Çima Zorba hertim balkêş e?
Hinek şaheserên wêjeyî hene ku hemû sînorên cih û demê derbas dikin û eger bi dehan car jî bên xwendin, dîsa mirov ji xwendina wan têr nabe. Yek ji wan şaheserên wêjeyî yên bilind ku li piraniya zimanên dinyayê hatiye wergerandin û nifş bi nifş ji xwendina wê bêzar nabin û hîn jî cih û giringiya xwe heye, romana Zorbayê Yûnanî ya Nikos Kazantzakis e.
Kazantzakis bi rêya afirandina qehremanên efsaneyî karîbû navê xwe di dîroka edebiyatê de tomar bike. Niha kesê ku Kazantzakis bi xwe jî nas neke, Zorba nas dike. Kesayetiya nivîskar bi xwe jî bi rengekî ji rengan di kesayetiya qehremanên wî de derdikeve.
Nivîskar wek hozanvan û bîrmendekî wê serdemê li dijî her bîr û baweriyeke hişk ya olî û fikrî bû. Dema Kazantzakis koça dawî kir, mesîhiyên hişk nehîştin di goristana bajêr de bê veşartin û ew wek kesekî bê nav li derveyî goristanê veşartin. Tew romanên wî di dema xwe de hatin qedexekirin û Kazantzakis ket ber rexne û êrişên radîkalan.
Giringiya karê Kazantzakis di wê yekê de ye ku karîbû wêneyekî rasteqîn yê mirov û hewesên wî ji me re nîşan bide û di wê baweriyê de bû ku giringtirîn taybetmendiya mirov azadiya wî ye. Azadî ew sermiyan e ku divê mirov bidest bixe eger ji bo wê gelek tiştan bike qurbanî jî. Zorba yek ji wan qehreman û sembolan e ku ew azadî tê de tê dîtin û pelandin. Dibe ku gelek tişt li ser romanê hatibin nivîsandin û gotin, lê ev berhem yek ji wan karan e ku her carê dikare bi asoyeke cuda xwendineke nû lê bê kirin û her diyalogeke qehremanên wê hêjayî lêfikrîn û xwendinê ye.
Romana Zorba çîroka xortekî rewşenbîr e ku bi berdewamî serê wî di nav kitêban de ye û bi kêşeyên zihnî û metafîzîkî dadikeve. Ev xort biryar dide demekê ji wan kêşe û pirsgirêkên zihnî dûr bikeve û koç bike û here Girava Krîtê û li wir dest bi avakirina kangeheke keviran bike ku ji bavê wî jê re maye, dibe ku bi rêya çalakî û mijûlî û westiyana laş, bikare xwe ji kêşeyên hizrî vedize. Beriya rêwîtiyê, kesekî 65 salî bi navê Alexis nas dike û pê re diaxive daku wek serpereştê kar bo avakirina kangehê pê re dest bi kar bike.
Berevajî xortê rewşenbîr, Zorba mirovekî madî ye û tenê li xweşiyên jiyanê difkire û dîlê demên borî ye û xema siberojê naxwe, tenê bi dem û kata ku tê de dijî difkire û hewl dide çawa bikare xweşiyê jê bibîne. Mirovekî nexwendewar e û dûrî kêşeyên zihnî û metafîzîk e. Zorba ku sembola mirovekî jiyandost û wêrek e û hevalê xwe wek kaxezreşker û mişkê kaxezan bi nav dike, bi rêya kar û kirdarên xwe wek semakirin û axaftin û jenîna santûra xwe ku ji xwe bêhtir jê hez dike, waneya jiyanê fêrî hevalê xwe dike.
Xortê rewşenbîr ku Zorba wek Axa bangî wî dike, tevî Zorba tê Girava Krîtê û li hoteleke kevn ya wî bajarî ku xwediya wê laşfiroşeke fransî ye, dimînin û dest bi avakirina kangehê dikin. Di dema rêwîtî û karkirinê de, Axa nikare xwe bi tevahî ji hizr û kêşeyên xwe yên zihnî rizgar bike û hertim li Buda difkire ku çawa bikare mîna wî bigihe Nirvana.
