Şopên Kurdan li quncikeke Umanê: Gelo Kumzarî Kurd in?
Hewlêr (Rûdaw) - Zimanê ku xelkê gundê Kumzarê yê li başûrê herî dûr ê Umanê pê diaxive, bi awayekî ecêb dişibe zimanê Kurdî.
Ev civaka ku ji 4-5 hezar kesan pêk tê û li avên Kendavê, bi hezaran kîlometreyan dûrî erdnîgariya Kurdistanê dijî, di jiyana xwe ya rojane de bi sedan peyvên bi eslê xwe Kurdî bi kar tîne.
Ji Mesqeta paytextê Umanê ku wekî "paytextê lihevkirina Kendavê" tê naskirin, rêwîtiyeke dûr û dirêj û tijî nihênî dest pê dike.
Rêwîtiyeke ku zêdetirî du hezar kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e û armanca wê şopandina zimanekî kevn û dîtina pêwendiyeke çandî ya neçaverêkirî ye.
Pirsa serekî ev e: Gelo eşîra Kumzarî ya li başûrê dûr ê Kendavê, bermayiyên koçeke kevn a Kurdan e? Gelo zimanê ku pê diaxivin, zaravayeke Kurdî ye yan zimanekî serbixwe ye ku tenê peyv ji Kurdî wergirtine?
Ji bo bersivdana van pirsan, rêyeke dijwar û dûr tê girtin.
Destpêkê rêwîtiyeke asmanî ya saetekê ber bi parêzgeha Musendemê li xala dawî ya sînorî ya Umanê û piştre gihîştina bajarê Xesebê.
Li vir, rêya bejayî bi dawî dibe û deriyê deryayê vedibe. Divê çil kîlometreyên bê bi belemeke bilez di nav ava şîn a Kendavê re bê birîn heta mirov digihîje gundê "Kumzarê".
Ebdullah Kumzarî, kaptanê belemê û zilamekî cîhandîtî ku ev çil sal in di navbera Xeseb û Kumzarê de diçe û tê, behsa siruşta hêrsbûyî ya deryayê dike p dibêje:
"Derya gelek caran bi xeter e, pêlên wê bilind in û bayekî bihêz radibe.
Eger keşûhewa nebaş be, em nikarin derkevin deryayê ji ber ku metirsiya têkçûnê heye."
Li seranserê rê, ji aliyekî ve rêzeçiyayên asê û ji aliyê din ve Tengava Stratejîk a Hurmuzê, dîmenekî balkêş afirandine, li gel pêşandana dilrevîn a dolfîn û balindeyên deryayî.
Kumzar: Gundek di navbera çiya û deryayê de
Piştî zêdetirî saetekê, gundê Kumzarê ji dûr ve xuya bû; komek xaniyên spî yên ku xwe di hembêza çiyayekî mertalî de û li perava deryayekê veşartine.
Gundekî dûr ku tê de zêdetirî çar hezar kes di nêzîkî 270 malan de dijîn.
Jiyana wan a serekî li ser girtina masiyan e ku pîşeya bapîrên wan e.
Bedir ku yek ji masîgirên gund e dibêje, "Em ji nimêja sibehê ve diçin deryayê.
Carinan heye em 500 kîlo û carinan jî hezar kîlo masî digirin. Demsala havînê dema herî baş e, ji ber ku masî zêdetir tên ser avê."
Lê pirsa mezin li vir careke din derdikeve holê: Çawa dibe ku ev gel ku bi hezaran kîlometreyan ji erdnîgariya Kurdistanê dûr e, heman peyvên me bi kar bînin?
Belgeya yekem a ecêb, peyvên "pisamo" û "dotamo" ne ku ji bo pismam û dotmaman bi kar tînin; du peyvên resen ku di zaravayên Kurmanciya jorîn û Kelhurî de wekî xwe mane.
Şopa peyvan: Pira pêwendiyê di navbera Kurdî û Kumzarî de
Ev wekhevî tenê bi van her du peyvan sînordar namînin.
Peyvên wekî "av", "derya", "berm" (ji bo pêlê) û "tradî" (ji bo belemê), deriyekî firehtir li ber lêkolînê vedikin.
Mihemed Hesen ku zilamekî xanenîşînkirî yê gund e bi kelecanî amaje bi endamên laşê xwe dike û dibêje:
"Bi Kumzarî ev dest e, ev ling e (pê), rih, rû, nixrût (poz), şûm (çav), hêjb (birû), goş (guh), mox (mejî), pa, wirg.
