Silêmanî (Rûdaw)- Wergirtina wî li zanîngehê bêhtir li rasthatinekê diçe. Derçûna xwe jî wek rasthatin dibîne û dibêje: “Ne ku min bawer nedikir yekem bim, lê min texmîn dikir ez her dernekevim.” Kesê ku wiha dibêje, yekemê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê ye, ku ciwanekî êzîdî ye û ji devera Xanesor a li ser qezaya Şingalê ye.
Roja 30.05.2015, Newaf Aşûr (27) encama keda xwe ya çar salan wergirt û wek yekemê zanîngeha xwe xwendina xwe xilas kir. Newaf bekaloryos di warê rêveberiya kar de wergirt. Çîroka xilaskirina xwendina Newaf tijî evraz û nişîv e û li sê zanîngehan xwend, heta xwendina xwe xilas kir.
Newaf dema xwendekarê qonaxa amadeyî bû, bi birayên xwe re li zeviyeke çandiniyê kar kir. Newaf her roj nêzîka 5 kîlometran bi piyan derbas dikir daku bigihîje cihê karê xwe.
Newaf pêşî li beşê ingilîzî li Zanîngeha Mûsilê hat qebûlkirin. Lê ji ber rewşa ewlekarî ya xirab li Mûsilê, Newaf nikaribû bixwîne û bi biryareke Wezareta Xwendina Bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat guhastin bo koleja yasa û ramyarî li Zanîngeha Silêmaniyê.
Lê ji ber rewşa wî ya aborî ya xirab û nebûna cihê rûniştinê, Newaf nikarîbû xwendina xwe xilas bike. Li kolejê ji Newaf re dibêjin xwendina xwe îsal bipaş bixe û saleke din xwendina xwe biguhêze bajarê Dihokê.
Newaf got: “Sala din jî dema min serdana kolejê kir, gotin te ti hejmar li pey xwe nehiştiye daku em pêwendiyê bi te re bikin, ji ber vê tu ji zanîngehê hatî avêtin.” Êdî Newaf hêvîbir dibe û biryar dide hinek pereyan bide hev û ji Kurdistanê bar bike!
Kes nizane “kewê mirov çawa li dar dikeve!” Newaf li Silêmaniyê di şîrketekê de dibe xwarinçêkerê grûpekê ku karê elektrîkê dikin û fêrî karê elektrîkê dibe. Bi rêya karê xwe kesekî nas dike û behsa jiyana xwe jê re dike.
Ew jî jê re dibêje: “Zanîngeha Amerîkî li vir heye, çima tu naçî lê naxwînî?” Newaf jî dibêje: “Eger bi pereyan be ez nikarim.” Lê ew kes dibe xilaskerê wî û planekê jê re saz dike û jê re dibêje, bi biryara Mam Celal her sal çend kursî li wê zanîngehê ji êzîdiyan re tên veqetandin û tu jî dikarî daxwaznameyekê pêşkêşî ofîsa Mam Celal bikî.
Newaf daxwaznameyekê pêşkêşî ofîsa Mam Celal dike, lê bawer nake bersiva wî bidin. Lê rojekê dema mijûlî karê xwe bû, kesek ji Zanîngeha Amerîkî pêwendiyê pê re dike û jê re dibêje, sibe were bo testa zimanê ingilîzî!
Newaf testa zimanê ingilîzî derbas dike û di sala 2011 de li zanîngehê tê wergirtin û sala yekem tenê zimanê ingilîzî dixwîne.
Du rojan beriya ku DAIŞ Şingalê dagîr bike, Newaf li mala xwe li Xanesorê bû, lê ji ber xwendinê vedigere Silêmaniyê. Wê rojê kesûkarên wî 30 carî pêwendiyê pê re dikin, lê ji ber ku di hola xwendinê de bû, nikare bersiva wan bide. Dema dersa wî xilas dibe, li wan digere û ew jî xebera reş jê re dibêjin. Lewma Newaf yekser zanîngehê li şûn xwe dihêle û vedigere.
Newaf got: “Dema ez çûm, min li ser pira Dihokê malbata xwe dît. Min bawer nedikir ew sax mabin. Heta niha jî 61 endamên eşîra me windayî ne
Newaf bêhtirî du mehan li ba malbata xwe dimîne û alîkariya rojnamevanên biyanî jî dike bo şopandina doza kurdên êzîdî.
Newaf di sê salên xwendina xwe li zanîngehê, pileya yekem bidest xist. Lê bo sala dawî bawer nedikir yekem derkeve, lê di wê baweriyê de bû ku xwendinê derbas neke jî: “Rast e malbata min silamet bû, lê ji ber ku derbider bûbûn, hertim bala min li ser wan bû. Dema ez yekem derketim, ez û mamoste û hevrêyên min jî behitî man.”
Newaf xwendina xwe bi derdeserî xilas kir û dibêje: “Li zanîngehê mamosteyekî me yê biyanî hebû, min carna karê wergerandinê jê re dikir û wî jî hevkariya min dikir. Lê carna ji ber kêşeyên aborî min nikaribû bi hevalên xwe re herim kafeteryayê jî û min bi qest digot ez mijûlî xwendinê me.”
Newaf herwiha yek ji helbestvanên naskirî yê navçeya Şingalê ye û ji hunerê jî hez dike. Di sala 2012 de, Newaf bi çend hevalên xwe re çû Amerîkayê û şanoyek pêşkêş kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse