Ji tirsa ku yek ji wan berî yê din bimire bihevre jehir vexwarin

08-02-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 46 salan ji hevjînî û jiyana hevpar jin û zilamekî li Brîtaniyayê biryar dan ku bihevre xatirê xwe ji jiyanê bixwazin.

Roja 23ê Cotmeha sala 2013an, li yek ji taxên paytexta Brîtaniya Londonê, Rafayila temen 69 salî û Tamar Eltman yê temen 72 salî xwestin bihevre jiyana xwe bidawî bînini û jehir vexwrain.

 

Polîsên bajar ragihandin ku dema ew derbasî mala Rafayil û Tamar bûn, Rafayil xwe li ser piştê dirêj kiribû û Tamar serê xwe danîbû ser singa wî û destê wan di dest hev de bû.

Polîsan di wê demê de ragihandin ku Rafayil û Tamar li ser xwesteka xwe jehir vexwaribûn û berî şevekê ji bûyerê herdû hevjînan tenê yek gotin di deftera xwe ya bîreweriyan de nivîsîbûn ew jî gotina “Oxir“ bû.

Herdû hevjîn di rewşeke tendirûstî ya xirab de derbas dikirin, ji ber ku Rafayil bi nexweşiya şêrpenceyê ketibû, kurê Rafayil, Tay Eltman yê temen 43 salî ragihand ku wî dizanî dê dayik û bavê wî vî karê han bikin, ji ber ku çendîn car dayika wî gotibû ku ew nikare bê hevjînê xwe bijî û dê bihevre rêya mirinê hilbijêrên.

Tay Eltman aşkere jî kir ku dê û bavê wî ev biryara ji tirsa wê yekê dan ku yek ji wan berî yê din bimire, lewma xwestin di yek satê de oxira xwe ji jiyanê bixwazin.

Tay, her wiha got, “Berî bûyerê bi du rojan me her tiştê di dilê xwe de digot, min ji wan re digot ez gellekî şanaziyê bi xwe dikim, ez hêvî dikim ku ez karibim wek we ez xwedî kirirm ez zarokê xwe jî bi heman awayî xwedî bikim.”

Rafail berê mamostayekê olî li bajarê Cape Town li Efrîqaya Başûr bû û li wir Tamar, ku bi esl xelka Amerîka bû, nas kir û hevjînî bi hevre pêk anîne û piştire hatin Londonê û jiyana xwe li wir berdewam kirin û li wir jiyana xwe jî mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst