Çînê peykên nû şandin fezayê
Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Çînê (Xinhua) ragihand ku Çînê komeke nû ya peykên komstêrkê (constellation) bi roketeke Smart Dragon-3 şandine fezayê.
Ev peyk ji parêzgeha Shandongê ya li rojhilatê welêt hatine şandin.
Roketa ku 11 peyk hilgirtibûn, saet 03:48an (19:48 GMT, duşem) ji deryaya nêzîkî bajarê Rizhaoyê hat avêtin.
Vê roketê peykên komstêrka Geely-05 bi awayekî serkeftî xistin rêya wan a plankirî.
Ev mîsyona avêtina ji deryayê ji aliyê Navenda Avêtina Peykan a Taiyuanê ve hat birêvebirin.