Gola Wanê û şahiya rengên xwezayê

Wan (Rûdaw) - Gola Wanê di saetên rojavabûnê de dibe qadeke rengîn.

Ev mîrata xwezayê ku herêmê dike navendeke balkêş, ji bo wênegir û evîndarên xwezayê bûye cîhekî sereke.

Di saetên êvarê de, gava roj nêzî asoyê dibe, rûyê vê gola mezin a 3 hezar û 755 kîlometre çargoşe bi rengên balkêş tê xemilandin.

Yek ji hêmanên herî girîng ên vê şahiya dîtbarî jî Çiyayê Sîpanê ye ku bilindahiya wî 4 hezar 58 metre ye.

Ruxsarê çiyê bi sorbûna rojavabûnê re têkildar dibe û ji wênegiran re dîmenên bêhempa pêşkêş dike.

Wênegirên hunerî û meraqdarên ku dixwazin vê kêliyê bigirin, ber bi beravên Gola Wanê ve diherikin.

Bi taybetî di mehên havînê de, Gola Wanê ji bo geştyarên herêmî û biyanî dibe cîhekî sereke.

Ew kêliya efsûnî ya ku ezman û gol bi hev re dibin yek, ji mêvanan re ezmûnekî nejibîrkirî pêşkêş dike û bedewiyên xwezayî yên Wanê careke din dide xuyakirin.