Sal bi sal, xwezî bi par!
Narîn Nadirova
Gava em zarok bûn, sersal germahî û kelecaneke mezin dida me. Me bawer nedikir wê kengê serê salê were û emê tevî dê-bavê xwe, xwişk û birayên xwe, nas û cînarên xwe şahî û kêfxweşiyên mezin bikin. Her ku em mezin bûn, kêf û şahiya sersalê, heyecana sala nû kêm bû.
Mixabin di van 10-15 salên dawî de peyveke bav û kalên me zêdetir kete guhê me: “Sal bi sal, xwezî bi par!”Her sal gava xilas dibe, em hêviyên xwe bi sala bê ve girê didin û dixwazin ku sala nû, ji sala borî baştir û xweştir be. Lê heyf û mixabin ku wisa nabe…
Welatê me û miletê me bi salan e ku di nav êş û azarên giran de dijî. Di van salên dawî de jî, rewş ji berê ne baştir e. Helbet gelek kar û barên xweş jî çêbûne û wê çêbin jî, lê sed heyf û mixabin ku rewş sal bi sal xerabtir dibe. Li min biborin ku ez van tiştên tije êş û xemgîniyê bi we re parve dikim. Lê ev jî rastiyeke me ye.
Min bixwe di nîveka sala 2021ê de, bi gotineke din çend meh beriya niha du kesên xwe yên gelekî hêja winda kirin: Xezûrê min ku ji bo min wekî bav bû Akademîsyen û Profesor Nadirê Kerem (Nadirov) û Apê min, destebirakê bavê min Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm (Mîrzoyev). Helbet ev herdu kes, ji bo gelê Kurd du nirxên mezin û kesayetiyên hêja bûn. Nebûna wan li ser hiş û giyanê min valahî û wendabûneke mezin peyda kir, hê jî ez bawer nakim ku ew ne di nav me de ne û hergav çavê min li ser hatina wan û guhê min li ser deng û telefoneke wan e. Par van çax û deman em dihatin cem hev û me behsa gelek mijaran bi hevre dikir.
Bêguman sala 2021ê ji bo gelek kesan çawa ku rojên xweş bi xwe re anîbin, rojên gelek bi êş û dijwar jî anîn. Gelek kes, li gelek kesan zêde bûn; lê gelek kes jî ji gelek kesan çûn.
Sala 2021ê bi xweşî û nexweşiyên xwe diçe, lê hêviya min ew e ku sala 2022yê, mîna sala borî nebe, bihêle ku em tev bi hezkiriyên xwe re, li ser xak û welatê xwe –û li welatê xelkê jî- di nava aştî, aramî, azadî, tendirûstî û xwişk û biratiyê de bijîn.
Bila Xwedê li seranserê dinyayê avekê li agirê heyî bike, wisa jî li agirê heyî yê li welatê me. Hêviya min ji Xwedê ne tenê qencî û başiya mirovan e. Ez qencî û xweşiyê ji dar-daristan-xweza û heywanên dinyayê re jî dixwazim. Dinya bi qasî ya me ye, ya wan e jî. Herwekî me, Xwedê rih û can daye wan jî…
Dinyayê ji aliyê aborî ango ekonomiyê ve jî saleke xerab derbas kir. Wekî aborîzanekê, careke din bûm şahid ku feqîr feqîrtir, zengîn jî zengîntir bû. Mixabin ku ev rewş bi hezarê salan heye û wisa diyar e wê zû bi zû neyê guhertin. Dîsa jî tenê hêvî di destê me de dimîne ku di vî warî de jî rewşa heyî ji aliyê feqîr û belengazan ve baştir bibe û edaletek di vî warî de pêk were. Di vî warî de tişta ku divê em bikin ev e: kesên dewletî (dewlemend), hinekî hay ji kesên xizan, kesîb û belengazan hebin.
Di nava xweşîyê de bimînin, sersala we ya nû pîroz û bimbarek be…