Di eynî demê de nerîna Zorba jî li ser jiyanê heye û behsa bîr û baweriyên xwe derbarê jiyanê ji Axa re dike û di dawî de jî Axa bi rêya Zorba digihe nerîneke nû li ser jiyanê û xwe ji pirsgirêkên hizrî xilas dike û digihe wê yekê ku hest dike li ser erdê dijî û êdî li Buda û Nirvana nafikire. Pirsa ku ev roman li ba min çêdike ew e, gelo mirov dikare bi tevahî bi şêweyekî madî bifkire û ev core karakter ji ku hatiye û çima hertim ji mirovê normal balkêştir e?
Ji bo bersiva pirsa xwe ezê vegerim têgeha “imanent” di fîlosofiyê de ku li hember têgeha “transident” tê bikaranîn. Imanent ku tê wateya “di nav de bûn” yan “têdebûn”, heta radeyekê wek bereya berovaj li hemberî têgeheke metafîzîk ya wek“transident” radiweste. Ev têgeh behsa rewşa di cîhanê de bûnê dike û pabendî wan tiştan e ku bi ezmûn tên kifşkirin. Bi awayekî em dikarin di vê romanê de karakterê rewşenbîr û çîrokbêj bi meraq û xeyalên xwe yên metafîzîk li hemberî Zorba bibînin ku jiyanê tenê di aliyê wê yê madî û berhest de dibîne.
Li gor Spinoza, ev têgeh nîşan e li ser hêza îlahî di cîhana madî de. Imanent aliyê madî yê vîna Xwedê ye. Lê li cem Doloz, ji wê girêdana metafîzîk tê paqijkirin û bi temamî bi cîhana madî û ezmûna jiyanê ve tê girêdan. Imanent ew hest in ku ezmûna jiyanê nîşan didin. Bi têgeha imanent re, hemû aliyên metafîzîk tên dûrxistin û mirov wek kesekî dorpêçkirî di ezmûnê de tê temaşekirin.
Bi baweriya Doloz, imanent nîşan e li ser hêza guherîn û jiyanê di nav hebûnê de, bêyî ku pêwistiya wê bi tu tevgereke derveyî hebe, peyv pir caran wek hevwateya peyva jiyanê hatiye bikaranîn. Doloz vê wateyê li hember dialektika Hegel û ramana tunekirina dialektikî radigre ku bi baweriya wî têgeheke metafîzîk e. Bi rêya têgeha imanentê, Doloz mirov tenê wek bûnewerekî di orta jiyanê de dibîne, wek gewdeyekî ku hebûna wî di nav tiştan û pêwendiyan de dirust dibe, wek tiştekî ku tenê bi rêya pêwendiyên madî pênase jê re tê dîtin.
Zorba mînaka mirovê imanent e, mirovekî ku baweriya wî bi aliyê metafîzîk nîne. Jiyan li ba wî girêdayî kêlîk, arezû û şepêlan e. Mirov bûnewerek e di nav cîhanê de ye, di nav tiştan de ye, eger wateyeke jiyana wî hebe ew dê di jiyanê de bidest bixe.
Mirovê Zorbayî, mirovek e ku aliyê xwe yê metafîzîk winda kiriye. Ev mirov jiyanê wek wê qebûl dike li derveyî destêwerdana xweda yan olekê. Ew bi xwe yasayan ji xwe re dideyne. Azadî cihê her fikr û rêbazekê li ba wî digre.
Zorba karakterekî sosret e çimkî berevajî wêneyê mirov e di cîhana me de ku mirov bi îdeolojî, mezheb û moralan tên girêdan. Mirovê kultûra me, mirovekî dij-Zorbayî ye ku berdewam tenê xwe bi aliyê transident yê dinyayê mijûl dike û aliyê xwe yê imanent ji bîr dike.