کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xelk û Dever

2 jinên Swêdî bo lêkolîna li ser çûkan berê xwe dane Bakurê Kurdistanê

RÛDAW

RÛDAW

11-06-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-06-2022

Nûçeyên Têkildar

WAN - Koşka taşteyê ya dîrokî piştî 51 salan deriyên xwe digire
Xelk û Dever15-11-2026

WAN - Koşka taşteyê ya dîrokî piştî 51 salan deriyên xwe digire

Apple bi modeleke nipînû hat, telefona ku tê qatkirin
Xelk û Dever10-09-2026

Apple bi modeleke nipînû hat, telefona ku tê qatkirin

Çînê peykên nû yên ragihandinê şandin fezayê
Xelk û Dever30-07-2026

Çînê peykên nû yên ragihandinê şandin fezayê

Hewlêr (Rûdaw) – Ebba Adolfsson û Julia Hagstrom yên ji Swêdî ji bo lêkolîna li ser çûkan berê we dane Îdir a Bakurê Kurdistanê.

Ebba Adolfsson welatiya Swêdê ya 21 salî ji bo lêkolîna li ser çûkan berê we daye kêlaka Çemê Arasê ya li parêzgeha Îdir a Bakurê Kurdistanê. Ebba çûkên ku ketine torê yek bi yek digire wan dixe tûrikan.  Armanc ji vî karî çavdêrî û lêkolîna derbarê çûkên cor bi cor in ku bo koça xwe ya ji parzemînên Asya, Ewropa û Afrikayê Îdirê bikartînin.

Ebba Adolfsson behsa hatina xwe kir û got, “Ez bi pêşniyara hevala xwe hatim vê derê. Derbarê Arasê de pêşbiniyeke min a baş hebû û dîtin û çavdêrîkina çûkên corbicor û rengîn gelek xweş e. Ez destpêka Nîsanê hatim vê derê û ez dê dawiya Hezîranê vegerim welatê xwe lê ji ber ku min gelek jê hez kir ez dê di Îlonê de careke din vegerim.”

Li wêstgeha xefikkirinê û bihişta çûkan a Arasê ye û navenda lêkolîna çûkan çendîn lêkoler û xwezahezên xwebexş bi hevbeşî di vê navendê de lêkolînan li ser çûkan dikin. Li vê derê cor, qam û çendîn taybetmendiyên çûkên ku hatine girtin tên destnîşankirin û piştre tên berdan.

Julia Hagstrom jî hevala Ebbayê ye û ew jî ji Swêdê bo lêkolînên li ser çûkan hatiye vê navendê.

Lêkolîner Julia Hagstrom anî ziman, “Min ji hinek hevalên xwe bihîst li Swêdê , li ser cûdahiya ku li vir heye û xelkê vir baş in, payîza borî min û hevala xwe ku em niha bi hev re ne me gotûbêj kir ku em bikaribin vê demsalê bên vir."

Wêstgeh di sala 2006an de hatiye damezrandin. Di sala 2021an 3 hezar û 500 çûkên ji 68 corên cuda li vê navendê hatine xefikkirin. Ji sala ku hatiye damezrandin û heta niha jî zêdeyî 200 cor çûk li vê navendê hatine dîtin û bi giştî lêkolîn li ser zêdeyî 105 hezar çûkan de hatine kirin.

Pirsên