Semsûr yek ji navendên herî giring ên geştyariyê ye li Bakurê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê yek ji cihê herî giring ên dîrokî ye. Ev navçe Navenda şaristaniya Komegene bûye û bi peykerên bê hempa yên Çiyayê Nemrûdê tê naskirin, yek ji navendên herî giring ên geştyariyê ye.
Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar got, “Bienali di nav welat û derveyî welat deng veda. Gelek geştyarên biyanî û navxwe serdana vir kirin. Semsûr dilê Qiraliyeta Komagene ye. Biqasî li ser erdê şûnwarên dîrokî hene di bin erdê de jî hewqas hene û li benda derxistinê ne.”
Çiyayê Nemrûdê di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre, bi bilindbûna 2 hezar 150 metre wek "Xweşiktirîn cih bo dîtina rojhilatin û rojavabûnê" tê naskirin.
Li Semsûrê ne tenê Nemrûd bi cihên dîrokî yên wek; Bajarê Kevin ê Pirîn, Pira Genderê, Timikê Teyrê Reş, Bajarê Kevin ê Arsemia û Keleha Kolikê bala geştyarên biyanî û navxwe dikişîne.
Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Îpekyolê Burhan Akyilmaz anî ziman, “Hem giştî û hem wek marka Mezopotamya, ev navçe binirxtir kiriye û zêdetir bal kişandiye ser xwe. Herwiha hem hêjmara geştyaran li vê deverê zêde bûye û hem dahata ji geştyariyê tê jî zêde bûye. Em diwê baweriyê de ne ev hejmar wê her roj zêdetir jî bibe. Me wek ajans di nûjenkirinê de karê girîng kirine.”
Sala derbasbûyî 165 hezar geştyaran serdana Nemrûdê kirine, îsal di nîva meha Îlonê de gihişte vê hêjmarê û tê hêvîkirin îsal hêjmara geştyaran bigihe 250 hezar kesan. Tê armanc kirin ku sala bê ev hêjmar bigihe 300 heta 350 hezar geştyaran. Her diçe hêjmara geştyarên ku berê xwe didin şûnwarên dîrokî yên Semsûrê zêdetir dibe.