AMED - Kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin xwezaya Çêrmûgê

Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Sînagê yê li navçeya Çêrmûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bûye navenda geştyaran.

Di nav çiya û geliyên asê de Çemê Sînagê pêşwaziya geştyaran dike.

Navçeya Çêrmûgê ya Amedê bi xwezaya xwe ya bedew û hênik, mazûvaniya geştyarên ji bajarên derdorê dike ku ji ber germê direvin.

Çêrmûg bi çem, gelî, germav û sûlavên xwe bala geştyaran dikşîne.

Bi taybetî ji Amed, Riha û Xarpêtê û bajarên Tirkiyeyê geştyar di demsala havînê de berê xwe didin van herêmên hênik ên Çêrmûgê.

"Kesên ku ji germê aciz dibin tên vê derê"

Xwediyê Restorantê Nebi Karamehmetoglu wiha pesnê Çemê Sînagê dide, "Çemê Sînagê bi darên xwezayî hatiye dorpêçkirin.

Mirov ji bo taştê, xwarin û pîknîkê tên vê derê. Ji bo dûrketina ji germê Çemê Sînagê cihekî gelekî baş e.

Ji navenda Amedê, Erxeniyê, Siwêreg, Riha, Êlih û Mêrdînê kesên ji germê aciz dibin, tên vê derê. Di navbera navend û vê derê de germa 20 pile ferq dike.”

Geştyarên ku diçin vê herêmê ji germayê dûr û di nav hewayeke hênik de demên xweş derbas dikin û ji vê yekê gelekî kêfxweş in.

"Hewayeke cuda li vê derê heye"

Geştyar Semra Memiş kêfxweşiya xwe wiha anîn zimên, “Gelekî xweş e, me evder gelekî eciband.

Hewayeke cuda li vê derê heye, mirov dikare bi malbatî rûne û çayekê vexwe. Sûlava wê jî gelekî xweş û paqij e.”

Li Çêrmûgê havînan qelebalixiyeke zêde çêdibe û li gel hatina geştyar û welatiyên Çêrmûgê yên li bajarên din û derveyî welat nifûsa navçeyê heta du qatan zêde dibe.

Hatina geştyaran sûdeke zêde digihîne aboriya navçeyê jî.