Ez ti cudahiyekê di navbera Kurd û Kumzariyan de nabînim, dema min guh da we, min hest kir ku em di çand, xwarin û axaftinê de wek hev in."
Ev nêzîkatiya zimanî ji aliyê çavkaniyên dîrokî û akademîk ve jî hatiye piştrastkirin.
Yaqût el-Hemewî, dîroknasê navdar, di pirtûka xwe "Mucem el-Buldan" de Kumzariyan wekî "Lur û Îranî" bi nav dike.
Lêkolînerên Ewropî jî wekê zimannasê Frensî Maxime Tabat, amaje bi wê yekê dikin ku di zimanê Kumzarî de çendîn tîpên wekî (ê, o, ç, p, l) hene ku di zimanê Erebî de nînin, lê di zimanên Kurdî û Farisî de berbelav in.
Elî Ebdullah, yekî din ji rûniştvanan, dibêje, "Bapîrê min ku di 127 saliya xwe de wefat kir, digot dema `Ez hatime dinyayê, Kumzar her hebûye û xelkê wê bi vî awayî diaxivîn.`
Bi dîtina min zimanê Kurdî zimanê herî nêzîkî me ye."
Çand û dîrok: Hevparîyeke kûrtir
Pêwendî tenê di peyvan de bi dawî nabe. Kalemêrekî gund straneke kevn a ku jê re dibêjin "Nedbe" distirê.
Awaz û şêwaza wê gelekî dişibe "Hore" ya herêma Kelhurnişîn a Rojhilatê Kurdistanê.
Li maleke din, Elî Zeyd, kasibkarekî ji Kumzarê, meşkek nîşanî me da û got: "Ev meşk e. Me şîr dikir tê de û heya dibû dew me dihejand/dikuland."
Dîroka Kumzariyan bi tevahî ne zelal e lê ew bi xwe di wê baweriyê de ne ku dîroka wan vedigere zêdetirî sê hezar salan û di serdema Sasaniyan de ev herêm di bin desthilata wan de bûye.
Di sedsalên 16 û 17an de Portugaliyan dest daniye ser herêmê û li Xesebê kelehek ji bo Kumzariyan ava kiriye ku heta niha jî maye û wekî semboleke dîrokî tê parastin.
Zimanek li ber metirsiya nemanê
Li gel vê dewlemendiya çandî û zimanî, Kumzar û zimanê wê rastî pirsgirêkên mezin hatine.
Dûrbûn û nebûna rêya bejayî, bûye sedem ku keçên gund piştî qedandina qonaxa amadeyî, ji xwendina zanîngehê bêpar bimînin.
Xedîce Mihemed, yek ji wan keçan, bi xemgînî dibêje, "Navê min li zanîngehê derket lê ez neçûm, ji ber ku pir dûr bû.
Diviyabû ez bi rêya deryayê biçûma Xesebê, ji wir bi firokeyê ber bi Mesqetê û piştre jî bi otobusê ber bi zanîngeha xwe ve."
Mekiye Hesen, nivîskar û lêkolînereke Kumzarî, behsa metirsiyên li ser zimanê wan dike û wê hîpotezê dûr nabîne ku koka wan Kurd be:
"Gelo eger heye ku Kurdan ji mêj ve koçî vir kiribe? Ez dibêjim belê, dibe ku wisa be.
Lê ez nikarim vê yekê bi teqezî bibêjim, ji ber ku pêdiviya me bi belgeyên zanistî heye.
Lê wekî hîpotezekê, ev yek rast e heta ku berevajiya wê were îsbatkirin."
Rêxistina UNESCOyê zimanê Kumzarî xistiye lîsteya wan zimanên ku metirsiya nemanê li ser e.
Ev zimanê zindî ku pireke dîrokî ye di navbera du erdnîgariyên dûr de, heger girîngî pê neyê dayîn, dibe ku di paşerojeke nêzîk de tevlî pêlên Deryaya Umanê bibe û her û her bêdeng bibe.
Rêwîtî li vir bi dawî dibe lê pirs û ew rastiya ecêb ku li paş hezaran kîlometreyan, xelk bi zimanekî gelek nêzîkî Kurdî diaxivin, wekî çîrokeke netemamkirî dimîne.