe yên din. Bi bandora Amerîkayê be jî ew nayê wê wateyê ku dev ji van planên xwe yên li Kobanî berdaye. Jixwe di her firsendê de jî dibêje ku ew li sînorê xwe PYD û PKKê naxwaze. Loma diyar e ku 2-3 meh şûn de dema ku Kobanî rizgar bû, ewê bixwaze li wir, bi rêya Pêşmerge û Artêşa Azad rageşî û alozî derxîne û cardin nakokiyan li nav aliyên kurdan peyda bike.


Di bûyera Xabûrê de hikûmet ji ber ajîtasyona aliyên nîjadperest ên Tirkiyê ji rêya xwe vegeriyabû û ew şayiya yekem têk çûbû ji ber wê jî çend salên din jî ji wextê Tirkiye û kurdan çûbû. Ji bo ku encama vê Şayiya Duyem jî nebe wekî ya Yekem, divê her aliyên kurd di mijara Kobanî de pir baldar bin û xem û xeyala xwe ya hevpar nekin qurbana berjewendiyên biçûk.


Gelê kurd di her du bûyerên Xabûrê de ev yek nîşanî dinyayê daye ku ew ji bo aştiyê jî ji bo şer jî amade ye, dinya jî êdî vê yekê baş dizane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst