14 Photos
Mûsil (Rûdaw) – Piştî 3 salan, cardin li bajarê Mûsilê yê Iraqê, bar, kazîno û navendên lîstikên Biliyard û Domîne hatin vekirin, ku rêxistina DAIŞê piştî kontrolkirina vî bajarî, qedexe kiribû.
Piştî ku hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de, piraniya taxên vî bajêrî ji destê DAIŞê derxistin, jiyan li vî bajêrî hêdî hêdî asayî dibe.
Bi derbasbûna 4 mehan li ser kontrolkirina aliyê rojhilatê Mûsilê, cardin kazîno û navendên lîstikên Biliyard û Domînoyê tên vekirin û welatiyên Mûsilê bo derbaskriina demek xweş û revandina xemên xwe serdana wan cihan dikin.
Rêxistina DAIŞê di dema desthilatdariya xwe de, piraniya lîstikan û kazîno û kafeteriya daxistibûn.