Li Xarpêtê demsala çêkirina beniyan dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê demsala çêkirina beniyan dest pê kir û wê heta dawiya payîzê berdewam be.
Her çiqasî di salên dawî de li parêzgehê kargehên çêkirina beniyan hatine avakirin lê kêm be jî ligel hemû zehmetiyan bi awayekî xwezayî berhemanîna beniyan tê berdewamkirin.
Li gor zanyariyên Komeleya Piştgirî û Çandê ya Xarpetê beniyên ku bi awayekî xwezayî tên çêkirin berî 4 salan ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirk ve hatiye tomarkirin Ji rezan tiriyê cor bi cor tê komkirin ku karê destpêkê yê çêkirina beniyan e.
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê demsala çêkirina beniyan destpêkir û dê heta dawiya payîzê berdewam be.
Piştî kelandina doşava tirî ligel axa sipî ku taybete bi herêmê, doşav amadeye ji bo çêkirina gebûlê. Doşav tê parzin û ligel ard careke din tê kelandin. Herî dawî jî guzên bi ben hatine vekirin sê an çar caran bi vê gebûlê tên seyandin.
Berhemdêrê Beniyan Hidir Gecekuşu got, “Beniyên Xarpêtê navdar in. Eger îsal kesekî 5 kîlo kirîbe, saleke din ev dibe 25 kîlo. Daxwaz zêde ye. Sala borî min 4 ton çêkiribû îsal eger rewşa hewayê guncav be ez difikirim 5 heta 6 ton benî çêbikim.”
Her çiqasî di salên dawî de li parêzgehê kargehên çêkirina beniyan hatine avakirin lê kêm be jî ligel hemû zehmetiyan bi awayekî xwezayî berhemanîna beniyan tê berdewamkirin.
Berhemdêra Beniyan Neşe Gecekuşu anî ziman, “Wek her karekî zehmetiyên vî karî jî hene. Komkirina tirî, bi ben vekirina gûzan, kelandina gebûlê û her wiha. Lê ji ber em bi vî karî debara jiyana xwe dikin, em bi dilxweşî kar dikin û daxwaz jî zêde ye.”
Li gor zanyariyên Komeleya Piştgirî û Çandê ya Xarpetê beniyên ku bi awayekî xwezayî tên çêkirin berî 4 salan ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirk ve hatiye tomarkirin. Niha jî bi rêya veguhestina wan kesên koçî welatên Ewropayê wek Almanya, Hollanda, Beljîka û Fransayê kirine, êdî li Ewropayê jî tê naskirin û tê daxwazkirin.