LÊKOLÎN - Gelê Nepalê xwedî pêwendiya herî baş a bi xwezayê re ye

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke navneteweyî eşkere kir ku gelê Nepalê ew civak e ku herî zêde bi xwezayê re di nava pêwendiyê de ye.

Di lêkolînê de ku zêdetirî 56 hezar kes ji 61 welatan beşdar bûbûn, "hesta girêdana bi xwezayê re" ya mirovan hat pîvandin û cudahiyên di navbera welatan de hatin vekolîn.

Lêkolînê bal kişand ser wê yekê ku şert û mercên civakî û aborî, her wiha manewiyat û nirxên çandî çawa bandorê li pêwendiya mirovan a bi xwezayê re dikin.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku şert û mercên civakî-aborî, cihêrengiya biyolojîk, manewiyat û helwestên li hemberî teknolojiyê, bi girêdana ku mirov bi xwezayê re datînin ve ji nêzîk ve pêwendîdar in.

Hat tesbîtkirin ku faktorên wekî rêjeya bilind a bajarvaniyê, hêsaniya karsaziyê û zêdebûna teknolojiyê vê girêdanê lawaz dikin.

Li gorî lêkolînê, wekî welat, gelê Nepalê xwedî pêwendiya herî xurt a bi xwezayê re ye.

Li pey Nepalê bi rêzê Îran, Afrîkaya Başûr, Bangladeş û Nîjerya tên.

Di şeş rêzên dawî yên lîsteyê de Holenda, Kanada, Almanya, Îsraîl, Japonya û Spanya cih digirin.

Tirkiye di rêza 22yan de û Brîtanya jî di rêza 55an de cih digire.

Lêkoler gihîştin wê encamê ku ji bo welatan sûdmend e ku di hemû warên jiyanê de, di nav de perwerde, tenduristî û huner, polîtîkayên baştir pêk bînin da ku têkiliya hestî, giyanî û hestyarî ya mirovan bi xwezayê re zêde bikin.

Encama lêkolînê di kovara "Ambio"yê de hat weşandin.