Kurd hewcedarî (Na)yeke hişmed in
Di mêjûya kurdan de têkoşîn û xebata tevgera polîtik her dem di astengiyan de derbas dibû, ku ji dema şoreşên dehsalên pêşî ji çerxa 20an ta salên pêncî bi tundî û bi darê zorê desthilatên xaka Kurdistanê parkirine, dijî hemî hewldanên Kurdan tiving û agir bikar dianîn, ta ku yasayên mafên mirovan ê navwelatî derketin, û rewş roj bi roj xweştir bû tevî hebûna astengiyan.
Em li ser hemî qunaxên xebatê narawexstin, lê qunaxa herî ciyawaz piştî rûxandina rêjîma Sedam di sala 2003an de, ku Herêma Kurdistanê û hêzên Kurd weke stûna tevgera polîtîk a niştimanî di Iraqê de cih girtin, wê demê çavên cîhanê li ser herêmê bûn.
Di heyama deh salan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hemû hêzên polîtik karîbûn, tovên welateke serbixwe ava bikin, dema ku Iraq tev de di çemeke xwînê de melvanî dikir, Hewlêr bû paytexta aramiyê di welat de.
Li hêleke din, partî û şepêlên polîtîk ên Kurd, di Sûriya de, bûn beşeke serke di xebata dijî rêjîma Bais de, û roleke gewere di damezirandina (Ragihandina Şamê ya Guhetina Demoqkratîk) de lîst, bi navê Hevbendiya Demokrat, û Bereya niştimanî ya Kurd, û Qamişlo jî bû xaleke rûnikirî di Sûriya de, weke paytextek opozisyonê.
Her wiha li bakur û rojhelat, xebat û têkoşîn berdewam bûn, û bi taybet damezirandina HDP ku nih ew çaremîn partî di Tirkiya de ye, û li rojhelat jî Rêxistinên Kurd xwedî bandor bûn di kolana Îranî de, tevî hemî astnegên ku Rêjima Melayan ji wan re çê dikir.
Sala 2011an saleke bargiran bû, û guhertinin mezin di hemî cîhanê de çê kirin, piştî buhara gelan ji Tûnisê dest pê kir, roj bi roj di welatên Ereb de belav bû, ta ku gihişte Sûriya.
Kurd weke hemî pêkhateyên Sûriya beşdarî şoreşê bûn, û doza rûxandina Rêjîma Beis kirin, bi hêviya Sûriyake demokrat, tê de mafê wan parastî be, lê her sal diborîn, rewş dihat guhertin, li aliyekî Rêjîmê tunditîjiya xwe zortir kir himber welatiyan, û opozisyon li hêleke din ji hev ket, bêhêz ma, tenê nav û komcivînên bi navê wê pir bûn, û radîkaliyetê dest danî ser mêjî û ramanên wan kesên xwe nûnerê Sûriyan dibînin.
Berjewendiyên welatên cîhanî û yên herêmî rola herî mezin di xirabkirina rewşa Sûriya de lîstin, lê Kurdan her dem digot em sitûn in, em bi hişmendî û vebûna xwe li ser milletan dikarin rewşeke ciyawaz peyda bikin.
Mixabin niha dema ku mirov li rewşa Kurdan temaşe dike, dibîne ku erê Kurd bûn e bi nav û deng, lê wan tiştek berçav bi dest nexistiye, belê karîbûn ta radeyeke baş xwe biparêzin ji terorê, ew penceşêra bi navê DAIŞê li deverê ava bû, belê xelk behsa Kurdan dikin, û piranî bi başî behsa Kurdan dikin, ji bili hin kesên şovînîst, lê ta niha ti biyarek navwelatî, an ti biryarek herêmî, ti destûrê ne li Sûriya, Tirkiya, û Îran, bi zelalî behsa kurdan û mafên wan ên rewa nekiriye, tenê her aliyek pesnê hêzeke Kurd a nêzîkî ramanên xwe dide, lê wek yasa an destûr tiştek bo kurdan nebû ye.
Derfeta di vê sedsalê de ji Kurdan re hatiye, ku bi hişemendî û zanebûn neyê meşandin dê mafên Milletê Kurd têk biçin,
Niha li Rojava, rewş himber deverên Sûriya aram e, lê kiryarên Xweseriya Demokratîk, û li himber wê bêhêzbûna Encumena Niştimanî Kurd (ENKS) bûye sedem ku xelkên me ji welat derkevin, ne rewşa polîtîk aram e, û nejî pêdiviyên jiyanê berdest in. Koçberbûna Kurdên Rojava ne ji tirsa terror û rêjîmê ye, le ji ber sedemen jiyanê kêmbûne, û şêweyên şaş ji hêla desthilatan himber wan, xeyala welatê serbixwe, ku Kurd bi serwerî bijîn, dikuje.
Li Basûr jî nakokiyên di nav partî û hêzên polîtîk de, bûye cihê dilniyabûna welatiyan, û ew nakokî ji nav qada polîtîk dikevin nav millet de, û ev gefa herî mezin e, nexasim dema ku salên birakujiyê bi bîra me de bên, ku bi zehmetî dil ji êşa wan xilas dibe.
Ji ber van sedem û nakokiyan, îro jî milletê Kurd hewcedarî hişmendiyê ye, ku ciwan û zaneyên Kurdan êdî bi yek dengî himberî hemî siyasetemdaran dengê xwe hildin, ji wan re bêjin “Na”, wan ber bi rêya yekîtiyê bidehfînin, ji ber ku siberoj dê ji ciwanan re be, û eger îro ev ciwan serî hilnedin, dê tirêna guhertinê di Rojehlata Navîn re derbas be, bêyî ku Kurd karibin mafên xwe bi destûr û yasayên navwelatî tekez bikin.