Aşpêjên ji welatên cuda ji bêrîvanên Wanê fêrî çêkirina penêr dibin
Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke aşpêjên Tirkiyê û derveyî wî welatî bi armanca ku ji bêrîvanên Wanê fêrî çêkirina penêr bibin berê xwe didin zozana Nordûzê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê. Her wiha beşdarî Festîvala Gastronomî ya Wanê jî bûne.
Penêrê Wanê ji şîrê mihan û zêdeyî 20 cur giyayên xwezayî tê çîkirin.
Serokê Federasyona Aşpêjên Rojavayê Enedolê Alî Geyîk li ser festîvalê got, "Îro roja duyem a festîvala Gastronomiyê ya Wanê ye. Em dê di bernameya xwe ya li vê derê de çêkirina penêrê Wanê nîşan bidin. Em ligel mêhvanên xwe yên derveyî welat hatine vê derê. Em dê niha ligel mêhvanên xwe dotina şîr bibînin. Ji ber ku penêrê Wanê bi giyayên li çiyayan tê çêkirin tameke wî ya cuda heye."
Wan destpêkê bi bêrîvanan re şîr dotin, pişt re jî derbarê proseya çêkirina penêrê Wanê de ji bêrîvanên navçeyê zanyarî wergirtin. Armanca çalakiyê danasîna penêrê Wanê ye.
Mamosteya Fêrkirina Xwarin û Vexwarinan Pelin Kivrak got, "Armanca me ew e ku gelek kes bên cihê xwezayî yê çêkirina penêr û danasîna penêrê bi giya yê wanê bikin. Herwiha em dixwazin geştiyar jî vê tecrûbeyê biceribînin."
Geştyara ji Îzmîrê Ozlem Demirhan anî ziman, "Me ligel bêrîvanan li cihê xwezayî şîr dot. Me penêrê nû û kevin ê Wanê tam kir. Mêhvanên me ji her derê Tirkiye hatine û hemû jî ji tama penêr gelek memnun in."
Penêrê Wanê ji şîrê mihan û zêdeyî 20 cor giyayên xwezayî tê çêkirin. Ev aşpêjên ku di çarçoveya Festîvala Gastrnomî ya Wanê de ji welatên Yunanistan, Tunus, Lubnan, Îran, Kirgizistanê û parêzgehên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine vê zozanê ji bêrîvanan fêrî çêkirina penêrê Wanê bûn.