AMED - Gundiyan rêya seyrangehê girt: Bihuşt xistin çi halî!

Amed (Rûdaw) - Şêniyên gundê Selmanê navçeya Gêlê ya Amedê, ji ber ku geştiyaran seyrangeha gundê wan qirêj kiriye, rêya çûna seyrangehê bi kevirên mezin girt.

Gundî êdî rê nadin ku kes here berava Çemê Dîcleyê û seyranê bike.

Ew gundê ku li ber Çemê Dîcleyê ye, bi hewaya xwe ya hênik û xwezaya xwe ya xweşik di van demên dawî de gelek balê dikişîne.

Di demsala havînê de hem ji Amedê û hem jî ji bajarên derdorê, gelek kes ji bo seyranê û avjeniyê serdana gund dikin.

Lê ji ber çopên ku geştyar li pey xwe dihêlin, xwezaya berava çem ketiye rewşeke gelekî xirab, ji ber vê yekê jî gundiyan rê girtiye.

Bermahî û çopên geştyaran hîn jî li cihê xwe ne.

"Ev bihuşta xweşik xistine çi halî"

Şêniyê gundê Selmanê Hecî Qedrî Oruç nerêzîbûnên xwe li hemberî kirinên geştyaran wiha anîn zimên:

“Tu jî ji van dîmenan û ji van çopan razî yî? Van însanan ev bihuşta xweşik qirêj kirine û xistine çi halî."

Şêniyê gundê Selmanê Hecî Remezan Demîr jî got, "Ka li çopê binêre, ka lê binêre.

Heke her kesî dema hatin vir çopên xwe hildana û ev der paqij bihîştana, me jî rêya seyrangehê li wan nedigirt.”

Li gorî şêniyên gund, tevî hemû hişyariyên wan jî rê li ber avêtina çopan nehatiye girtin û roj bi roj jîngeha peravê çem qirêjtir bûye.

Ji ber rewşê jî wan bi biryareke hevpar ev demeke rêya gund a çûna seyrangehê girtiye û rê nadin geştiyar dakevin ber çem û seyranê bikin.

"Eger çûn û hatin di bin kontrola dewletê de be bila werin seyranê"

Muxtarê Gundê Selmanê Mehmet Memîş mercên rêpêdana geştyaran wiha anî zimên:

"Tên çopa xwe davêjin, qirêj dikin, paqijiyê nakin.

Tên vir pev diçin, şewatan derdixin. Yanî tiştên ku nayên kirin dikin. Ji ber wê em naxwazin.

Heke rêyeke ji derveyî gund ji wan re were çêkirin û hatin û çûn di bin kontrola dewletê, me yan jî şaredariyê de be, bila ji xwe re werin seyrana xwe bikin."

"Hinek tişt hene nayên gotin"

Şêniyê gund Mehmet Meşe jî diyar kir, "Çopên xwe davêjin.

Wekî din jî hinek tişt hene nayên gotin, yanî di aliyê exlaqî de em wekî gundî ji liv û tevgera wan ne razî ne, nayê qebûlkirin."

"Tazî tên vir"

Şêniyê gundê Evdirehman Kaçmaz jî wiha axivî, "Tazî tên vir, çopa xwe davêjin.

Vê derê, wê derê qirêj dikin. Ji ber wê jî em naxwazin werin vir. Mesele ev e."

Niha şêniyên gund daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar rêyeke baş ji derveyî gund ji bo seyrangehê vekin, li cihên pêwîst konteynerên çopê deynin û ewlehiya seyrangehê jî bixin bin kontrola xwe da ku jîngeha wan ji nav neçe û jiyana zindî ya xwezayê û ajalan were parastin.